Kovara ‘Goal’ ku yek ji weşanên werzîşê yên cîhanê ye, li ser 20 lîstikvanên futbolê eşkere kir ku dikarin bibin namzetê Topa Zêrîn a ku her demsal ji hêla kovara futbolê ya Frensî France Football ve tê dayîn û wekî xelata herî bi prestîj a cîhanê tê hesibandin.
Di rêzbendîyê de lîstikvanên çaverêkirî hene. Di rêza yekem de ji tîma Real Madridê Viniciusê brezîlî namzetê herî xurt e bo ev sale. Di rêza duyem de dîse ji Real Madridê, Jude Bellinghamê heye ku bihatirîn talanevan e bi 180 milyon dolaran. Piştî wî bi heman nirxî ji PSGyê Kylien Mbappe heye ku di serdema nû de belkî transferî Real Madridê bibe. Stêrkê Cîhanî Lionel Messî ku herî zêde wî ev xelat wergirtîye bi 8 caran cihê xwe di rêza şazdemîn de dît. Stêrkekê dîtir Cristiano Ronaldoyê portekîzî her çend îsal dînyayek gol avêtibin jî cihê di nav bîst kesên ewil de nedît.
Lîsteya Namzetên Ballon d’Orê
- Vinicius Jr. (Real Madrid)
- Jude Bellingham – (Real Madrid)
- Kylian Mbappe – (PSG)
- Phil Foden (Manchester City)
- Florian Wirtz (Bayer Leverkusen)
- Harry Kane (Bayern Münih)
- Toni Kroos (Real Madrid)
- Erling Haaland (Manchester City)
- Rodri (Manchester City)
- Bukayo Saka (Arsenal)
- Rodrygo (Real Madrid)
- Antonio Rüdiger (Real Madrid)
- Mats Hummels (Borussia Dortmund)
- Declan Rice ( Arsenal)
- Kevin De Bruyne (Manchester City)
- Lionel Messi (Inter Miami)
- Bernardo Silva (Manchester City)
- Antoine Griezmann (Atletico Madrid)
- Mohamed Salah (Liverpool)
- Lautaro Martinez (Inter)
Xelata Ballon d’Orê Çi ye?
Ballon d’Or bi fransî tê wateya “Tala Zêrîn” û yek ji xelatên kesane yên herî bi prestîj e di futbola cîhanê de. Ev xelata ku ji aliyê kovara France Football ve tê dayîn, her sal ji baştirîn lîstikvanê futbolê yê cîhanê re tê dayîn. Xelat, ji sala 1956an ve tê dayîn û di destpêkê de bi tenê ji bo futbolîstên ewropî bû, lê ji sala 1995an û pê de ji bo futbolîstên çar aliyên cîhanê tê dayîn. Tala Zêrîn bi dengên ku ji hêla rojnamevan, kaptanên tîmên neteweyî û antrenoran ve tê destnîşankirin, li gorî performans, serkeftin û jêhatîbûna lîstikvanên futbolê têne xelatkirin.