Gava zarokek çavên xwe li dinê vedike û haya wî ji tu tiştan tune ye, dêûbav radibin navekê lê dikin û ji wê gavê paş bi wê navê bê haya wî lê hatî kirin mezin dibe û pê dihese ku bi peyveke taybet bang lê tê kirin û ew jî ji wê gavê baş dizane ku gava ew peyv hate bikaranîn, amaje bi wê tê kirin, ango behs ew e. Yanê ew zarok bi wê yekê dihese ku, ew bi wê peyva ji bo wê hatiye bikaranîn tê nasîn, ango ew peyv navê wê ye ku pê dihête nasîn. Û ji wê gavê paş, ew bi xwe jî, wê peyvê wekî nasnavekê bi kar tîne û ew dibe parçeyeke giring a hebûna wî. Ev kurteserpêhatîya nasnaveke takekesî ye, ku her takekesek vê yekê wekî takekesekî dijî. Yanê nasnav dîyardeya hebûna takekesî ye, ku hebûna wî ji hebûnên din, ango ji “ên din” vediqetîne û dibe nîşaneya serbixwetîya hebûna wî, ango dibe navê pê dihête nasîn. Nurî Bîlgîn1 (2016) jî ji bo pênaseya nasnavê balê dikişîne ser dîyardekirina wê û dibêje “nasnav ew tişt e ku mirov xwe pê pênase dike û cihê xwe yê di cihana xwe ya civakî de destnîşan, ango diyar dike.” Ger nasnava takekesî ew tişt be, ku bi naveke bê haya wî lêhatîkirin dest pê dike û bi demê re dibe dîyardeya cihê wî yê di dinê û civakê de, nexwe pirs ev e: civaka ji hatina ba hev ya takekesan ava dibe xwedî nasnaveke çawa ye û nasnava civakê çawa dibe diyardeyek bo hebûna civakê?
Ji ber hevî, ango ji hatina ba hev ya takekesan civak ava dibin ango tên avakirin. Û wekî tê zanîn ev berhevî, ango hatina ba hev, ne berhevîyeke ser re ber re, ango ketober e lê bereksê vê, takekes li gorî hevparîyên xwe, hest, helwest û ramanên xweyên hevpar tên ba hev û civaka tê avakirin, civaka van hevparîyan e. Takekes bi hest, helwest û ramanên li nasnava xwe barkirî, yanê bi nasnava xwe, ya Bîlgîn jî bal kişandî ser cihê wê ya di cihana wê ya civakî de, ber bi wan takekesên din ên wê cihana nasnava wî xwe lê dîyardekirî ve diçe û di çarçoveya şirîkî û hevparîyan de civakê ava dike/dikin. Bi vê avakirinê re takekesên hatî ba hev navekê li hatina xwe ya ba hev dikin, ango navekê li civaka xwe dikin û çawa ku navê li wan hatî kirin bibû dîyardeyek bo hebû nawan, ew navê li civaka hatî avakirin hatîkirin jî dibe dîyardeyek bo hebûna civakê, ango dibe nasnava civakê. Bi vê avakirin û beşdarîyê re takekes, êdî wekî nasnavekê nasnava civakê jî dipejirîne û çawa ku nasnava wî ya takekesî ew ji “ên din” vediqetand, nasnava civakî jî civaka wan ji “ên din”, ango ji civakên din vediqetîne. Divê veqetandinê de berawirdîyek jî heye, ku mêhla her civakekê ew e ku civaka xwe ji “ên din” çêtir bibîne û di her rewşê de mêhla endamên civakê ew e endamên din ên civaka xwe jî, ji endamên civakên din çêtir bibîne û di navbera wan de cudahîyê bike. Pirs ev e: çima?
