Di gotinê pêşîyan ên Efrîkayê de gotinek wiha heye: “Heta şêr dîroka xwe nenivîse çîrokên nêçirê dê her dem pesnê neçirvanan bide.” Dema em li dîroka kurdan dinêrin kesayetên gelek mezin derdikevin pêşîya me. Lê mixabin em van kesayetên giranbiha ne baş nasdikin û ne jî baş dikarin bidin naskirin. Bi rastî kesên bîyanî ji me bêhtir li ser van mijaran serê xwe diêşînin. Helbet ev kesên bîyanî di xebatên xwe yên li ser dîroka me de zimanê xwe bi kar tînin. Dîsa mixabin em dîroka xwe pê xebatên bîyanîyan û bi zimanê bîyanîyan hîn dibin, ji ber vê yekê divê em xebatên xwe yên zimanê xwe zêdetir bikin. Em dê vê di nivîsa xwe de li ser jîyana Îsmaîl Ebul-îz Cizîrî û xebatên wî bisekinin.
Werin em mucîdê me yê mezin ji nêzik ve nas bikin. Navê wî di pirtûkan de wek Îsmaîl Ebul-îz Bîn Razzaz El-Cizîrî derbas dibe. Cîhana rojava wî wek Cazarî(Gazarî) nas dikin. Îsmaîl Ebul-îz di sala 1153yê de li taxa Tor (Daxkapi) ya Cizîra Botan de hatîyê dinyayê. Ew ji eşîra Botan e. Navê bavê wî Rezzaz e. Nasnavê wî jî wateya bavê rûmet û şerefê de Ebul-îz e. Ji ber ku mucîdek bêhempa ye jê re ‘‘Bedîuzzeman’’ jî hatîye gotin. Ji bilî van wek mezinê karkeran jî nav daye.
Îsmaîl Ebul-îz endezyarek e ku di dema Artûqîyan de, derdora sala 1200an de li herêma Amedê (Amîdê) jîyaye. Cizîrî ku 25 salan (1181- 1206) di Qesra Artûqî de mihendîsîya sereke ya qesrê kirîye, nûnerê xurt ê kevneşopîya ku di serdema Helenîstîk de bi navê Pnomatîk û di serdema pêşkeftî ya şaristanîya Îslamê de bi navê Hîyel tê zanîn e. Têgeha hîyel tê wateya “zanîn û pratîkên di derbarê teknolojîya mekanîkî û endezyarîyê de”. Cizîrî îro weke endezyarê herî girîng ê tevahîya Serdema Navîn tê dîtin. Beşek girîng ji makîneyên wî di berhema wî ya bi navê Kitâb el-Câmi’ beyn el-‘ilm ve el-‘amel en-nâfi’ fi sınâa’ti’l-hîyel de, bi kurtî bi navê Kitab- ûl Hîyel tê zanîn de hatîye nivîsandin. Kitab-ûl Hîyelê li ser daxwaza mîrê Artûqîyan Nasireddîn Mahmud (1200-1222) berhev kir. Navê tevahîya pirtûkê dikare wekî ” Lihevhatina Zanîn û Pratîkê di Zanistîya Mekanîkî de” were wergerandin.
Cizirî di pirtûka xwe ya ku di sala 1206 an berî wê de temam kirîye, li gorî nusxeya herî kevn, saetên avê, saetên mûmê, konteynir û cerbên ku di zîyafetan de tên bikaranîn, amûrên şûştina destan û avdanê, amûrên pîvandinê yên di berhevkirina xwînê de, amûrên mûzîkê yên otomatîkî vedibêje, robotên cihêreng hwd…
Ew behsa amûrên pompakirina avê, makîneyên ku pompeyên avê dixebitînin, amûrên ku dengên borîyê yên berdewam derdixin û amûrên cihêreng û hem jî teknîkên avêtina metalan, ku di şoreşa çandinîyê ya wê demê de pir bi bandor bûn, dike. Pirtûk yek ji kevintirîn destnivîsarên li ser pratîka endezyarîyê ye. Her çendî ku her yek ji makîne û amûrên ku di vê pirtûkê de hatine vegotin îcadeke girîng e jî pirtûk bixwe bi wêneyên xwe yên rengîn ên hêja û bi şêwaza vegotinê ve xebatek hunerî ya girîng e.
Cizîrî piştî 25 salan li qesra hikimdar wek serendezyar xebitî vedigerê Cizîra Botan. Di sala 1233’an de li wir koça dawî dike. Tirba wî li hewşa mizgefta Nuh Nebî tê çêkirin. Li ser tirba wî qubbe hatîye çêkirin.
Cizîrî di pêşgotina berhema xwe de sedema nivîsandina vê pirtûkê wiha vedibêje: “Rojekê ez li cem wî bûm û tiştê ku wî emrê min kir anîbûm… Wî bi tiştên ku ez difikirîm hîs kir û tiştê ku ez veşartim eşkere kir û ji min re got: “Te amûrên bêhempa çêkirine û bi hêza xwe ew kirine kar. Nehêlin ev tiştên ku we westîyayî û we bi temamî ava kirine winda bibin. “Ez dixwazim ku tu ji min re pirtûkek binivîsî ku van amûrên ku te îcad kirine bîne cem hev û ji her yek ji wan hilbijart û wêneyên wan bigire.”
