Mardin 1969 Spor, di sezona 2024-2025an de di Lîga 3yemîn a Nesine Koma 4an de bi performanseka awarte şampîyonîya xwe ragihand û bi vî awayî derkete Lîga 2yemîn. Di tevahîya sezonê de bi piştgirîya bêhempa ya alîgirên xwe, tîmê di maça xwe ya dawî de Orduspor 1967 li mala xwe bi encama 4-2 têk bir û kûpaya şampîyonîyê anî Mêrdînê. Nûhev Ajans wekî hevkarekê Mardin 1969 Sporê vê serkeftinê pîroz dike!
Deqeyên Giring ji Pêşbirkê
Mêrdînsporê li mala xwe bi piştgirîya xurt ya alîgirên xwe derkete maça şampîyonîyê. Di qedeya 38an de bi penaltîyê Bariş Sagir li ser navê Mêrdînê rewş kire 1-0. Bes di deqeya 45+1an de bi gola Sarper Çaglar nîveka yekem 1-1 xilas. Di nîveka duyem de tîma mêvan bi Osman Şahîn Rewş kir 1-2. Bes Mêrdînsporê xwe careka dî da hev û di deqeyên 58 û 69an de bi Umut Dilek (2) û di deqeya 87an de bi Ali Kemal Ozkan 3 gol dî jî dîtin û maç 4-2 bi dest xist. Di deqeya 85an de li ser navê Ordusporê Osman Şahîn kartê sor xwar. Di encama vê skorê de Mêrdînspor bû şampîyon û ji lîga 3yan derkete lîga 2yan.
Hevkarîya Nûhev Ajans û Mardin 1969 Sporê
Nûhev Ajans û Mardin 1969 Spor îsal dest bi hevkarîyê kirin. Nûhev Ajans, di warê Medya û ragehandina Mardinsporê de hevkarîyê li gel tîmê dike. Her du dezgehan dest hev girtin û hêza hevûdu xurttir kirin. Di encamê de jî her du destgeh bi ser ketin.
Rewşa Lîsteya Pûanan
Di lîga 3yem koma 4an de 16 tîm hene. Di encama 30 pêşbirkan de Mêrdînspor bi 20 serkeftin, 7 beranber û 3 têkçûnan 67 pûan kom kirin û di lîgê de bû yekemîn. Mêrdînsporê bi temamî 64 gol avêtin, 24 xwarin û bi 40 awerajan lîg qedand.
Her weha her çi qas Sebat Gençlikê jî heman 67 kom kiribin jî di ji ber avereja navberhevî kete pêşîya wê ku Mêrdînsporê li mala xwe bi Sebat Gençlikê re 1-1 li mala wê 2-1 karîbûyê.
Rêwîtîya Şampîyonîyê
Mardin 1969 Spor, bi serkêşîya Rahênerê Teknîkî Ulaş Ulusan dest bi sezonê kir û armanca xwe ya derketina lîgeke jortir danî. Tîma Mêrdînê di sezona berê de gihîştibû play-offan, îsal bi biryardarî lîst. Di hefteya 13an de bi têkbirina Denizlisporê bi encama 5-0, moraleka mezin bi dest xist. Di hefteya 29an de wekî lîder ket maça dawî û bi gola ji penaltîyê şampîyonîya xwe misoger kir.
Kadroya tîmê bi hêza xwe derket pêş. Lîstikvanên êrîşê yên wekî Ali Kemal Özkan, Umut Dilek û Seyhmus Berat Inan bi golên xwe tîmê bi ser xistin, di parastinê de jî Mustafa Eren Damar û Ümit Kurt bi hêza xwe rê li ber dijberan girtin. Aykut Sarıdoğan û Barış Sağır di meydanê de bi serkêşîya xwe lîstika tîmê bi rê ve birin.
Diruşma “Mêrdîn Hev Bigirin”
Mêrdînspor îsal bi diruşmeya “Mêrdîn Hev Bigirin” derkete çîroka xwe û di encama hevgirtineka mezin de bi ser ket. Rola alîgiran di serkeftina Mardin 1969 Spor de pir giring bû. Stada Şehrî ya 21ê Mijdarê her maç bi alîgiran tije bû, ku wekî lîstikvanê 12an piştgirî dan tîmê. Coşa futbolê li Mêrdînê gihîşt asta herî bilind, peyamên piştgirîyê yên ji karsazan û rêveberîya bajêr jî tîm xurt kir. Temaşevanekê got: “Ev şampîyonî nîşana hevgirtin û yekîtîya Mêrdînê ye. Em bi tîma xwe serbilind in!”
Gotinên Ulaş Ulusan
Piştî maçê, Rahênerê Teknîkî Ulaş Ulusan wiha axivî: “Ev serkeftin encama ked û hevgirtina lîstikvan, ekîba teknîkî û alîgiran e. Em şanaz in ku me ev kêfxweşî ji Mêrdînê re anî. Armanca me ya niha di Lîga 2yemîn de bihêzkirina cihê xwe û serkeftinên mezintir e.”
Pîlanên Pêşerojê
Mardin 1969 Spor armanc dike ku di Lîga 2yemîn de jî bihêz bidome. Rêveberîya tîmê ji bo sezona nû dest bi xebatên xurtkirina kadroyê û veberhênana li binesazîyê kirîye. Li bajêr pîrozbahîyên şampîyonîyê berdewam dikin. Ev serkeftina Mardin 1969 Spor ne bi tenê di warê futbolê de, lê di heman demê de ji bo çanda werzîşê û yekîtîya bajêr jî gaveka dîrokî ye.
Nûhev Media û Nûhev Ajans ji Mardin 1969 Sporê re di Lîga 2yemîn de serkeftinên mezin dixwazin!