Di sed salên dawî de kurdan çi fonksîyon daye perwerdeyê? Li gorî malbat û civakê fonksîyona perwerdeyê, peydakirina karekî û înşakirina kesayetîyekê ye. Divê perwerde me bike xwedîyê karekî. Dayîka min her ji min re dibêje “Ma qey çima edî ev mekteba te naqede?” Di dawîya perwerdeyê de karek tuneba, gelo çend kesan zarokên xwe dê bişanda zanîngehê? Divê perwerde ji me re kesayetîyeke li gor malbat û civakê çêbike û herwiha divê perwerde qetîyen kesayet û karekterekî jêpirsyarker, rexnegir, ramanger bi me ra çêneke ! Ku fonksîyona perwerdeyê ev be wê çaxê têkilîya me bi perwerdeyê re dikare wekî nezanîn bê pênasekirin. Perwerde hewce nake ku bi me ra zanînek çêbike, me zanadar bike. Ji ber wê perwerde me naguherine û azad nake û ji nav me rewşenbîr û entellektuelên mezin, deha dernakevin.
Ew têkilîya me tê wê wateyê ku em li dijî perwerdeya bi zanînê ne. Zanîn ronî dike, anormal dike, zanîn zîncîran dişikêne, derasayî dike û kesayetîyek ne li gor îqtîdar, civak û malbatê çê dike. Ji ber wê zanîn, perwerdeya bi zanînê xeternak û tirsnak tê dîtin. Dema ku em metnên klasîkên kurdî, weşanên kurdî yên destpêkê sed sala bîstemîn dinêrin têkilî û nêzikbûna bi zanînê re gelek erênî ye. Rewşenbîr û nivîskarên wan metnan, sedemê hemû têkçûnan, bindestî, kolonîbûyîn, serneketinên kurdan; wek nezanîn tê ditîn. Lêbêle di bîra me ya kolektîf de û di nav civaka me de hêjatîya zanînê tune ye; zanîn tiştek bêqîmet û nehêja ye. Ji ber wê kesên zana hem xwe hêja hîs nakin hem jî civak henekên xwe bi wan dikin û tu qedir û qîmetê nadin wan.
Bi kurtasî têkilîya me bi perwerde û zanîn ra ev e. Ji wê yekê xirabtir, ez nizanim di nav netew û civakê de din de jî heye an jî tune ye lê di wan pêncî, çil salên dawî de di nav kurdan de li hemberê zanînê ferasetek çebûye, ew feraset wek qeneat di nav civakê de berbelav bûye. Ew feraset ev e: “Zanîn êş e.”, “Zanîn ne bextewarî ye” û “Nezanîn bextewarî ye”.
Ev feraset, ferasetekî xelet, şaş, zirardêr, xwe xesandin e, geşneker, paşvebir, kêrnedêr, ne pragmatîst… Qe haya me ji me tune ye, em bi vê ferasetê nezanbûnê, cahîltîye her ji nû ve diafirînîn, weku tiştek rast û rind e pesnê nezanbûn û cahîltîyê didin, cahîltîye bilind dikin, dibêjin cahîl bibin û bi wê ferasetê em têralîya xwe rewa dikin.
Ev feraset ji kengî ve ye di nav me de çê bûye? Ev feraset di çil, pencî salên dawîn de di nav kurdan de çê bûye. Piştî salên heftêyî di nav kurdan de fikrên çepgîrî, felsefîk berbelavbûn. Bi wan fikran ew feraset di nav me de çêbûye.
Birastî jî mirovekî zîncîrên xwe şikandibe ew mirov êş dikêşe û ne bextewar e? Birastî jî zanîn êş e, ne bextewarî ye û nezanîn bextewarî ye, şadwerî ye? Welewkî ev feraset rast bibe jî em wê ferasetê red bikin û qebul nekin, li gor xwe zanînê watedar bikin. Lê ew feraset qetîyen ne rast û heqiqet e. Qetîyen nezanîn ne bextewarî û şadwerî ye. Qetîyen zanîn ne êş e. Qetîyen zanîn bextewarî ye. Çimkî nezanîn bi xwe êş e, ne bextewarî û şadwerî ye. Nezanîn, cahîltî êş û ne bextewerî ye wilo ku haya nezan û cahîl ji êş û nebextewarîya wî tune ye. Wekî gelek bindestan ku haya wan ji bindestbûna wan tune ye. Ev jî nîşanê me dide ku di bindest û nezan de hişmendîya xwezanînê çênebûye. Lê zanîn, di hebûna xwe de bextewarî û şadwerî, zewq e. Zanîn, mirovan ji civakê cîyawaz û bilindtir dike.
Feraseta “Nezanîn bextewarî ye û zanîn êş e ” gelo bandora wê li ser zarok û xortên kurdan çi û çawa ye? Ev feraset, di nava zarok û ciwanên kurd de têkilîyek çawa durist dike? Ev feraset di zarok û ciwanê kurd de îdrakek, nêzikbûnek çawa çê dike? Ji ber vê ferasetê di binhişê zarok û ciwanek kurd de fikra “Zanîn tiştek xirab e ez ji xwe re cahil bimînim” çê dike, naxwazin bibin xwedî zanîn. Zanîn weku ku tiştek tirsnak, xeternak û bitehlîke tê dîtin.
Feraseta zanîn êş e û ne şadwerî ye, cahiltî bextewarî ye di me de karekterek, kesayetîyek çawa ava kirîye? Kesayetîyek û karekterek melankolojîk, bohem, ne pragmatîst, ehmeq, mazoşîst… Xwedîyê zanînê nizane xwe keyfxweş bike, hebûn û zewqa jîyanê û keyfê bistîne, neheqî li zanebûna xwe dike û nizana heqê zanebûna xwe bide, hîsa hêja dîtina xwe li ser kişandina êşê ava dike. Li dinyayê ehmeqtîya herî mezin ev e, evqas ehmeq e ku nizane zanîna xwe bizivirine afirandînê, nizane zanîna xwe bi kar bîne, xwe bilind û azad bike.
Zanîn ne kesayetî û karekterek wilo ye, divê zanîn bi me ra kesayetîyek û karekterek jêpirsker, rexnegir, analîzker,çareserker, afirînêr, curetkar û cesaretkar,bixwebawer, qurre, mîzahhez, keyfxweş, şadwer, bextewar, azad û aram û kamgîr û kamiran çê bike. Em çawa vê ferasetê bişikênin? Armanca vê nivîsê ev e ku ev nîvîs ji bo şikandina vê ferasetê bibe kevirek. Ji bo avakirina feraseteke nû ya “Zanîn, hezwerî ye, bextewar, gewre û azad dike” bibe kevirek. Her wext û li her derê em dê bibêjin zanîn hezwerî ye, bextewar, gewre û azad dike!