Newroz wekî kiryareka çandî xwudanê mêjûyeka pir kevn a qewmê Hind-Êranîyan e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Di çarçoveya çanda rojhelatê û kurdan de bêguman yek ji babetên giring Newroz e. Bêguman di hengameya tarîxî de gelek tişt ji wateya xwe ya rastî dûr dikevin û bi hindek şêweyên dîtir têne nasîn an jî didin naskirin. Ji ber vê yekê bi vê xebatê armanca me nîşankirina rastîya Newrozê ye bi çavekê bêlayen. Li xwarê me hewil daye helsengandinekê (nirxandin) li ser Newrozê bi rengên dîrokî, civakî, sîyasî û aborî bikin. Li dû vê yekê em li ser têgeha newrozê, tarîxa wê, têkilîya wê bi kurdan, Kawayê Asinger, Dehak û wateya wê ya îroyîn sekinîne. Her wekî dûmahîk jî me çend helbestên kurdî ên di vê biwarê amaje pê daye.
Newroz Çi ye? Termînolojî û Têgeha Wê
Newroz ji layenê ferhengî ve ji du peyvên serbixwe pêk hatîye: new ankû nû; roz jî ankû roj, bi gehiştina van her du peyvan têgeha “newroz”ê derketîye meydanê. Newroz ji layenê têgehî ve ankû “hatina rojeka nû, sersal, destpêka jîyaneka taze, nûbûn, vejîn û hwd.” Di heman demê de ji bo Newrozê rastrast “sersal” jî hatîye gotin. Her weha li hindek herêman bêyî bandora zimanekê dîtir ‘‘Nevroz’’ an jî ‘’Nevrûz’’ jî tê gotin ku di stranên berê de jî bi vî rengî ye. Bes bi rengekê îro Newroz zêdetir berbelav bûye.
Tarîxa Newrozê
Newroz cara yekem bi ragehandina rêxistina dewletê ve girêdayî ye ku di tarîxê de bi dewleta Pêşdadî tê nasîn. Di erdnîgarîya Êranê de hingê Pêşdadî dewleta yekem bû hatî damezirandin. Li gorey zanyaran Pêşdadî bab û bapîrên mezin ên Medan in. Tarîxa herêmê piştî Tûfana Nûhî bi vî rengî ye: Serdema Nûh û kurên wî – Pêşdadî – Kîyanî – Med – Hexamenîşî – Eşkanî – Sasanî – Îslam. Her weha dîse li gorey vegêrana mêjûnasan ev rûdan dikeve serê biharê. Ev ji layenê xelkê ve zor giring bû ku xwestin wê rojê bi “rojeka nû” bi nav bikin. Her weha ev roj dikeve bidawîhatina werza zivistanê, destpêka biharê ku debara xelkê li ser nêçîr û ajeldarîyê bû. Her gav bi hatina biharê derfet û mecalên jîyanê zêdetir dibin û zehmetî kêmtir dibin lewma destpêka vê werzê wekî roja nû bi nav birine. Di vê rojê cejnek pêk tê: Taybet agir tê hilkirin, milet kom dibin li cihên dîyarkirî, govend tê girtin, lîstok tên lîstin, heçê jêk sil û xeyidî dîse pêk tên û aş dibin, xwarin têne çêkirin û belavkirin û hwd.
Xaleka giring e ku Şikur Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê Defterî Kurdewarî de amaje(nîşan) pê dide ku heft cejnên gelê aryayî hebûn ku Newroz yek ji wan e; Newroz, Mîhrgan, Sede, Tîrgan, Perwerdegan û Kose. Ji nav wan yên giringtir Newroz û Mîhrgan in.
Li gorey çavkanîyên li ber destan Newroz di bineret da cejna nijada aryayî ye. Cihê vê nijadê jî ji rojhelatê Ewrûpayê dest pê dike heta başurê Asyayê. Di vê erdnîgarîyê de wilatên wekî Kurdistan, Êran, Efxanistan, Hindistan, Pakistan û hwd. Hene. Ankû Newroz a gelê Hînd-Êranî ye, bes di roja me de herî zê de kurd lê xwudan derketine.