Henri Tajfel (1971) jî li pey wê pirsê bû û digot ger tu xalên hevparên takekesan bînin ba hev û civakekê ji wan hevparîyan ava bikin tune bin, ango bi awayekî ketober bên ba hev û berê de tu têkiliya wan bi hev re tune be, dê dîsa jî heman reftarên civakekê nîşan bidin yan na? Li pey vê pirsê, Tajfel xwest cerabeyekê bike û bi vê cerabeyê re bersîva pirsa xwe bibîne. Di vê çarçoveyê de wî ji xwe re rêbazek ava kir û du cerabe çêkirin.2 Cerabeya ewil de, li ser şaşeyê, di nava demeke ji xulekekê kêmtir de, hin xal hatine nişandan û ji ceribîneran hat xwestin ku hejmara xalan texmîn bikin û paşî ji hindekan re hate gotin ku ew ji koma hejmara xalan kêm hejmartî ne û ji hindekan re jî hat gotin ku ew ji koma hejmara xalan zêde hejmartî ne û bi vî awayî ceribîner dabeşî du koman hatin kirin lê di eslê xwe de dabeşî bi awayekî ketober hatibû kirin û tu pêwendîya dabeşîyê bi hejmartina xalan re tunebû.
Di cerabeya duyem de jî, ji ceribîneran hatiye xwestin ku di navbera tabloyên du nîgarkêşan de tercîhekê bikin. Ji ceribîneran hatiye xwestin ku ji 12 tabloyên wekî A û B ji wan re hatine pêşkêşkirin li gorî heza xwe tabloyan hilbijêrin (6 tablo yên Klee û 6 jî yên Kandisky) û ceribîneran di navbera wan de hibijartin kirine lê di eslê xwe de di hin pêşkêşkirinan de her du tablo jî yê heman nîgarkeşî bûne, yanê ev hilbijartin ji lîstikekê wêdetir ne tiştek bûye û dîsa di vê cerabeyê de jî, wekî cerabeya ewil, ceribîner bi awayekî ketober hatine dabeşkirin. Piştî van dabeşkirinan, ji wan re hat gotin ku ew dê peywirekê de cih bigirin ku di encamê de bi pereyên rastî mirovên din xelat bikin (cerabeya ewil de ceza) lê ji wan re têgotin ku dê tu kareke wan a takekesî ji vê yekê tune be.
Di qonaxa din de matrîsekê didin her du komên ceribîneran û ji wan dixwazin li gorî xelatdayînê pûanan bidin (koma navxweyî û koma derveyî). Di encama pûandayînê de tê dîtin ku, her çiqas bi awayekî ketober hatibin ba hev jî, di pûandanê de alîgirîya koma navxweyî tê kirin û ferqa koma navxweyî ji koma derveyî tê kirin. Di encamên vê cerabeya wekî paradîgmaya koma herî biçûk tê binavkirin de, Tajfel û hevalên wî gihiştin wê encamê, ku ger tu hevparîyek jî li holê tunebe, gava komek ango civakek bê avakirin, mêhla endaman ew e ku kom, ango civaka xwe bi ên din re berawird bikin û civaka xwe ji ên din baştir bibînin. Li ser vê yekê bîrdozîya nasnava civakî hate avakirin ku xwe dispêre wê yekê ku civak jî xwedî nasnavekê ne û ev nasnav diyarde an jî nîşaneyeke cudakirina civakê ye ji civakên din. Yanê nasnava civakî dîyardeya hebûnê ya civakê ye di nava hebûna cîhanê de û endamên civakê bi endamtiya xwe re vê nasnavê jî li xwe dikin û bi berawirdkirina civaka xwe ya bi civakên din re him ji hêla rêzgirtina ezitiya xwe re sûdê jê werdigirin him jî wekî hesta xwemalîyê, xwe jêhîskirina civakê re, hesta xwe ya xwemalîyê têr dikin ku wekî hesteke bivê nevê ya hebûna mirovî tê dîtin. Helbet berawirdkirina civakê bi civakên din re, hesta xwemalîbûnê, rêza ezitiyê û diyardekirina nasnavî bixwe re gelek rewşên din ên wekî alîgirîya/piştgirîya koma navxweyî, dijberiya koma derveyîûbênirxkirina koma derveyî diafirîne ku bingeha xwe de kategorîzekirinê dihewîne û ji hêla takekesî ve ramana “ez” û “ên din”, ji hêla civakî ve jî ramana “em” û “ên din” bingehên vê yekê ne.
Çavkanî:
1 Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık
2Smith, J. R. andHaslam, S. A. (2016) Sosyal Psikoloji – Klasik Çalışmaları Yeniden Değerlendirmek- (1. Baskı), (Çev. Ed: Çoker, Ç.,Yurtdaş, G. T., Cesur, S.), Nobel Akademik Yayıncılık, Ankara. (tê de).