Laşê mirov mîna robotekî zindî ye ku bi dehan organ, pergal, hestî, rehik tê de cîh digre. Dema ku em mirov di lez û beza jiyanê de ne, hin bûyer li derveyî hişmendiya me lê di hundirê laşê me de diqewimin. Ev bûyer tevgerên biyolojîk, fîzyolojîk û neurolojîk in ku me diafirînin û hebûna me diparêzin.
Her çi qas ji der ve di berdewamiya jiyana mirovan de, wek ku mirov xwe bi xwe roleke sereke bilîze xuya bike jî, rastî ne wesa ye. Di nava hewcedariyen fizyolojîk de ya herî bingehîn hewcedariya xwarinê ye ku di Hiyerarşiya Pêdiviyan a Maslow de cîh digre.
Mirov di tewahiya jiyana xwe de bi hêza xwe ya fîzîkî hewil dide ku vê hewcedariyê peyda bike an jî ji bo peydakirinê tê bikoşe. Ji bo ku çalakiyên jiyanî bi rêk û pêk berdewam bin, dema ji der ve çavkaniya xwarinê tê girtin, piştî wê laşê hemî kar û baran ji bo me didomîne. Xwarina ku em dixwin, di rêyên xurekan ên dev, xaxik, qirik û mîdeyî re derbaz dibe û karê herî giring mîde digire ser xwe. Mîde ew cîh e ku da mirov xwarinê di laş de bi kar bînin yekem car hildiweşîne. Ji ber vê yekê ger em qonaxa yekem û organên di vê qonaxê de dixebitin neparêzin û xwe ji kiryarên çewt dûr nexin, dê hemî pêvajoyên laş ên mayî têk biçin û laş dê hin bertekên xirab bide.
Ev reaksiyonên van organan, tevahiya metabolîzmayê bi xwe re têkildar dikin. Mîde, ku ji van reaksiyonên herî giring lê diqewimin û awayên parastina mîdeyê û pirsa nexweşiya mideyê ya reflûyê derdikeve meydanê.
Reflû (Tirşav) Çi ye ?
Nexweşiya gastroozefagel reflû, ku di nava gel de bi piranî bi navê reflû tê zanîn. Ev nexweşî di nava gel de gelek zêde tê dîtin û bandorek xirab li ser rihetîya jiyanê dike .“Mehzemeyên xwarinê yên ku di mîndeyî de ne tê jorê nava borîya xwarinê.”
Epîtela ku qirikê dipêçe gelek nazik e. Ji ber vê ye ku ew şilava mîdeyê bi asîda xwe wê epîtelê kul û birînan lê çêdike û mîde û hestiyê sîngê mirovî diêşîne. Ev nexweşî bi vî awayî tê nasîn û dermandanek dirêj pêwist dike.
Nîşaneyên Reflûyê Çi ne ?
– Paşiya sternûmê (hestiyê sîngî) de şewat: Bi piranî piştî xwarinê û dema ber bi pêşiyê ve xwar dibe zêde dibe. Ger ev êş di nava hefteyê de 3-4 caran pêk were em dikarîn nasîna nexweşiya reflûyê bikin.
– Piştî xwedirêjkirina demekî dirêj û piştî xwarinê dema xwe ber bi peşiyê ve xwar dikî, şilava mîdeyê ya asîdîk û tirş tê devê nexwêşên reflûyê .
– Zehmetiya daqurtandinê: Di encama reflûksa demdirêj de bi şewatê re çêdibe. Zehmetiya daqurtandinê dema ku xwarinên hişk dixwin hêdî hêdî bi pêş ve diçe.
REFLÛ:
– Daqurtandina bi êş
– Ilqenî
– Qırtık
– Dillihevketin
– Vereşîn
– Serê sibehan ketina dengê mirovî
– Bi kuxîna akût jî dikare derkeve holê.
– Dubareyên pir carî ya enfeksîyonên qirikê
– Behna devi
– Êrîşên Astimê û hwd. Dikarin bi reflûyê re tekîldar be .
Ji ber reflûyê; Xwînbûn, tengbûna borîya xwarinê û malignitê (tumorên xirab) dibe ku çêbibin.
Sedemên Reflûyê Çî ne?
têkçûna tevgerên mîdeyî, zêdebûna zexta hundirê mîdeyê (qelewî) di mîdeyê de têkçûna pergalên rêziknameya asîdê, çalakiya laşî ya ne guncav, hin derman, hormon, xwarinên rûnî ên cihêreng, dûmana cixareyê, hernia û faktorên genetîkî dikarin bêne rêzkirin.
Reflû Çawa Tê Dermankirin?
Divê şêwaza jiyanê bê guhertin û diyeteke cuda bê kirin. Reflû pir caran bersivê dide dermankirina bi dermanan. Wekî din, prosedurên endoskopîk û neştergerî jî dikarin di dermankirina nexweşiya reflûyê de werin bikaranîn.
Tedawiyên Şêwaza Jiyanê Bêderman
– Bilindkirina balîfê,
– Di navbera xwarin û xewê de herî kêm sê saet sekin,
– Kêmkirina mîqdara xwarinê,
– Kêmkirina mîqdara rûnî di xwarinê de
– Cîhîştina alkol û cixareyê
– Kêmkirina kîloyê ji bo dermankirina nexweşiya reflûyê, rêbazên bêderman in.
Rebazên Dermankirinê:
Ji bo ku asîda mîdeyî notralîze bibe hin derman tên bikaranîn.
-Bi taybetî Înhibitorên Pompaya Protonê (ÎPP) (koma dermanên asîda mîdeyî bo demekî dirêj kêm dike) him ji bo jêbirina semptoman him jî ji bo demekî dirêj xweşkirina birînên mîdeyî tên bikaranîn.
-Ji bo tedawîkirina reflûyê divê derman 4-8 hefte bên bikaranîn.
-Hin dermanên koma ÎPP yê evin omeprazol, lansoprazol, esomeprazol ve pantoprazol.
-Bêyî dermanan mirov dikare bi rêya endoskopiyê jî tedawîyê bibe .
Ji bo Reflûyê Divê Kîjan Xwarin Bên Terikandin?
– Çîkolata
– Qehwe
– Firingî
– Xwarinên bi salçe û bi hevîrtirş
– Vexwarinên bi gaz
– Tirşû
– Pîvaz
– Sîr
Her wekî encam ji bo berdewamîya jîyanê hewcehî bi xwarin û vexwarinê heye. Lê belê pêdivî ye mirov hay ji xwarin û vexwarina xwe hebe, ji ber ku hindek xwarin û vexwarin û xusareka mezin li ser insanan çêdibin. Yek ji van jî reflû ye. Di encama hindek xwarinên rûnî, biharatî, tirş û germ hwd de tesîrê li ser perikê mîdeyî yê tenik û nazik dike û ev yek wekî êşekê li însanî dizivire. Ji bo vê yekê lazim e yan mirov bi rêyên xwazayî û nexwarina van xwarinan an jî bi rêya dermanan xwe jê dûr bigire.