Rêzêfîlmên televîzyonê ne bi tenê bi karakter û çîrokên xwe, di heman demê de bi cih û mekanên xwe jî di hişê mirovî de cihekê giring digirin. Hindek sahne ew qas îkonîk in ku ew kafe an jî bîraxaneya bûyer lê qewimî dibe wekî karakterekê rêzefîlmê. Ew kafe û bîraxaneyên ku bi hinek rêzefîlman têne nasîn, di wan de tiştek heye ku mirovî dikêşe ber xwe ve. Her çend em bizanin ku piranîya van cihan di rastîyê nînin jî gelek caran mirov van cihan xîyal dike. Gelo ev cih û mekan ji ekranê derdikevin û bandorê li me dikin kîjan in di jîyana rastî de? Di vê nivîsê de, me cih da wan kafe û bîraxaneyên ku di hişê me de cihekê giring girtîn. kerem bikin em bixwînin.
Cheers
Ev rêzefîlm tam 11 salan berdewam kirîye û bi vî navî di vê rêzefîlmê de bîraxaneyek heye ku celebek bûyer tê de diqewimin. Vê bîraxaneyê hêza xwe ji bareka li Bostonê standîye, bes li stûdyoyê hatîye kişandin. Cheersa rastî hê jî piçûktir e. Menûya niha ya vê mekanê îşaretên der bareyê vî rêzefîlmî jî dihewîne. Heta li wê derê tişt û mişt û dîyarîyên der barê rêzefîlmê de jî hene.
Baby Reindeer
Van salên dawîyê rêzefîlmê Baby Reindeerê bûye cihê nîqaşan, bi senaryoya xwe ya dramatik ku ji jîyana rastî wergirtîye û bala temaşevanan kêşaye ser xwe. Di gelek cihên giring de cih daye bîraxaneya bi navê The Heartê. Ev rêzefîlma di Xelatên Cîhana Zêrîn de Xelata Baştirîn Kurterêzefîlmê wergirtî, di bîraxaneya berbehs de gelek caran tansîyon zêde dibû, lê hal bo çî bîraxaneyeka bi vî rengî nîne di rastîya xwe de. Lê ji bo heman atmosfere gelek bîraxane îdeal in.
The Office
Poor Richard yek ji cihên îkonîk e ku koma keyfdar a rêzefîlma The Office’ê gava ji karxaneya xwe dûr dikecin diçin vê derê. Ev cihê salaş bi rastî jî heye ku xebatkarên mehane, piştî roja dirêj diçin vî cihî. Ev bîraxane, li Pennsylvaniayê di saloneka bowlinge de hêj jî karê xwe didomîne. Di warê razîkirina heyranên xwe de gelek serkeftî ye.
Friends
Yên ku herî kêm temaşeya beşeka Friendsê kirîn dizanin ku cihê kombûne gruba hevalên hev ya favorîya hemî deman Central Parka li taxê ye. Di bîra me de, hêj jî komeka kêfê heye li dora kursîyê pirdeqalî bi berdaqa qehweyê di destê wan de. Mixabin, ev kafeya îkonîk ne jidil e, ji ber ku hemî beşên rêzefîlmê li stadyoyê hatin girtin. Lêbelê, The Friends Experience, kafeye bi awayê herî hûrgilî kopî dike û dilê hemû temaşevanên li her çal alîyên cîhanê xweş dike. Her weha Los Angelosê derîyê setê hêj jî vekirî ye ji bo serdan û geştîyaran.
Breaking Bad û Better Call Saul
Ew kesên temaşeyî serpêhatîya karaketê bi navê Walter White ya maddeyên hişbir kirîn, kêm zêde xwaringeha mirîşkên sorkirî ya Los Pollos Hermanosê dizanin. Ev mirîşkfiroş di rastîyê de nîne, bes piştî serkeftina xwe ya di rêzefilmên Breaking Bad û Better Call Saul de di çanda popûler de cihek ji xwe re çêkir. Ev cih bi navê xwe yê rastî Twisters e û kêşanên ji der ve li vê dere hatine kişandin. Ev der niha li New Mexicoyê ye û hêj jî xizmetê dide û alternatîfek e ji bo heyranên xwe.
Grey’s Anatomy
Heyranên rêzefîlma Grey’s Anatomy’yê Emral City Barê baş nas dikin ku bijîşk ji bo bêhnvedanê diçin wê derê. Her çend di rêzefilmê de gelek xuya bibe jî di rastîyê de hêza xwe ji bîraxaneyeka bi navê The Pine Box’ê distîne.
It’s Always Sunny in Philadelphia
Paddy’s Pub, li Philadelphiayê belkî jî bîraxaneya herî tevlihev be. Karakterên rêzefîlma It’s Always Sunny in Philadelphia dikin nakin neşên vê bîraxaneyê bi rê ve bibin. Dîse jî gelek navdar e bi her beşên xwe yên gelek pêkenokî. Di rastîya xwe de tiştekî welê nîne û hemî çêkirî ye. Bes kêşanên ji der ve li Los Angelesê li avahîya Starkmanê hatine kêşandin ku alternatîfek e ji bo heyranên xwe.
The Bear
Cihekê dî jî xwaringeha sandwîçan a tevlihev e. Ev cihê sereke yê rêzefîlmê The Bearê ye ku vê rêzefîlmê gelek xelatên Cîhana Zêrîn girtine. Şef Carmy, piştî mirina kekê xwe ve cih ji wî wergirtîye û li gor karaktera xwe nûve kirîye û li ber xwaringeheka rastî ya bi navê Mr. Beef on Orlenas çêkirîye. Piştî rêzefîlmê dibe cihekê balkêş.
Seinfeld
Monk’s Cafe, di tarîxa televîzyonê de xwedîyê dîyalogên bêwate û pêkenok e ku sîtcoma Seinfeldê bûye cihê jêneger yê hevdîtinê li salên 90ê. Ev mekan, hema bêje her beş herî kêm karakterek dikir mêhvan, di rastîya xwe de kargeheka bi navê Tom’s Restaurant bû. Her çend kêşanên rêzefîlmê yên hundirîn di studyoyê de hatibin kirin jî kêşanên ji der ve li Monk’s Cafeyê hatine kişandin. Niha Broadwaya New Yorkê hêj jî heye.
Glimore Girls
Luke’s Diner, yek ji kafeyên îkonîk e di tarîxa rêzefîlman de ku şêwazê dide jîyana du tiryakîyên qehweyê Lorelai û Rory di rêzefîlmê Glimore Girls de. Ev kafeya ewledar û dilkêş temaşevanan dikêşe ber bi xwe ve, bes di rastîyê de ev kafe nîne, bi temamî çêkirî ye. Lêbelê ji ber popûlerbûna rêzefîlmî gelek kafe li ber vê kafeye hatine çêkirin di jîyana rasteqînî de.
HIMYM
MecLaren’s Pub, di rêzedîlma HIMYMê de bûye mala duyem ya karakteran û bi taybetî jî ya Tedî. Yek ji mekanên keyfê ya zê de rihet e di nav mekanên rêzefîlman de. Ev cih her çend di gelek sehneyan de cihê xwe dîtibe jî di rastîya xwe de nîne û cihekê çêkirî ye. Lê tişta xweş ev e ku vî cihî ilhama xwe ji bîraxaneyeka bi navê McGee girtîye li rojavayê New Yorkê. Heçê bixwaze dikare wekî alternatîfekê biçe wê derê.