“Min modela ku wî pêşkêşî min kir sepand û pêşnîyarên wî qebûl kir û ji bilî pêşkêşkirina min tiştek tune bû. “Min hêza xwe kom kir ku ez karên pêwîst bikim û ev pirtûk nivîsand.” (Cizîrî, 1990, r. 2; Hill, 1974, r. 3).
Mucîdê Cizîrî yê mezin li cihanê de yekemîn zanayê Sîbernitîkê ye. Belê îlmê sîbernitîkê zanista pevgihîştinê, kontrolkirin, hevsengî û arastekirina mirov û makîneyan e.Cizîrî bi serkeftî li ser rewşa hevsengîyê di sîbernîtîkê de an jî pergalên verastkirinê di elektronîk de xebitîye. Wî cûrbecûr makîneyên çêkir û di her makîneyên xwe de rewşek hevsengîyek cihê damezrand. Saeta rojê ya ku li hewşa Mizgefta Uluyê ya ku yek ji mizgeftên herî kevne ku li navçeya Sûra Navendî ya Dîyarbekirê ye, berhema alimê navdar El Cizîrî yê.
Tê zanîn ku saeta rojê ya ku perçeyek ji metal e ku li ser stûneke bi sermaye hatîye danîn û bi sîbera ku bi tevgera rojê li dora xwe dizivire demê nîşan dide, xwedî dîrokeke zêdeyî 800 salî ye. Saeta tavê ya berê li Qada Daxkapîya Dîyarbekirê bû û ji bo zirarê nebîne anîn hewşa Mizgefta Ûlûyê. Saeta rojê îro şikestî ye, ji ber vê yekê ji bo parastina wê bi zengilek hesinî hatîye dorpêçkirin û ji bo ku neyê xişandin, neqişandin û neçewisandin, bi hêlîneke hesinî hatîye dorpêçkirin.
Misînê Nimêjê yê Otomatîk
Ev misînê robot yê li jêr didanîn li ber hikimdarî, dema çivîka li ser devikê misîn diwîçîya ji nikilê werdekê av dihat. Û bi vî awayî hikimdar destnimêj digirt. (wêne-1)
Misînên Bi Çivîka Tawûs
Ev robot jî wek çivîka tawûs e. Stûyê tawûsê ji asta serî de bilind dibe. Û dûvîkê wê girtî ye. Ev robot dîsa ji bo destnimêjê hatîye bikaranîn. Kesê peywirdar ji devikê li dûvîka tawûsê avê vala dike hindirê tawûsê. Pozika gilover ya li ser serê dûvika tawûsê dema dihat kişandin, ji nikilê tawûsê ji bo destnimêjê av dihat. (Wêne-2)
Şirşirik
Di salên 803-878 de Benî Mûsa jî li ser şirşirik û gelek otomatan xebat kirîne. Ev sê birayên hanê di serdema xelîfê Ebbasî Mem’un de jîyane. Li qada fen û matematîkê de gelek jêhatîne. Bi rastî Cizîrî piştî van dema tê ew xebatên van kesan û yên din jî lêkolîn dike. Û gelekî jî pêşdetir dibe. Îsmaîl Ebul-îz vê yekê di pêşgotîna berhema xwe de jî eşkere dike. Benî Mûsa jî şirşirkan çêdikin. Lê Cizîrî yên gelekî ji wan pêşdetir çêdike. (Wêne-3)
Otomat
El Cizîrî ku wek bavê feraseta ‘makîna otomatîk’ tê dîtin, ji bo siltanên xanedana Artuqîyan ku di dema xwe de li Amedê desthilatdarî dikir, gelek saet çêkir. “Saeta fîlan”, yek ji berhemên herî balkêş e. Cizîrî; prensîbên Arşîmed û mekanîzmaya ‘saeta avê’ ya Hindî tevlihev dikir. Hat destnîşankirin ku ev saeta ku di destpêka salên 1200î de ji alîyê zanyar Îsmaîl Ebul-îz Cizîrî ve hatîye çêkirin, yek ji dîzaynên saetê yên pêşîn e. (Wêne 4)
Ejderên Cizîrê
Ji hêla fizîknas û dahênerê makîneyê “Îsmaîl Ebul-îz Bin Rezzez El Cizîrî” di sedsala 12’an de bi teknîka merişandinê ji tûncê hatîye çêkirin, wekî derbên derîyê hundirê Mizgefta Mezin a Cizîrê. Ejdehayên sfenksê dişibin mexlûqên bi bask ên bi çavên behîv, guhên tûj û ji bo ku baskên hev bixînin hatine çêkirin. Bedenên wan dişibin çermê maran. Yek ji ejderhayan sembola Dîcleyê û ya din jî çemê Feratê, serê şêrê li naverastê sembola gelê Cizîrê û ajelên li jêr jî sembola hêza şer e.