Pêwendîya Raperîna Kawayê Asinger û Dehakî (Zuhak) bi Newrozê re
Taybet ji ya gelê kurd ve Newrozê bi Raperîna Kawayê Asinger a li rûber Dehakî dest pê kirî ye. Lê belê li gor lêkoleran ev yek xelet e û tarîxa Newrozê ji vê raperînê kevntir e.
Cemşîd çarem paşayê Pêşdadîyan bû ku gelek xizmet û harîkarîya gelê xwe dikir. Lê piştî Dehak bûyî paşa, berovajî Cemşîd ew zulmkar û sitemkar bû, Xelk jê bêzar bûbûn. Kawayê Asinger li gel nevîyê Cemşid, Fereydûn raperînek pêk anî û dûmahî bi desthelata wî anîn û Fereydûn kirin paşa. Roja vê serkeftinê jî heman roja Newrozê bû. Piştî vê serkeftinê xelk hem bo Newrozê hem jî bo vê serketinê bi coşeka mezin dane bi çîyayan ve û agirê xwe hilkirin. Bi vî rengî em dikarin bêjin Newroz berî Raperîna Kawayê Asinger hebû.
Gelo Kawayê Asinger û Dehak Kurd Bûn?
Her çend li gorey hindek gotegotan bibêjin Dehak di eslê xwe de Astyag e ku paşayê dawî yê Medan e û ew kurd e û Kawa faris e jî çi rastîya vê yekê nîne. Heta niha hîç mêjûnasekê negotîye Dehak, Astayg e. Her bi heman rengê heyî divêt bête zanîn ku serdema Pêşdadî û Medan du serdemên jêk dûr in. Dehak fermanrewayê Pêşdadîyan e; Astyag fermanrewayê Medan e.
Li gor zanyarîyên li ber destan ên babîlîyan dîyar kirîn, Dehak şazadeyê Pêşdadî bû û ji nijada samîyan bûye û li Yemenê mezin bûye û hatîye amadekirin bo desthelata Pêşadadîyan. Li dû gotina Ebû Henîfê Dînewerî Dehak dibe birazayê Şedîd kurê ‘Emîq kurê ‘Ad kur Erm kurê Sam kurê Nûh ê paşayê Yemenê. Yanî çi eleqeya Dehakî ne bi Astîyag heye ne bi kurdbûnîyê.
Her dîse li gorey mîtolojîyê û efsaneyan gelek gotegot hatine kirin. Dehak li gel zulmkarîya xwe xwudanê du maran bû bi serê her du milên xwe ve û ji bo ku wan maran têr bike her roj du xort an jî zarok dihatin kuştin û mejîyê wan didan wan her du maran. Kawayê Asinger jî asingerek bû di bin hukimranîya Dehakî de, karê serjêkirina zarokan li ser milê wî bû. Bes ev yek qebûl nedikir û bi veşartinî her roj zarokek ser jê dikir yek jî li cem xwe dihêla û perwerde dikir, di şûna wî de jî heywanek ser jê dikir û li gel mejîyê zarokê dî li wan marên Dehakî dida xwarin. Wate jê her roj zarokek xilas dikir. Bi vî rengê zarokên li ber destê wî zêde bûn û ew mezin kirin û ji bo raperînê ew bi kar anîn û bi vî rengî dawî li desthelatdarîya Dehakî anîn.
Her li gor çîrokek dî, di serê Dehakî de tumor (penceşêr) hebû û serê wî gelek diêşa. Li dû pêşniyaza duxtoran divîya her roj mejîyê zarokan li birîna wî bidin ancex bi vî rengî sax bibe. Her bi heman rengê li jorê hatî dîyarkirin Kawayî serî rakir û ew têk bir.
