Mardin 1969 Sporê di maça fînala play-off’ê de Muş Spor bi skora 2-1 têk bir û derkete Trendyol 1. Lîgê.
Mardin 1969 Spor û Muş Spor di maça fînala play-off’ê de bûn reqîbê hev. Di derbîya de Mardin 1969 Spor 2-1 bi ser ket. Bi vê serkeftinê bilêda Trendyol 1. Lîgê bi dest xist. Her du tîmên giring ên Kurdan, Muş Spor û Mardin Spor, di navbera xwe de bi têkoşîna birayetî û rekabeta centilmenî li qadê, nimûneyeka xweş a yekîtî û hevkarîyê nîşan dan. Mardin Spor sala borî di 3. Lîgê de bûbû şampîyon û derketibû 2. Lîgê, îsal jî bi performansa xwe ya serkeftî careka dî karî derbikeve pileyeka jortir. Ev serkeftina sor û reşan, di nav temaşevanên futbolê yên herêmê de coşeka mezin çêkir. Mûşîyan Mêrdîn pîroz kir, Mêrdînîyan serkeftin xwestin bo Mûşê, sala bê.

Ji axa kevnar a Merdînê ve pêleka şahîyê bilind bû û îro di fînala play-offê de tevahîya dile kurdan dagir kir. Mardinspor, Muşspor têk bir û bû şampîyon, li dîroka xwe rûpeleka zêrîn a nû zêde kir. Ev serkeftin ne bi tenê encama maçeka futbolê bû; ew nimûneya herî bedew a ruhê biratîyê, yekîtî û hevgirtina erdnîgarîyeka bi hezaran salan bû.
Di dema maçê de bi hezaran temaşevanên ku trîbûnan tijî kiribûn, girêdana xurt a ji kolanên kevirî yên dîrokî yên Mêrdînê heta çîyayên bilind ên Mûşê careke din nîşan dan. Di bin formayên kesk-sor de her golek dihat avêtin, ne bi tenê tor dihejand, dil jî dihejandin. Rahêner û lîstikvanên Mardinsporê piştî maçê gotin: “Em ne bi tenê li dû topê digerin, em hêvîyên miletekê jî hildigirin.”

Evîna gelê kurd ji bo tîmên xwe, di vê fînalê de careka din bû destan. Temaşevanên ku Mûşspor jî wekî tîma heman erdnîgarî, heman çand û heman dilî dizanin, li hember hev rêz û evînê nîşan dan. Siloganên “Kî ne em? Em kurd in em, em yek in, em bi hev re ne!” ku ji tribûnên dijber bilind dibûn, stadyûm veguherandin meydana biratîyê. Ev ruhê ku hem serketî hem jî yê têk çûyî jî hembêz dike, ji bo futbola dinyayê jî ders bû.
Serokê Mardinsporê di daxuyanîya piştî maçê de got: “Ev serkeftin ya Merdînê ye, ya Muşê ye, ya hemû gelê kurd e. Serkeftina me ya rastîn ne skora li qadê ye, yekîtîya me ya li qadê û di tribûnan de ye. Li van axan ku çîya, deşt û çem bi biratî digihin hev, futbol bûye zimanê aşitîyê û hevgirtinê.”
Bi dengê fîtikê yê dawîn re kolanên Mêrdînê veguherîn cihê cejnê. Bi şiltaqan, govendan, tilîlîyan û stranên kurdî şahîya şampîyonîyê hate pîrozkirin. Ev ne bi tenê bilindbûna lîgê bû; ew pîrozkirina aydîyetê, serbilindîya aydîyetê û hevgirtineka bêhempa bû.

Serkeftina Mardinsporê wateyeka kûrtir ji qadên kesk re dihewîne: Gelê Kurd çawa ku xwedî li tîmên xwe derdikeve, wisa jî xwedî li hev derdikeve. Dema ew yek bin, ew nayên têkbirin; dema ew bi hev re bin, ew dibin efsane.
Silav li Mardinsporê!
Silav li Muşsporê!
Û ya herî giring, silav li wê yekîtîya mezin a kurdan û li wê dewlemendîya dilê me…
