• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Euro 2024ê Dest Pê Kir

Euro 2024ê Dest Pê Kir
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Organîzayona Futbolê (talanê) ya Ewrûpayê, Euro 2024ê bi mêhvandarîya Elmanyayê dest pê kir. Bê guman Şampîyonîya Futbolê ya Ewropî Euro 2024, an jî bi gelemperî wekî UEFA Euro 2024 tê zanîn, yek ji mezintirîn bûyerên futbolê yên navneteweyî ye li Ewropayê û dinyayê.  Ev turnûva, 17emîn dewreya Şampîyonîya Futbolê ya Ewropayê ye û her çar salan carekê ji hêla sazîya rêveberîya futbolê ya navneteweyî UEFA’yê ve tê lidarxistin.

Îsal jî di navbera 14 Hezîran û 14 Tîrmehê de li Elmanyayê tê organîzekirin. Bi tevahî 24 tîmên neteweyî beşdar dibin bi mêhvandarîya Elmanyayê. Ev şampîyonî cara pêşîkê di sala 1960ê de hate lidarxistin û ji wê rojê ve bala hezkirên futbolê kişand.

Bi Mêhvandarîya Elmanyayê Tê Lidarxistin

Her wekî hatî gotin Euro 2024, dê li Elmanyayê bê lidarxistin. Jixwe Elmanya wek welatê mazûvanîya tûrnûvayê di dîroka futbolê de xwedî cihekî giring e û tê çaverêkirin ku bi vê organîzasyonê car din dilê futbolhezan bikişîne vî welatî. Wekî welatê mêvandar, Elmanya hem di warê serkeftina werzişê û hem jî di warê kalîteya rêkxistinî de hêvîyên mezin digire.

Amadekarîyên ji bo Euro 2024ê gelek hûrgilîyên wekî nûkirina stadyuman, karên binesazîyê û tedbîrên ewlehîyê hene. Bajarên mazûvanîya turnuvayê bikin bajarên mezin ên wekî Berlîn, Munchen, Koln, Hamburg û Frankfurtê ne. Ev bajar dê ji bo temaşevanên futbolê atmosfereka xweş peşkeş bikin û di seranserê şampîyonîyê de mazûvanîya bûyerên cihêreng bikin.

Lîsteya Kom û Tîman Weha ye:

Kom A: Elmanya, Skoçya, Macaristan, Swîsre.

Kom B: Spanya, Xirwatîstan, Îtalya, Arnawûdî.

Kom C: Slowenya, Danîmarka, Sirbîstan, Îngilîstan.

Kom D: Polonya, Hollenda, Avusturya, Frensa.

Kom E: Belçîka, Slovakya, Romanya, Ukrayna.

Kom F: Gurcistan, Portekiz, Turkîya, Komara Çekan.

Di Maça Vekirin Elmanya bi Ser ket

Pêşbirka vekirina li Stadyûma Munîhê Allianz Arenayê hate lîstin di navbera Elmanya û Skoçyayê de. Di encama pêşbirkê de Elmanyayê 5 û 1 karî Skoçyayê.

Maça Fînal Kengî û li Ku ye?

Ji perspektîfa werzişê, tê payîn ku Euro 2024 bibe şahidê pêşbazîya tîmên neteweyî yên herî baş ên Ewropayê. Tîmên ku dê beşdarî tûrnûvayê bibin dê piştî pêşbirkan dîyar bibin û di qonaxên curbicur ên wekî qonaxa komê, maçên pêşbirkê û fînalê de bikevin pêşbirkê. Fînala şampîyonîyê dê 14ê Tîrmehê bi coşeka mezin li Berlînê li Standyûma Olîmpîyatê seet li 22.00ê bê lîstin.

Pergala Pêşbirkan Çawa ye?

Şampiyonî dê bi beşdarîya bîst û çar tîman bê lidarxistin. Di qonaxa komê de, tîm dê di şeş komên çar tîmî de bikevin pêşbazîyê. Diwanzdeh tîmên ku di komên xwe de di her du rêzê yekem de bi dawî kirîn û di nav tîmên ku di rêza sêyem de bi dawî kirîn de dê çar tîmên herî baş beşdarî qonaxa 16an bibin. Heta fînalê dê li yek pêşbirkê werin hemberî hev. Fînal jî dê li 14ê Tîrmehê bê lîstin.

Euro 2024 Dê li Kîjan Bajaran Bê Lîstin?

Ji bo pêşbirkan 10 bajar hatin hilbijartin. Bajar û hejmara kursîyên stadyûmê weha ne;

  • München (stadyuma 67,000)
  • Berlîn (70,000)
  • Köln (47,000)
  • Dortmund (66,000)
  • Düsseldorf (47,000)
  • Frankfurt (48,000)
  • Gelsenkirchen (50,000)
  • HamLeszg (50,000)
  • Leipzig (42,000)
  • Stuttgart (54,000).

Euro 2024 dê ji bo temaşevanên futbolê bibe bûyerek balkêş û temaşevanên ji çar alîyên Ewrûpayê dê ji vê bûyera mezin kêfxweş bibin. Digel vê yekê, bûyerên werzişê yên weha mezin di heman demê de beşdarîyeka giring di sektora aborî û geştîyarîyê ya welatê mêvandar de jî dike.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.