Her dîse li gor bawerîyek dîtir, Dehak dixwaze kurê Kawayî bibe ji bo mejîyê wî, Kawa dike nake li rêyên xilaskirina wî digere. Paşê li hewara wî ji qata heftemîn a asîmanan Hurmuz tê, rê nîşa wî dide. Kawa roja dîtir bi destê xwe kurê xwe dibe radestî wî dike ku di wê hînê re çakûçek bi xwe re biribû li serê enîya Dehakî dide wî dikuje.
Her bi vî rengî gelek bawerîyên cuda cuda hene. Her çend ji aqilan dûr bin jî mirov nizane ka kîjan rast e kîjan xelet e. Lê ya ku zelal û berçav ew e ku Dehak kesekê zulmkar û sitamkar bûye û Kawayê Asinger jî raperînek kirîye û ew têk birîye. Ku ev yek jî di roja Newrozê de pêk hatîye.
Newroz di Roja Me de
Newroz sereray derbazbûna hezar salan, di roja me de jî bi rengekê coş û kelecan tê şopandin û pîrozkirin. Mixabin her kes tiştê xweş ber bi xwe ve dikêşe. Bi taybetî di çavkanîyan tirkan de sereray hindê ku hîç pîroz nakin wekî cejna xwe hesab dikin.
Her wesa di nav civata kurdan a îroyîn de jî bi rengekê sîyasî û partîzanî nêzîkî vê yekê dibin, wesfên nû lê têne bar kirin. Halboçî Newroz bi tenê dab û nerîteke çandî ya gelên Hind-Êranî ye bes herî zêde di nav kurdan de xwe parastîye.
Çend Nimûneyên Helbestên Kurdî li Ser Newrozê
Di çarçoveya Newrozê de ew helbestên bi temayeka giştî li ser Newrozê hatîn nivîsîn ji wan re Newrozîye tê gotin. Di vê biwarê de gelek helbestvanên rojhelata navîn Newrozîye nivîsîne an jî di helbestên xwe de cih dane Newrozê. Li dû vê yekê taybet çend nimûyên helbestên farisî û kurdî li ser Newrozê weha ne:
Fîdewasî:
Cuda ez rûyet ey mahê dilefroz,
Ne roz ez şev şinasum ne şev ez roz,
Wisalet ger me ra gerded muyesser,
Hemê rozem şeved Newroz…
Cizîrî:
Ev narê sîqala dil e daîm li wî qala dil e
Newroz û sersala dil e weqtê ku hilbit ev sirac…
Xanî:
Roja ku dibûye ‘îdê Newrûz,
Te’zîmi ji bo dema dilefrûz,
Bîlcumle diçûne ji malan,
Hetta digehişte pîr û kalan…
Pîremêrd:
Em rojî salî taze ye Newroz hatewe,
Cejnêkî konî kurd e be xuşî û be hatewe.
Çavkanî
Abdurrahman Adak, Newroz ji Perspektîja Edebîyata Kurdî ya Klasîk, Çandname, 21/03/2022, https://candname.com/newroz-ji-perspektifa-edebiyata-kurdi-ya-klasik/
Şinasi Gündüz, Nevruz Bazı Toplumlarda 21 Mart’ta Kutlanan Yılbaşı Bayramı, Ansîklopedîya Îslamê ya TDV’yê, p.60.
Dr. Golmorad Moradî, Mîtolocî û Dûroka Cejna Newrozê, Wergêr: Cankurd, Kurdmedia, 2010. Malper : http://www.mediakurd.com/articles.aspx?an=487&wn=19&lang=1
Saman Kerîm, Rastîyekanî Newroz, Media Heading, 2022, Malper: https://agc.garmian.edu.krd/newroz/#
Mohammad H.Sahragard, Newroz le Mêjû da, www.mohammadsahragard.word.press.com.
Ebdulrehman Mizûrî, Rûdaw tv, 20/03/2022, https://www.google.com/amp/s/www.rudaw.net/sorani/kurdistan/2003202222-amp