• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

NASA Ditirse ku Îstasyona Fezayê Bi Ser Dinyayê de Bikeve

NASA Ditirse ku Îstasyona Fezayê Bi Ser Dinyayê de Bikeve
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Îstasyona Fezayê ya Navnetewî ku di sala 1998an de hatibû çêkirin, ji zû de ye emrê timam kirîye. Pêşîkê ji alîyê lêkolerên Nasayê ve hatibû dîyakirin ku emrê wê nêzîkî 15 salan e. Niha hewil û hewildanek heye ku rêyekê jê re bibînin û ji karîgerîyê derxin.

Panela Şêwirmendîyê ya Ewlehîya Fezayê ku girêdayî ajansa fezayê ye roja pênçşemê civînek li dar xistin. Di vê civînê de berpirsîyaran ragehandin ku heger îstasyon bê kontrol bikeve atmosferê dibe ku bikeve dinyayê û ser insanan. Di civînê de hate dîyarkirin ku divê “romorkorek fezayî” ya taybet bê çêkirin ku îstasyona berbehs ji rêgeha wê derxe.

Serokê ASAP’ê Patricia Sanders Der Bareyê vê Mijarê de Çi Got?

Serokê ASAP’ê Patricia Sanders a zanîn ku “bivêt nevêt roja dawîlêhatina emrê vê îstasyonê dê bê. Em wê rojê nizanin û nikarin dîyar bikin. Li ser vê yekê em nikarin destûrê bidin, ev îstasyonê bê kontrol ji rêgeha xwe derbikeve. Ev îstasyon gelek mezin e û ji bo insanan li dinyayê tehlokeyeka mezin e. Heger em bixwazin rê li ber vê karesatê bigirin divêt çavkanî bêne dayîn.”

Derketina ajoteka fezayî ji rêgeha xwe, ji bo NASA’yêne tiştekê nû ye. Lê belê Îstasyona Fezayê ya Navnetewî xetereyeka mezin di xwe de dihewîne lewma baldarîyekê dixwaze.

Îstasyona Fezayê Çi Qas Mezin e?

Dirêjahîya wê 358 metre ne ku heger bikeve û bi perçeyekê atmosferê derbaz bike dikare bi sanahî talgehekê (stadyûm) bi timamî biperçiqîne.

Plana NASA’yê Çi Ye?

Nasa dixwaze heta sala 2030an vê îstasyonê ji karîgerîyê derxe û ew difikirin ku vê yekê bi romorkorekê bikin. Li dû vê yekê ev romorkor dê îstasyonê dehf bide ber bi atmosferê ve ku ew bi xwe dê di atmosferê de bişewute biçe bes dê hewil bide perçeyên îstasyonê li dûrî niştecihan bikeve.

Daxwaza NASA’yê Çi Ye?

NASA’yê da dîyarkirin ku 180 milyon dolar veqetandine ji bo çêkirina vê romorkorê lê sermîyanê ji bo çêkirina îstasyonek dî 1 milyar dolar e. Ji bo ku ev yek bê cih jî NASA’yê daxwaz kir ku budçeya sala bê divê bikin 27,2 milyar dolar.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.