Van salên dawîyê, teknolojîya jîrîya çêkirî (AI) di bazarên cîhanî de şoreşek çêkir. Pargîdanîyên teknolojîyê yên wekî Nvidia, Microsoft û Meta, bi bandora vê coşa jîrîya çêkirî, nirxên parên wan gihîştine astên rekorê û endeksên Wall Streetê jî qozeyên xwe yên dîrokî nû dikin. Lê belê, ev pêşkeftina bilez, bi xwe re metirsîyên cidî jî tîne ku krîza dot-com a salên 1990an tîne bîra mirovan.
Ev nivîs, hişyarîyên aborînasê sereke yê Apollo Global Managementê Torsten Sløk û analîstên BTIGê destnîşan dike ku nirxên parên jîrîya çêkirî gihîştine astên xeternak. Bi vê nivîsê em ê li ser metirsîyên mihtemel ên jîrîya çêkirî û wekhevîyên wê bi krîza dot-comê re rawestin.

Coşa Jîrîya Çêkirî û Dînamîkên Bazarê
Jîrîya çêkirî, bi taybetî piştî ku ChatGPT li dawîya sala 2022yê ji raya giştî re hate vekirin, di sektora teknolojîyê de bûye wekî tsunamîyek. Pargîdanîyên wekî Nvidia, ku çîpên jîrîya çêkirî yên pêşketî-teknolojî hilberînin, bingeha vê teknolojîyê ava dikin û nirxên wan ên bazarê derbasî trilyon dolaran bûye. Mînak, Nvidia li sala 2024ê bû yekem pargîdanî ku nirxê wê yê bazarê 4 trilyon dolar derbas kir. Endeksa S&P 500, li Tîrmeha 2025ê gihîşt 6302 pûanan û rekoreka nû tomar kir, dema ku endeksa Nasdaq, ku bi giranî li ser teknolojîyê ye, di sala dawîyê de %16 nirx qezenc kir. Ev pêşketin bi bawerîya bi potansîyela jîrîya çêkirî ya ji bo zêdekirina berberîyê û afirandina modelên karsazîyê yên nû tê piştgirîkirin.
Lê belê, ev xweşbînî ji hêla hin pisporan ve wekî pimpimokeka/nepoxeka xeternak tê dîtin. Aborînasê sereke yê Apolloyê Torsten Sløk dibêje ku rêjeyên biha/qezenc (F/K) yên paren jîrîya çêkirî ji qozeya krîza dot-com a 1999ê jî derbas kirîye. Di dema dot-comê de, rêjeya F/K ya 10 pargîdanîyên herî mezin ên S&P 500 25 carî bû, lê îro ew nêzî 30 carî ye. Sløk hişyarî dike, “Dema ku veberhênerek 100 dolar li S&P 500 veberhênan dike, ew difikire ku ew li 500 pargîdanîyan veberhênan dike, lê di rastîyê de ew li Nvidia û çîroka jîrîya çêkirî dilîze.” Ev yek nîşan dide ku bazar bi çend lîstikvanên mezin re zêde girêdayî ye, ku ev jî metirsîya kombûnê zêde dike.

Wekhevî û Cudahîyên bi Krîza Dot-Comê re
Li dawîya salên 1990ê, bi pêşkeftina teknolojîyên înternetê, parên pargîdanîyên dot-com bi heman coşê bilind bûn, lê hêvîyên ne realîstîk û modelên karsazîyê yên bê qazanc, li sala 2000’ê bûn sedema teqîna nepoxê. Endeksa Nasdaq piştî vê krîzê 15 salan li benda vegera qozeya xwe ya berê ma. Îro, metirsîyên der barê balona jîrîya çêkirî de hin taybetmendîyên krîza dot-comê nîşan didin: nirxên zêde bilind, veberhênanên spekulatîf û hêvîyên mezinbûna bêdawî.
Lê cudahîyên giring jî hene. Di dema dot-comê de, gelek pargîdanî bê qazanc bûn, lê îro pargîdanîyên teknolojîyê yên wekî Nvidia, Microsoft û Apple xwedî qazancên bilind û bîlançoyên bi hêz in. Mînak, mezinbûna bilez ya Nvidia ji ber daxwazîya domdar a ji bo çîpên wê yên teknolojîya pêşkeftî tê piştgirîkirin. Digel vê yekê, pisporên wekî Sløk hişyarî dikin ku ev bingehên bi hêz jî nikarin nirxên bêsînor rewa bikin. Ji bilî vê, berevajî krîza dot-comê, polîtîkayên faîzê yên nerm ên Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) dikarin teqîna nepoxê dereng bixin. Pisporên UBSê, îhtîmala senaryoyeka nepoxê heta dawîya 2026ê wekî %25 dinirxînin.

