Mewlana Xalidê Şarezorî xelkê Silêmanîyê ye ji qezaya Qeredaxê, di sala 1193an de bûye. Li Silêmanîyê li cem Mela derwêşekê Mihemedê Reş xwendîye. Medreseyên li Kurdistanê dixwîne û bi nav û deng dibe. Diçe Hecê, li wê derê derwêşekê Hindistanî nas dike û bi rêya wî diçe Hindistanê. Ew derwêş, derwêşê şêxekê ku navê wî Şêx Ebdullahê Dewlewî ye. Mewlana Xalid jî salekê li cem wî dimîne û pişt re Şêx Ebdullahê Dehlewî, Mewlana Xalidî wek xelîfe rêdike Kurdistanê.
Dema tê Silêmanîyê berî wî Şêx Marûfê Nodî karîger e li wê derê li ser tarîqeta Qadirîtîyê. Mewlana Xalid li Silêmanîyê cihê xwe ava dike, tesîra wî çêdibe, xelk bi ser de diçe li dorê kom dibin. Keyfa Şêx Mihemedê Nodî ji vê yekê nayê û wî aciz dikin. Mewlana Xalid ji şer û nexweşîyan hes nake lewma berê xwe dide Bexdayê li wê derê karên xwe dike. Pişt re Mîrê Baban gazî wî dike, tê Silêmanîyê dîse nexweşî çêdibe û ew jî dîse vedigere Bexdayê û paşê jî berê xwe dide Şamê. Piştî şeş heft salan li wê derê di temenekê ciwan de bi nexweşîya tawûnê wefat dike, qebra wî li Şamê ye. Belkî xelîfetî dabe nêzîkî sed insanan. Teb’en Mewlana Xalid hema bêje xelîfe şandiye hemû deran, lewra ew wekî damezrînerê Xalidîtîyê tê nasîn li Rojhilata Navîn. Li Kurdistanê sê tekya hene bandora wan gelek çêbûye; li Colemêrgê Tekyaya Nehrîyê, li Cizîrê Tekyaya Besretê û li Kurdistana Êraqê Tekyaya Tewîleyê.
Ji van tekyayên he şaxên nû vedibin ku şêxên wan tekyayan xelîfeyên xwe dihinêrin bo cihên dî. Êdî piştî nîveka sedsala nozdehem tesîreka mezin çêdibe û Terîqeta Xalidîtîyê tam bi hêz dibe û belav dibe. Yek ji sedemên belanbûna wî ew e ku bela xwe li kesekê nedaye.
Her weha dîwana Mewlana Xalidî bi farisî ye tê de hindek helbestên bi kurdî jî hene û Eqîdenameya wî bi kurdî/soranî ye û pexşankî nivîsîye. Hinek helbestên wî hene bi hewramî ne. Bi şêweya helbesta xwemalî ya Ehlî Heqê nivîsindîne. Li ser eqaîdê, fiqhê, tesewufê gelek berhemên wî yên manzûm ên erebî hene.
Xaleka din a pir giring ew e ku li cihên mîrektîyên kevn vê carê tekya tên avakirin û ew tekya dikevin şûna mîrektîyan û rola wan ya civakî werdigirin. Bo nimûne li şûna Mîrektîya Miksê Tekyaya Xeydayê; li şûna Mîrektîya Colemêrgê Tekyaya Nehrîyê, li şûna Mîrektîya Cizîrê Tekyaya Besretê û hwd tên avakirin. Ji alîyê dînî; hiqûqî, sîyasî, perwerde, îqtîsadî û edebîyatê ve wek rêvebirê civakê ne û hemî tişt bi awayekê fiilî di destê wan de ne. Lewra navê vê serdemê Serdema Edebîyata Xalidîtîyê ye. Di tarîxa kurdan de serdem û dewrek nû ye.
(Damezrînerê vê terîqetê Şêx Behaeddînê Nexşebendî (Şahê Nexşebend) ye û xelkê Ozbekistanê ye bes wê demê navê wê minteqeyê Xoresan bû. Piştî wî li Hindistanê Îmamê Rebbanî ye, pişt re Şêx Ebdullahê Dewlewî û paşê jî Mewlana Xalidê Şarezorî ye.) Wateya Nexşebendîyê, girêdana dilî ye ji dinyayê bo xwuda û axretê. Bes Mewlana Xalid ev tarîqet gelek mezin kirîye û li her derê belav kirîye lewra êdî bûye Nexşebendîtîya Xalidîtî navê vê terîqetê.