Muzîk û deng û awaz dermanê ruhî ye. Mirov xwe her tim dispêre stranan çi di xemgînîyê de; çi jî di şahîyê de be. Muzîk, gelek caran wekî dengekê, awazekê yan jî melodîyekê tê pênasekirin. Lê bi çi hestê be ferq nake dema em dilê xwe dispêrin stranan, wê demê em dibînin ku di rastîyê de muzîk ew pêwendî ye ku têkilîyekê çêdike di nav peyv û melodî û hastên me de. Li dû vê yekê em ê berê xwe bidine hunermendê muzîkê yê qedirbilind Reşîd Sofî ku berê çend rojan ji vê dinyaya mecazî koçî dinyaya rastî kir. Reşîd Sofî di sazkirina vê pêwendîyê de hunermendekê hoste bû. Wî bi dengê xwe yê zelal û tenê bi amûreka muzîkê karî xwe bigihîne gîyan û hestên guhdarvanan.
Kurtejîyana Reşîd Sofî
Reşîd Sofî di sala 1953an de li bajarê Kobanê yê Rojava ji dayik bûye. Di malbateka dîndar de mezin bûye lê bi gotina wî ne dîndarîyeka hişk û dijwar bû. Bavê wî miftîyê Kobanê bû û gelek caran helbestên Melayê Cezîrî dixwendin. Sofî, ji ber ku di malbateka dîndar de mezin bûye ji piçûkanî de Qur’an dixwand û dengê wî pir dihat ecibandin. Bi gotina Sofî eleqeya wî ya yekem bi muzîkê re bi lorikên ku dîya wî digotin dest pê dike. Lê belê, rêwîtîya wî ya mûzîkê ya rastî li Helebê dest pê kir.
Reşîd Sofî di salên xwe yên dibistanê de bi xwendina îlahîyan bandorê li mamosteyên xwe dike û di 7 salîya xwe de bi teşwîqkirina mamosteyekê dest bi perwerdeya muzîkê dike. Her çendî ji kesayetên pêşeng ên muzîka erebî îlham girtibe jî dilê wî her tim bo awazên gelê xwe lêdixist.
Sofî di salên xwe yên ciwan de, dema di dibistana navîn de xwendekar bû ji mamosteyê xwe fêrî lêxistina ûdê dibe. Bi vî awayî, rêwîtîya xwe ya muzîkê gavek din pêş de dibe. Di sala 1978an de Sofî bi dizî ji malbata xwe diçe Misirê û perwerdeya muzîkê dibîne. Reşîd Sofî, tevî astengîyên li hember stranbêjîya wî ya ji ber oldarîya malbatê, dev ji xeyalên xwe bernade û ji bo pêşxistina hunera xwe gavên mezin diavêje.
Karîyera Reşîd Sofî û Destkeftîyên Mezin
Dema Reşîd Sofî ji Misirê vedigere, Dar Elopera û Peymangeha Bilind ya Mûzîkê bawernameyeka sembolîk didin wî. Paşê di sala 1985an de li Helebê peymangeheka mûzîkê didamezirîne û ev yek jî dibe nîşana pabendbûna wî bi hunerê re. Li bajarên wekî Şam û Helebê dersên “Meqamatan” dide û hûrgilîyên mûzîkê vediguhêze. Dîsa ji alîyê Sendîkeya Hunermendan li Şamê, Helebê, û Humsê tê xelatkirin. Li Herêma Kurdistanê jî tê xelatkirin û di dawîyê de jî Arta fm wî xelat dike.
Her weha di navbera salên 2004-2005ê de li gelek cihên wekî Ukraynayê, Moskowê, Misirê û Şamê bername li darxistine. Reşîd Sofî, yek ji ûdjenên herî baş li ser asta cîhanê tê hejmartin û bi vî awayî di warê hûnerê de ne bi tenê ji bo xwe ji bo nifşên pêşerojê jî pirek çêkirîye.
Têgihiştin û Şêwaza Hunerî ya Reşîd Sofî
Reşîd Sofî heta îroj ji bo ku hunera xwe biafrine bi tenê ûd bi kar anîye. Li gorî wî divê huner azad be û ûd jî amûreka azad bû. Sofî, dixwast bibe deng û hunermendê gelê xwe. Li gorî wî divê hunermend behsa welêt bike, bibe dengê êşên gelê xwe û di sîyasetê de bêalî bibe.
Reşîd Sofî di jîyana xwe ye 72 salan de her tim ji bo pêşxistin û nasandin muzîka kurdî tekoşîn kir. Ew kesekî dilsozê çand û welatê xwe bû. Sofî ne bi tenê hunermend bû, di heman demê de qazidekê çandî bû û mirateka nemir li pey xwe hişt.
Berî ku ez nivîsa xwe bi dawî bikim dixwazim hezkirina wî ya welêt bi peyvên wî ji we re pêşkêş bikim, Hunermend, milkê gelê xwe ye. Dema dûrî Kobanê dikevim wenda dibim. Dema wenda dibim ez diçim Kobanê li xwe digerim.
Eger hûn bixwazin guh bidin dengê hunermendê hêja, hûn dikarin guh bidin strana “Ez mêvanê dilê te me.”
Ez mêvanê dilê te me
Evîndarê bejna te me
Pir hêsirê çavê te me
Ji keçîka ez yarê te me
Rû xweşika min…
….
Jar û hejar im bi evînê
Serxweş û mest im li ser Zînê
Bi xorta re meşcivînê
Ez Memo me tu jî Zînê
Valentîna min…