DeepSeek û Dînamîkên Nû yên Pêşbazîyê
Yek ji faktorên ku nîqaşên li ser nepoxa jîrîya çêkirî geş dike, pêşkeftina destpêşxerîya Çînî DeepSeek e. DeepSeek, bi modela xwe ya jîrîya çêkirî ya bi navê R1, ku bi lêçûnên kêm û performansa bilind xebatê dike, pargîdanîyên wekî ChatGPT ya OpenAI li pey xwe hişt û di bazarên Amerîkî de şokek çêkir. Modela DeepSeek, ku kêm hêza hesabkirinê hewce dike, girêdayîbûna bi hilberînerên çîpên teknolojîya pêşkeftî yên wekî Nvidia dixe nava pirsê. Ev yek bû sedem ku li Çileya 2025ê Nvidia di rojekê de 589 milyar dolaran windahîyeka rekorê çêbibe.
Serkeftina DeepSeek dikare bi kêmkirina lêçûnên pêşxistina jîrîya çêkirî sektora vê teknolojîyê bêtir bigihîne. Lê ev yek di heman demê de marjînalên qazancê yên lîstikvanên heyî tehdît dike. Wekî ku CEOyê Salesforceê Marc Benioff gotîye, “Yên ku di destpêkê de pêşeng in, ne her gav yên dawî ne ku bi ser dikevin.” Destpêşxerîyên nûjen ên wekî DeepSeek, bi metakirina bazara jîrîya çêkirî, dikarin nirxê ji pargîdanîyên teknolojîyê yên mezin ber bi lîstikvanên piçûktir ve biguhezînin.

Metirsîyên ji bo Vebirhêner û Bazarê
Metirsîya teqîna nepoxa jîrîya çêkirî ne tenê pargîdanîyên teknolojîyê, di heman demê de dikare bandorê li bazarên cîhanî jî bike. Apple, Microsoft, Alphabet, Amazon, Nvidia, Meta, Tesla ku zêdetirî %30ê S&P 500ê pêk tînin, ger bi daketinê re rû bi rû bimînin, dikarin aborîya Amerîkayê û bazarên cîhanî yên girêdayî wê bihejînin. Pêşkêşkirina alternatîfên bi lêçûnên kêm ji hêla pargîdanîyên Çînî ve, metirsîya ku veberhêner nikarin li hember veberhênanên xwe yên bi milyar dolaran vegerê bistînin zêde dike.
Wekî din, geşepêdana bilez a teknolojîyên jîrîya çêkirî, metirsîyên rêkûpêkkirinê jî bi xwe re tîne. DeepSeek ku ji hin pirsên nakokîdar re bersiv nade, kontrola hişk a Çînê ya li ser teknolojîyê nîşan dide. Berevajî vê, li Amerîkayê ji bo rêkûpêkkirina pêvajoyên pêşxistina jîrîya çêkirî gavên nû tên avêtin. Mînak, tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê fermanekê îmze bike da ku mezinbûna jîrîya çêkirî piştgirî bike.

Encam: Nepoxa Diteqe an Veguhertinek Çêdibe?
Jîrîya çêkirî, bê guman teknolojîya paşerojê ye. Lê dînamîkên bazara heyî metirsîyên ku krîza dot-com a 1999ê tîne bîra mirovan dihewîne. Nirxên zêde bilind, metirsîya kombûnê û alternatîfên bi lêçûnên kêm ên lîstikvanên nû, ji bo veberhêneran bangek hişyarîyê ya cidî ne. Ji alîyekî din ve, berevajî krîza dot-comê, bingehên bi hêz ên pargîdanîyên teknolojîyê yên îro û sepanên cîhana rastî yên jîrîya çêkirî nîşan didin ku ev teknoloji xwedî potansîyeleka guherbar ye.
Ji bo veberhêneran û bazarê, pêdivî ye ku di navbera potansîyela demdirêj a jîrîya çêkirî û metirsîyên kurt-dem de hevsengî bê çêkirin. Destpêşxerîyên wekî DeepSeek, bi zêdekirina pêşbazîyê dikarin nûjenîyê bilez bikin, lê di vê pêvajoyê de hin pargîdanîyên mezin dikarin zirarê bibînin. Di encamê de, gelo nepoxa jîrîya çêkirî biteqe an na, cîhana teknolojîyê careka din di ceribandineka mezin re derbas dibe. Serketîyên vê ceribandinê tenê yên herî nûjen û adapteyî bin dê bibin.
