• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Nexweşîyek Balkêş : Trichotillomania(Porverûtin)

Nexweşîyek Balkêş : Trichotillomania(Porverûtin)
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Nexweşîya kişandina por, ku wekî trichotillomania  jî tê zanîn, nexweşîyek derûnî ye dibe sedema xwestekeke bêserûber a kişandina porî. Trichotillomania nexweşîyek kişandina mû yên laş ango tayên poran e. Ev nexweşî an di bin stresê de an jî piştî bûyerên stresbar de xwe dide xuyan. Dema mirov nikaribe stresa xwe qontrol bike ev nexweşî  wê demê derdikeve holê. Her çiqas li hemberî vê xwesteka kişandinê berxwedayîn çêbibe stres evqas li ser mirov  xwe zêdetir dide nîşan. Wexta ku  mirov ta û porên xwe dikişîne rehetî pê re çêdibe .

Li gorî lêkolînan di civakê de ji %0,5 ango %2yan kesan re ev nexweşî heye. Piştî hewlên dubareyî yên kişandina por, çermên por zirarê dibîne. Piştî vê bûyerê dibe ku keçelbûn ango kêmbûneke girîng ya por çêbibe, herwiha piştî kişandinê dibe ku çerm enfekte bibe. Ev rewş dikare bibe sedem ku nexweş hem di jiyana civakî û hem jî di jiyana karsazîyê de pirsgirêkan bibînin. Nexweşên trichotillomania  dikarin porê xwe mezin bikin an jî serî li çareserîyên cuda bidin da ku porê xwe veşêrin. Ji bo hin nexweşan kişandina por rewşek qontrolkirî ye. Di hin nexweşan de, xwestina rijandina por dikare pir xurt be û zorê bide nexweş. Rêbazên dermankirinê yên cihêreng dikarin werin ceribandin da ku tevgera frekansa kişandina porê nexweşan kêm bikin an bi tevahî ji holê rakin.

Trichotillomania  di mirovan de dibe sedema gelek nîşanên cûda. Nîşaneyên ku di nexweşîya porkişandinê de tên dîtin wiha ne:

– Dubare kişandina mûyên li ser por, çavan, mîrkutan (carinan dibe ku mûyên li parçeyên din ên laş jî werin kişandin û beşa ku por lê tê kişandin bi demê re biguhere)

– Berîya ku dest bi kişandina por bike an dema ku li hember xwestekên kişandinê li ber xwe didin, tansîyon zêde dibe

– Hesta rihetbûn û keyfê  piştî  kişandina por çêdibe.

– Di birû û bijangan de cihên kişandinê de valahî û kêmbûn,

– Normalîzekirina  tevgera por kişandinê,

– Xwarin û gezkirin û cutina porên kişandî,

– Lîstika bi porên kişandî, gezkirina por û li rûyê xwe xistin,

– Çend carên din hewl didin ku kişandina por rawestînin,

– Dema ku nexweş nikaribin dev ji xwasteka por kişandinê berdin , hewl didin ku qe nebe bi kêmanî porên xwe bikşînin.

– Di dibistanê, kar an jî jiyana civakî de ji ber tevgera por kişandinê di bin stresek giran de dimînin.

Piranîya nexweşên bi nexweşîya por lîstinê re di heman demê de tevgerên wekî hilgirtina çerm, neynûk, an lêvkirina lêvan jî hene. Tevgera kişandina por an porê ji kulik, heywan, betanîyek an cil û berg jî dikare nîşana trichotillomania  be.

Kesên bi trichotillomania  bi gelemperî gava ku ew tenê ne tevgera por kişandinê bi wan re çêdibe û hewl didin ku vê tevgerê ji mirovên din veşêrin.

Trichotillomania dikare bi hestan re têkildar be:

Hestên Neyînî: Di piranîya nexweşên trichotillomania  de tevgera por kişandinê; Ew ji bo mijûlbûna bi hestên neyînî yên wekî fikar, stres, bêhntengî, tengezarî, bêhêvî, tenêtî tê kirin.

Hestên Erênî: Tevgera kişandina por, di nexweşên trichotillomaniayê de dibe sedema hesta têrbûn û rihetiyê. Ji ber vê yekê, nexweş tevgera por-kişandinê dubare dikin da ku van hestan bidomînin.

Nexweşîya porkişandinê nexweşîyek kronîk û demdirêj e. Nexweşî dibe ku dem bi dem dijwar bibe an jî kêm bibe heke neyê dermankirin. Ji bo nimûne, guhertinên hormonal di dema menstruasyonê de di jinan de dikare bibe sedema zêdebûna nîşanên nexweşîyê. Di hin nexweşan de; Ger neyê dermankirin, nîşanên trichotillomania  carinan winda dibin û dûv re xuya dibin.

Sedemên nexweşîya trichotillomaniayê çi ne ?

Sedemên nexweşîya porkişandinê hêj bi tevahî nehatine eşkere kirin. Lêbelê, tê fikirîn ku hem faktorên genetîkî û hem jî yên jîngehê di pêşkeftina nexweşîya kişandina por de bandorker in.

Her çend sedemên trichotillomania tam nayên zanîn jî, xetereya vê nexweşîyê di wan kesên ku dîroka malbatê ya nexweşîya porkişandinê heye zêde dibe.

Hin nexweşîyên din hene ku bi trichotillomaniayê ve têkildar in. Bo mînak:

  1. Nexweşîya Obsessive Compulsive (OCD)
  2. Qilqal(anxiety)
  3. Tengezarî, cangiranî(depression)
  4. Nexweşîya Kêmasîya Hiperaktîvîtîyê (ADHD)

Tedawîkirina nexweşîya trichotillomaniayê

1.Tedawîya terapîk

2.Lîstîna bi topên stresê

3.Girtina poran

4.Ojeyên tûj

5.Girêdayîna destan bi bantan

6.Tedawîya dermanan.

Tedawîya bi Dermanan

1.N-asetilsistein (Nac)

2.Klomipramin (Anafranil)

3.Olanzapin (Rexapin)

4.Fluoxetin (Prozac)

5.Risperidon (Rixper)

6.Sertalin (Selectra, Lustral)

7.Aripiprazol (Abilify)

Kevok Büşra Memedîyan

Kevok Büşra Memedîyan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.