Zanyaran di armanca xwe ya vejandina mamûtan de gaveke mezin avêtin. Tîma Colossal Biosciences karî hucreyên ji fîlên Asyayî veguherîne şaneyên stem ên pirpotent (iPSC). Ji bilî îhtîmala vegerandina mamûtan, lêkolînên nû di heman demê de hêvîya parastina cureyên di xetereyê de û pêşvebirina teknîkên hilberînê yên arîkar jî didin.
Armanca demdirêj ew e ku celebekê mamûtan bê afirandin an jî vejandin ku ji hêla dîtbarî ve nayê cudakirin û dikare li tundraya Cemsera Bakur bijî. Di heman demê de feydeyên ekolojîk ên giring jî têne pêşbînîkirin, wekî ji nû ve danasîna mamûtan li jîngeha wan a xwezayî, alîkariya vegerandina ekosîstema nazik a Cemsera Bakur û hêdîkirina helandinê.
Armanca Vejandina Mamûtan Çi ye?
Helbet vejandina ajelên kokqelayî tiştekê baş e, bes li gel xwe hindek fikirên tirsnak jî tîne. Heger îro mamût bêne vejandin siba ji alîyê hindek hêzên nepenî ve ajelên xeternak jî ên wekî dînazoran jî dikarin bêne vejandinê. Helbet îhtîmaleke bi vî rengî gelek kêm e.
Li gor zanyaran vejandina mamûtan bi tenê ji bo berjewendîyên ekosîstem û xwezayê ne. Ew dibêjin Cemsera Bakur ku di piştî Serdema Qeşayê yekem car e dihele û li gel germbûna hewayî virûsên nû derdikevin meydanê, bi vejandina mamûtan dikare ev yek were kêmkirin an jî hêdîkatir. Zanyar dihizirin ku berê mamûtan pê li gîya û daran dikirin û em ditepisandin bi vî rengî qeşaya û befra wê derê nedihelî.
Rêgirîya Têkilîya Mamûtan û Însanan
Zanyar dihizirin ku heger mamûtên bêne vejandin, ew dê ji alîyê nêçîrvanan ve bêne nêçîrkirin ji ber didanên wan. Ji ber hindê jî ew dibêji em ê mamûtan bêyî diran bivejînin.
Pêngavê Çawa Dest Pê Kiribû?
Genetîkzanê Zanîngeha Harvardê George Church, ku zêdetirî 10 sal in ji bo vegerandina celebên kokqelayî dixebitin, bi damezrandina şirketa Colossal Biosciences bi karsaz Ben Lamm re di sala 2021an de projeyê gaveke mezin avêtibû. Di sala 2022an de ji gelek kes û saziyan veberhênan wergirtin ku di nav de CIA û Paris Hilton jî hebûn. Şirtketê di demek kurt de piştî wergirtina veberhênanê gehîşt encamên giring.