Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), di çarçoveya atamayên mamosteyên peymankirî yên sala 2025an de di bin banê “Ziman û Zaravayên Zindî” de bi tenê 6 kontenjan ji bo mamosteyên kurdî veqetand. Ji van kontenjanan 5 lib ji bo zaravayê kurmancî û yek jî ji bo zaravayê zazakî hatine dîyarkirin. Ev hejmar, li gorî salên berê kêmbûneka berbiçav nîşan dide û di nav civaka perwerdeyê û raya giştî de bû mijara nîqaşan.
Hûrgulîyên Atama û Dabeşkirina Kontenjanan
Li gorî daxuyanîya MEB’ê ya 15ê Nîsana 2025an, bi giştî 25 hezar atamayên mamosteyan wê bên kirin. Ji van 15 hezar ji bo li gor KPSS’ya (Azmûna Bijartina Karmendên Giştî) 2024an û 10 hezar jî ji bo KPSS’ya 2025an dê bêne girtin ku ev îmtihan hêj nehatîye kirin. Ji salên berê cudatir ev 10 hezar direkt dest bi perwerdeyê nakin, dê 2 salan bikevin perwerdeya akademîyê. Di nav van atamayan de şaxên ku herî zêde kontenjan ji wan re hatine veqetandin weha ne: Mamostetîya Polan (4.378), Mamostetîya Perwerdeya Taybet (3.087), Mamostetîya Zanyarîya Exlaqî û Çanda Dînî (1.802), Mamostetîya Pêşdibistanê (1.321) û Mamostetîya Îngilîzî (757). Lê belê, 6 kontenjan ji bo mamostetîya Kurdî hatine veqetandin, bi tenê %0.024ê atamayên giştî pêk tîne.
Di sala 2023yan de ji bo kurdî 50 kontenjan hatibûn veqetandin, lê par daket 10 kesan û ev sale jî ev hejmar daket 6an. Ev yek ji alîyê perwerdekar û aktîvîstên zimanê kurdî ve wekî kêm tê dîtin. Bi taybetî, li çar zanîngehên li herêmên kurdan nêzî 2 hezar mezûnên mamostetîya kurdî hene û ji van bi tenê 199 kes hatine tayînkirin. Ev rewş dibe sedem ku piranîya mezûnan bêkar bimînin û perwerdeya kurdî bi awayekî berfireh neyê belavkirin.
Bertek û Rexne
Kontenjanên kêm ên ji bo kurdî hatine veqetandin, di medya civakî û nav perwerdekaran de bertekên tund çêkirin. Bikarhênerekî X’ê weha got: “Ji bo kurdî tenê 6 kontenjan veqetandin, ev hema wekî gaveka sembolîk e. Bi hezaran mezûn li benda atamayê ne, ev hejmar nayê qebûlkirin.” Di posteka din de jî hate gotin: “Beşa Xizmetên Xwarin û Vexwarinê 119 kontenjan tên veqetandin, lê ji bo kurdî bi tenê 6, ev nîşan dide ku ziman û çand di perwerdeyê de tê paşguhkirin.”
Perwerdekar destnîşan dikin ku her çendî li herêmên ku kurdî wekî zimanê dayikê tê axaftin dersa kurdî wekî bijartî tê xwestin jî, atamayên mamosteyan vê daxwazîyê têr nakin. Her weha, di sala 2019an de atamayên mamosteyên kurdî bi temamî daketibûn sifirê, ev jî nîşan dîde ku polîtîkayên MEB’ê di vî warî de ne yekreng in.
Daxuyanîya MEB’ê û Pêvajoya Atamayê
MEB’ê dîyar kir ku ji bo atamayên 15 hezar mamosteyan, serlêdanên pêşîn di navbera 21ê Nîsanê û 5ê Gulanê de dê bên wergirtin. Namzetên ku mafê tevlêbûna îmtihana serdevî qezenc kirine, di 7ê Gulanê de dê bên ragihandin. Atama wê li gorî %50 pûana KPSS’yê û %50 pûana îmtihana serdevî bên kirin. Lê belê, kêmbûna kontenjanên ji bo mamostetîya kurdî, pirsê derdixe holê ka ev pêvajo dê çi qasî bandorê li perwerdeya kurdî bike.
Encam û Bendewarî
Veqetandina 6 kontenjanan ji bo atamên mamosteyên kurdî, hem di nav civaka perwerdeyê de hem jî di raya giştî de bû sedema bêhêvîbûnê. Perwerdekar û aktîvîstên zimanê kurdî daxwaz dikin ku kurdî di sîstema perwerdeyê de bêtir cih bigire û mamosteyên mezûn bên xebitandin. Di salên pêş de polîtîkayên MEB’ê yên di vî warî de dê çawa bên teşekirin, mijareka balkêş e.
Raya giştî li benda gavên berfirehtir e ji bo xurtkirina perwerdeya kurdî û zêdekirina gehiştina perwerdeya zimanê dayikê. Di vê pêvajoyê de, polîtîka û dabeşkirina kontenjanên MEB’ê dê ji nêz ve bên şopandin.