Di 1955an de komek mirov di wê bawerîyê de bûne ku dê di 21ê Kanûna Pêşîn ya 1955an de qîyamet rabe û tenê ew kesên bawerîya xwe bi vê yekê bînin dê ji vê qîyametê xilas bibin; çimkî ji gerstêrka dûr a bi navê Clarion hin zîndeweran têkilî bi vê komê re danîye û ji wan re gotîye ger hûn nîveşeva 21ê mehê li mala serokê komê bin, dê keştîyeke esmanî we ji wir rake û hûn dê ji qîyametê xilas bibin. Gava ev kom vê agahîyê li ser rojnameyan belav dike û Leon Festinger vê agahîyê dixwîne, ev gelekî bala wî dikişîne û ji xwe vê pirsê dike: “Ger qîyamet ranebe dê bertekên endamên vê komê çawa bin; dê ji ya xwe bên xwarê û şaşitîya xwe qebûl bikin yan dê di bawerîya xwe de tûjtir bin û zêdetir li fikra xwe xwedî derbikevin?” Li gorî Festinger dê ev kom ji bawerîya xwe dûr nekeve û bereksê wê, dê bi awayekî hişktir li bawerîya xwe xwedî derbikeve. Ji bo çavdêrîya vê yekê Festinger û hevalekî wî bi awayekê dikevin nav komê û şeva 21ê Kanûna Pêşîn ya 1955an çavdêrîya bertekên komê dikin. Helbet qîyamet ranabe û tu tiştekî seyr rû nade, loma endamên komê li benda bersivekê ne. Û ew bersiva li bendê ne, di berê sibê, wekî her carê, ji serokê komê re tê: Yekbûna xwedê hate piştrastkirin û hûn xilas bûn.

Komê, bi awayê Festingerî pêşbînî dikir, bawerîya xwe neguherand û bereksê wê bi awayekî tundtir li bawerîya xwe xwedî derket û qewîbûna bawerîya xwe wekî sedema xilasîya xwe şîrove kir, ango li gorî wan ji ber ku bawerîya wan qewî bû, Xwedê bo xatirê vê bawerîyê qîyamet ranekir. Yanê wekî Festingerî texmîn kirî, kom ji bo ku bi fikrên xwe re nekeve nakokîyê û ev şaşîtî ji wan re nebe nakokîyeke venasînî li pişt fikr û bawerîya xwe sekinîye.
Festinger piştî vê yekê dibîne û di fikra xwe de rast derdikeve, dixwaze vê yekê biceribîne. Armanca Festingerî ew e wê yekê bibîne ka dema kirin û gotineke yekî li helwesta wî negire, ango di navbera gotinên wî û helwestên wî de nakokî hebe dê çawa tevbigere, dê li rêyan bigere da nakokîyê ji holê rake yan dê helwestên xwe li gorî gotin û kirinên xwe biguherîne. Ji bo ceribandina hîpoteza xwe, Festinger cerabeyeke seyr dike. Cerabe bi navê Cerabeya Pîvana Performansê tê pênasekirin (ji bo ceribîner nezanin ka di rastîyê de armanca cerabeyê çi ye) û ji sê qonaxan pêk tê; di qonaxa pêşîn de ceribîner di odeyekê de vîdeyan li ser maseya ewil bi destê rastê paşî bi yê çepê badidin û ev karekî têra xwe acizker e. Dema ev xilas dibe çavdêr ji ceribînerî re dibêje ger ew alîkarîya wan bike û ji ceribînerê ji der ve re bibêje ev karekî gelekî xweş e û kêfa mirovî jê re tê, dê lêkolîner bo vê yekê pereyan bidin wî/ê. Ceribîner vê yekê qebûl dike û ji kesê ji der ve re methê karî dike (kesê ji der ve jî lêkolîner e) û berî ji cihê cerabeyê derkeve pîvangekê lê didin dagirtin. Cerabe wisa hatîye sazkirin, ceribîner bi rastî jî wisa bawer dikin ku ev cerabeyeka performansê ye. Lê ya cerabeyê dîyar dike pereyê tê dayîn e. Ji bo alikarîya wan (alikarîya derewîn) ji hin ceribîneran re Euroyek, ji hinan re jî 20 Euro tê dayîn û ya tê meraqkirin ev e: gelo yê 20 Euro standî dê li gotinên xwe xwedî derbikeve yan yê Euroyek standî? Li gorî bîrdozîya fêrbûnê divê kesê 20 Euro standî li gotinên xwe xwedî derbikeve, çimkî wê bo vê yekê pereyeke berketî standîye. Lê Festinger dibêje na, li gorî wî divê kesê Euroyek standî li gotinên xwe xwedî derbikeve, çimkî wê pereyeke berketî nestandîye û gava ew pereyê standî û gotinên xwe berawird bike dê bikeve nava nakokîyekê, çimkî ji karekî gelekî acizker re gotîye ev karekî gelekî xweş û bikêf e lê ji bo vê gotinê tenê Euroyek standîye, yanê ji bo Euroyekê derew kirine. Li gorî Festinger, ji bo ceribîner nekeve nava vê nakokîya venasînî (cognitive dissonance/ bilişsel çelişki) dê li gotinên xwe xwedî derbikeve û bibêje ev bi rastî jî karekî xweş û bikêf bû, wisa bû loma min hevkarîya lêkolîneran qebûl kir û ji ceribînerê din re jî behsa xweşikîya wê kir, ne ji bo wî pereyî. Yanê dê ceribînerê Euroyek standî, ji bo ji nakokîya venasînî (cognitive dissonance/ bilişsel çelişki) xilas bibe, dê helwest û gotinên xwe li hev biguncîne û li pişt gotinên xwe bisekine.
Bawerîya Festingerî ew bû ku di nakokîya venasînî (cognitive dissonance/ bilişsel çelişki) de hêzeke dijber heye û ev hêz berê mirovî dide hewla kêmkirin yan jî ji holê rakirina nakokîyan. Yanê mirov xwedî ajoya guncandina hest, helwest, tevger û fikrên xwe ne û gava di navbera van de nakokîyek hebe dê hewla mirovî ber bi wê yekê ve be ku vê nakokîyê ji holê rake û ev ji bo jîyaneke normal û guncav pêwîst e. Berî ez vê nivîsê binivîsînim du mijarên din di hişê min de bûn lê dema şev ez ji xew rabûm û li ser tiştekî fikirîm, bi wê mijarê re têkildar, ev bîrdozî hate hişê min û ez hinekî li ser fikirîm û heya careke din bi xew re çûm gelek dem derbaz bû û roja piştê wê min biryar da tiştekî derbarê vê bîrdozîyê de binivîsînim da ber xewa min jî bikeve, ango xewa min bi beredayî neherimîbe.
Çavkanî
Smith, J. R. and Haslam, S. A. (2016) Sosyal Psikoloji – Klasik Çalışmaları Yeniden Değerlendirmek- (1. Baskı), (Çev. Ed: Çoker, Ç., Yurtdaş, G. T., Cesur, S.), Nobel Akademik Yayıncılık, Ankara. (tê de).
Miller, M. K. Clark, J. D. and Jehle Alayna (2015), Cognitive Dissonance Theory (Festinger), University Nevada, Reno, USA and R&D Strategic Solutions, USA