Di romana Bextiyar Elî ya vê dawiyê bi zaraveyê kurmancî, ji Weşanên Neqşê û Weşanxaneya Şilêrê derketî de, Tariq Akansû wekî peywîrdarekî tê Amedê û erka wî ew e, di serî de Amedê, vê erdnîgariya tirkîneaxêv, vê erdnîgariya ji şanaziya tirkbûnê bêpar bi tirkî û tirkbûnê re negunciye, bi tirkî û tirkbûnê re biguncîne. Em dibînin ku, Tariq Akansû bi awayekî şid û zordar li erka xwe radibe û her tiştê dike bo vê yekê. Ji ber ku miijara me şewata Cûdiyê ye, em ê derbarê romanê de neaxivin û bi kurtî behsa Tariq Akansûyî bikin. Tariq Akansûyê bi erka tirkkirinê re li wir e, ji xwe re bernameyekê amade dike û dest bi pêkanîna vê bernameyê dike. Lê ew bixwe vî welatî tirkîneaxêv, bi dar û berên wê re wekî hov, barbar dibîne û tim dibêje zimanê van zimanê teyrên hov in, ew heya ajalên li daristan û çiyayên xwe hov in û bi vê re li çiya û daristanên vê welatî dest bi nêçîrê dike. Bi her nêçîra xwe wisa kêfxweş dibe, wisa serbilind dibe û digihîje bextewariyeke wekî erka xwe bi cih anîbe. Heya kuştina ajalên li van çiya û daristanan jî ji aliyekî ve wekî têkbirina hovîtî û bêçandîbûna vê welatê netirk û ji şanaziya tirkbûnê bêpar bû. Bi kurtî Tariq Akansûyî gava gulleyên xwe li tarîtiyê direşandin, armanca wî ne tenê ew tarîtî bû, armanca wî ew welatê wekî tariyê pênasekirî bû; wî bi gulleberdanê ew tarîtî têk dibir.
Me bi romana Bextiyar Elî dest bi nivîsa xwe kir lê wekî nav jî li ser e, armanca me ew e em behsa şewata Cûdiyê bikin. Bi qasî çend rojek berê li Cûdî, careke din şewat derket û Cûdî bi şewata xwe ket rojeva me. Me got careke din, çimkî ev ne cara ewil e Cûdî yan çiya û daristaneke Tariq Akansûyî berê tifeka xwe dayî, bi şewat yan jî bi darbirînê dikevin rojeva me. Heya Baroya Şirnexê çend caran daxwiyanî dan û heya di daxwiyaniya xwe ya di 2022yan dayî de behsa hin rêjeyên Rêveberiya Giştî ya Daristanan yên di çarçoveya “bêdarkirin”ê de kirin û li gorî daxwiyaniya wan, rêjeya salane ya Rêveberiya Giştî ya Daristanan wekî ji sedan 7-8 eşkere kirî, rêjeyekî nerast bû û rêjeya talana li vê xwezayê hatî kirin ji 7-8ê gelekî xirabtir bû…
Cûdî di nav gelê Şirnexê wekî çiyayê miradan, çiyayê mirazan tê dîtin û ew Cûdiyê wekî Cûdiyê Miradan binav dikin. Ev navlêkirin nîşana baweriya gelê Cûdiyê ya ji Cûdiyê ye. Her wiha derhêner Semîha Yildiza li quntara Cûdiyê mezin bûyî, bi kurtefîlmeke anîmasyonî behsa Cûdiyê Miradan kiribû ku navê kurtefîlmê jî Cûdiyê Miradan e. Semîha Yildiz di roportajekê de behsa kurtefîlma xwe û navê wê jî dike û dibêje: “Li Şirnexê nabêjin Cûdî, dibêjin Cûdiyê Miradan.” Di Cûdiyê Miradan de em ewil herka xwezayê ya çar demsalan dibînin. Cûdî bi xwezaya xwe ve wekî bihûştekê ye; ajal, dar û berên Cûdîyê di nav şênahîya xwezayê de azad û zindî ne. Dû re Tariq Akansûyên vê xwezaya azad û şên wekî tarîtîyekê dibînin, gulleyan li Cûdiyê direşînin, Cûdiyê bi gulleyên xwe dişewitînin, dikujin. Ango ya dişewite Miradê Cûdiyê ye. Şewata ev çend rojeke dîsa li Cûdiyê derketî ne şewateke taze ye û ji ber ku nahêlin bê vemirandin Miradê Cûdiyê her dişewite.
Çavkanî
Elî, B. Dagirkirina Tarîtiyê, (wer. Besam Mistefa), Weşanên Neqşê û Weşanxaneya Şilêrê, 2022.
https://www.gazeteduvar.com.tr/sirnak-barosundan-ikinci-rapor-agac-kesimi-korkunc-
boyutlara-ulasti-haber-1572372
Rastiya Cûdiyê Miradan – Yeni Özgür Politika (ozgurpolitika.com)