Hesta pêvebendîyê (in: belonging, tr: aidiyet), ango aîdbûnê hesteke xwezayî ya mirovan e û mirov li şûna tenêbûnê her tim li pey kom û civakan e, da bi endamîya wan re hesta xwe ya pêvebendîbûnê têr bikin, xwe ji tenêtîyê xilas bikin. Endambûna kom û civakan him mirovan ji tenêtîyê xilas dike û germîya ku mirovî li pê ne, pêşkêşî wan dike û him jî bi wê endamîyê re taybetmendî û rêzdarîyên kom û civakan jî ji endaman re tên pêşkêşkirin û mirov dikarin wan taybetmendîyan li ezitîya xwe bar bikin û bi wê ezitîya xwe qewîtir bikin.
Çawa ku her takekesek bi takekesbûna xwe re xwedî nasnaveke takekesî be û ew nasnav ji bo takekesî veqetandina wî ya ji yên din be, her weha kom û civak jî xwedî nav û nasnavan in û ew nav û nasnav him wan kom û civakan ji kom û civakên din vediqetînin û him jî bi berhevkirina endamên wan kom û civakan a li bin banê wan nav nasnavan re, hesta pêvebendîbûnê ya endamên xwe têr dike. Ango mirovên li pey xwemalîyê, bi endamîya kom û civakan re dibin xwedîyê nav û nasnava wan kom û civakan û bi vê re him hesta xwe ya pêvebendîbûnê têr dikin, him ezitîya wan bi xwedîbûna wan nav û nasnavan bilind dibe û him jî cihê xwe yê nav civakê dîyar û piştrast dikin. Ji vê nasnavê re nasnava civakî tê gotin û ev jî tê wateya nasnava mirovî ya civakî, yanê nasnava kîbûna mirovî ya civakî.
Hîskirina Xwemalîbûnê Çawa Pêk Tê?
Lêkolînên derûnnasîya civakî, piştrast kirine ku mirov bi tu awayî hev û du nas nekin û bi awayekî jixweberî li koman bên dabeşkirin û tu wateya nasnavê wê koma lê hatî dabeşkirin tune be û tu hevparîyên kesên li wê komê hatî dabeşkirin jî tunebin jî, gava navek li komê hate kirin û ji wan kesên lê hatî dabeşkirin re gotin hûn li bin navê A’yê komek in, dê ew kesên li wê komê hatî dabeşkirin li hemberî wê komê hesta pêvebendîbûnê hîs bikin. Bi kurtasî hesta pêvebendîbûna kom û civakan bi awayekî xwezayî bi mirovan re heye û loma îro her mirovek xwedîyê çendîn nasnavên civakî ye, ango endamê çendîn kom û civakan e.
Hîskirina Pêvebendîya Tîmên Futbolê
Ji malbatê bigire heya neteweyê, ji polê bigire heya hezkerên rengekê em xwedî gelek nasnavên civakî yên kom û civakên cuda ne. Tîmên futbolê jî yek ji wan koman in ku em bi milyonan re endam û alîgirên wan in. Çawa ku endamîya civakên din xwerêzîya mirovî bilind dike, her weha endamî yan jî alîgirîya tîmên futbolê jî xwerêzîya mirovî bilind dikin. Ez di wê bawerîyê de me ku we bixwe jî gelek caran dîtîye û bîhîstîye ku piştî serkeftina tîma wan, alîgirên tîmê şahî kirine û rojên li pey wê serkeftinê bi reng û nîşanên tîma xwe, xwe xemilandine û derketine nava civakê. Bi vî rengê xwe yê xuya ve, endamtîya tîman hemû alîyên nasnava civakî, yên li ser mirovan bandorker in, radixe ber çavên me: Tîma me û tîma yên din.
Alîgirîya Tîmên Xwe an jî yên Mêtîngerên Xwe?
Wekî neteweyeke hemû tiştên wê, heya hebûna wê lê hatî qedexekirin, kurd alîgirîya kîjan tîman dikin; yên xwe yan yên mêtîngerên xwe? Tîmên mêtîngerên kurdan xwedî nasnaveke mêtînger in û ji hêlekê ve alaveke bişaftinê ne li ser serê kurdan. Ango alîgirîya Kurdan ya tîmên mêtîngeran, dike ku Kurd hevparîya hestên wan tîman bikin û bi şahîyên wan re şahîyê bikin, bi şînên wan re şînê girê bidin, yanê wekî wan û bi wan re hîs bikin. Em dizanin ku kirinên hevpar, bi taybetî jî hîskirinên hevpar in neteweyan qewî dikin û gava wekî kurdekê mirov şirîkîya hîsên mêtîngerên xwe bike, ku jixwe ji hemû alîyan ve ferzkirineke wesa heye bo bişaftinê, hêsantir e li bin nîrê bişaftinê yên mêtîngerên xwe têk biçe.
Alîgirîya Tîmên Mêtînger li Ser Ruhê Netewetîyê
Tîmên tirkan ên tim û tim di rojeva me de ne û bi awayekî em endam û alîgirê yek ji wan in, bi vî awayî me li endamîya tirkbûnê jî germ dikin, ango wê li me ferz dikin. Li ber çavan û xuya ye ka tîmên tirkan bi çi rengî tirkperest û alîgirê mêtîngerîyê ne û bi endamî û alîgirîya wan re kîjan hîs û hestan ferzî alîgirên xwe dikin. Ango ji bo ku xwerêzîya alîgirên tîmên tirkan bi serkeftinên wan tîman bilind bibe, hewcehî bi ezitîyeke xurt a tirk heye. Ev jî tê wê wateyê ku, ger kurd daxwaza endamî û alîgirîya wan tîman bikin, divê ewil tirkbûnê ji xwe re qebûl bikin û kurdbûna xwe daynin alîyekê.
Nexwe Divêt Kurd Çi Bikin?
Barcelona yek ji wan tîmên herî mezin ên dinyayê ye û her çi qas bi navê Spanyayê bê nasîn jî, tîmeke Katalonyayê ye û bi katalanîbûna xwe heye. Her çi qas li çar alîyê dinyayê alîgirên wê hebin û tîmeke navneteweyî jî be, alîgirên wê yên bingehîn katalan in û katalanên di bin mêtîngerîya Spanyayê de ne, li şûna ku tîmên Spanyayê û her weha Spanîbûnê qebûl bikin, bi alîgirîya tîma xwe bi xwe him tîma xwe xurt dikin û him jî rê nadine Spanyayê da bi rêya futbolê hestên wan ên neteweyî têk bibin. Kurd her çi qas bi qasî katalanan zengîn nebin û mafên wan nebin jî, xwedî hin tîmên bajarî ne ku Barcelona jî tîma bajarê Barcelonayê ye. Ango kurd jî dikarin wekî katalanan bi rêya futbolê û alîgirîya tîmên xwe, ruhê xwe ji bin nîrê tîmên tirkan û her weha yê bişaftinê xilas bikin. Kurd dikarin bi piştgirîya tîmên xwe re, him di nava xwe de bi saya futbolê li hev germ bibin û him jî li hemberî tîmên tirkan bibin xwedî nasnava tîmeke kurdan û hesta pêvebendîyê bi wê endamîyê re têr bikin. Bi kurt û kurmancî, kurd dikarin bibin endam û alîgirê Amedspor, V/Wanspor, Cîzrespor, Batman Petrolspor û hwd.ê û dev ji tîmên tirkan ên bişaftîner berdin.
Min hemû nîşaneyên tîmên tirkan ên demekê bi min re bûn şewitandin. Hûn ê çi bikin?