• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Newroz di Eksana Kawa û Dehakî de

Newroz di Eksana Kawa û Dehakî de
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Newroza ku eslê wê bi hezaran sal vedigere, di nava gel de xwedî wateyeke efsanewî ye. Ev cejn ku bi çîroka Dehakê zalim ê serdemê û Kawayê ku ji bindestîya xwe rizgar bûye tê naskirin, her sal di şeva girêdana 20-21ê Adarê de bi coş tê pîrozkirin.

Wate û Giringîya Newrozê

Mezopotamya ku li ser axa xwe bi hezaran çîrokan dihewîne, di dîrokê de şopa gelek çandan hilgirtîye û malavanî kirîye. Newroz ango Destpêka Biharê di nav van çandan de xwedî cihekî taybet e û yek ji cejnên herî giring e. Newroz ne bi tenê guhertina demsalê ye, di heman demê de sembola azadî, hevgirtin û berxwedanê ye.

Newroz her çi qas bi şeklê xwe yê herî sade sembola hatina biharê ye jî, tê wateya şîyarbûna xwezayê û vejîna hêvîyên pêşerojê. Newroz berdewamîya kevneşopîyeke ku bi salan e di çanda gelê kurd de berdewam dike û weke parçeyek ji têkoşîna azadîyê ya gelê kurd tê pîrozkirin. Wate û giringîya Newrozê bi berxwedan û têkoşîna azadîyê ya gelê kurd ve girêdayî ye. Kurd di vê cejnê de rabirdû, dîrok û nasnameya xwe bi bîr tînin û bi hêvî ber bi pêşerojê ve dimeşin. Newroz cejna vejîn, hevgirtin, berxwedan û azadîyê ye.

“Roja ku dibûye îdê Newrûz

Teizîmi ji bo dema dilefrûz

Bilcumle diçûne der ji malan

Hetta digihîşte pîr û kalan

Mebnî li wî adetê mubarek

Şehrî û sipahîyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan

Teşbîhê bi nejdîyan û cerdan

Yanî ku dihate burcê sersal

Qet kes nedima di mesken û mal” (Ehmdê Xanî)

Çanda Newroza di Eksena Kawa û Zehaqî de

Li gorî rîwayetan, berî demekê dirêj gelê kurd di bin zilm û zordarîya mîrekî zalim Dehak an jî bi şêweyekê dîtir Zuhak de dijî. Dehak bi bêrehmî serwerîya gel dikir û êşên mezin li wan dixist. Dehak ku ji xerabîyê pê ve tiştekî din nedizanî, bi îstismarkirina gelê xwe dijî. Lê rojekê xerabîya wî, dê dawîya wî bi xwe bianîya.

Tîmora jehrî ya di mejîyê wî de Dehakî dixe nava nexweşîyeke kujer. Ji êşa xwe diqelişe nav nivînan û ji nexweşîya wî re çare tune. Bijîşkên serdemê pêşnîyar dikin ku mejîyê ciwan û zarokan li ser birînê bixin da ku êşê sivik bikin û birînê baş bikin. Bi vî awayî li erdnîgarîya Îranê komkujîyeke xedar dest pê dike ku bi mehan û heta bi salan dom dike. Her roj du ciwanên ku bi darê zorê ji dê û bavên wan dihatin girtin, serê wan jê dikirin û mejîyê wan li birîna Dehak didan wekî derman. Gel bêçare û bêhêz dimîne. Dema ciwan tên serjêkirin, kurê herî biçûk ê Kawayê hesinkar ku berê 17 kurên xwe bi vî awayî qurbanî dabû, dizane ku dora wî ye.

Dema ku her roj ciwan ji alîyê leşkerên Dehakî ve tên birin ku serê wan jê bikin, fikra serhildanê tê hişê Kawayî. Ew vê ramanê ji çend kesên ku pêbawer e re rave dike. Çekên wek gurz û kember û kêr ku di dikana wî ya hesinkargeh de malzemeyên şer hene çêdike û dest bi perwerdekirina kesên derdora xwe ji bo serhildanê dike. Ev tevger hêdî hêdî dest bi belavbûnê dike.

Peyama Me ji bo Newrozê

Di şeva navbera 20 û 21’ê Adarê de li dijî Dehakê zalim berxwedanek dest pê dike. Wê şevê berxwedêr qesra padîşah digirin. Di heman demê de ev berxwedan li hemû axa di bin serwerîya Dehakî de didome. Endamên berxwedanê bi pêxistina agirî li çîyayan bi hev re danûstandinê dikin. Dema berxwedan diqede, tevgera gel a Kawayî, Dehak û rêveberîya wî ji holê radike. Gel bi coş diherikin çîyayan û li dora agirî dest bi govendê dikin. Ev serkeftin sembola berxwedan û azadîya gelê kurd e.

Gelê Kurd îsal jî ji bo berdewamîya kevneşopîya bi hezaran salan bicoş Newrozê pîrozê dikin. Ev roja ku şopa paşerojê li xwe digire, wê bibe îfadeya berxwedan û hevgirtinê, bi hêvîyê paşerojên geştir. Newroz ne bi tenê cejn e, di heman demê de sembola berxwedan û têkoşîna azadîyê ye. Her sal wê agirê vê têkoşîn û hêvîyê bigihe cîhanê hemûyê.

Sekna li dijî zulmê û têkoşîna edaletê, hêza herî mezin a ruhê mirovahîyê ye. Ev çîrok û pîrozbahîya bêhempa tîne bîra me ku hêvî û berxwedan her dem dikare tarîyê berteref bike.

Çavkanî:

  • Firdevsi Şehname
  • Arjen Arî Destana Kawa û Azhî Zehaq
  • Kawa the blacksmith: Kurdish symbol of resistance – Kurdish Institute of Paris (institutkurde.org)
  • Kurds blend mythology, modernity during Newroz celebrations (npasyria.com)
Cansel Devecî

Cansel Devecî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.