• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Nexweşîyeke Pisîkan: FIP

Nexweşîyeke Pisîkan: FIP
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Nexweşîyeke Pisîkan: FIP (Feline Infectious Peritonitis)

Ev nexweşî di sala 1940î de li Nepalê hatîye dîtin û naskirin. Sedemê de Corona Virusa Pisîka ye. Ev vîrus û Covid-19 ne yek in, ev virusek cudayî ye.  Di sala 1963yan de nexweşîyek giring û kujer hatîye ya pisîkan derketîye. Di 1972an de du formên wê hatine tasnîfkirin. Formek şil û formek hişk. Ya herî xedar forma şil e. Ji coronavirusa pisîkan çêdibe.

Nexweşîya FIPê Çi ye?

FIP, nav hemû nijadên pisîkan de tê dîtin. Nexweşîyek vîral e û kujende ye ji bo pisîkan. Di etîyolojî (sedemzanî) de virusa coronayê heye. FeCV, li hemû sîstema gastroîntestînal a pisîkan di normal faunan de heye, pir caran pir nexweşîyên giran dernaxine holê. Feline Enteric Coronavirus (FeCV), di nav hucreyên rovîyên pisîkê de mutasyonê dibe û RNA’ya xwe diguherîne û dibe sedema FIPê(FIPV). Coronavirus di nav rovîyan de dikeve hundirê hucreyên epîtel û di wê derê de zêde dibe, hucreyan tê de xera dike û ji bo vê xerakirina şanêyên epîtela rûvîyên pisîkê diveşe. Vîrikê li pisîkê çêdibe. Pir caran bi tenê ev semptom heye. Coronavirus pir ne giring e, ne xedar (kujer) e ji bo pisîkan.

 Heger sîstema parastina pisîkan pihêt be, zû jê xelas dibin û dîsa tendûristîya xwe qezenç dikin. Ji Coronavirusê ji sedî deh bi îhtîmalekî diguhere sedema FIPê. Ya xedar (kujer) ev e. Wê demê di nav gurçik, mejî, valahîya sîng û zikê ajalî de ev virus belav dibe û hucreyên li wê derê pê digire, FIPV li xwe hucreyên spî yên xwûnê digire û bi van hucreyan li laşê pisîkê belav dibe. Li damarên xwûnê îltihab çêdibe ku ji ber vê yeke di valahîya zikî de avek zerîn û zeliqok tom dibe, di valahiya sîngî de jî wekî vê avê av tom dibe, ajal bi dijwarî bêhn digire. Ava ji damarên îltihab çêbûyî dipale. FIP, îmmunsupreyonîk e ku zatî vîrusa FIP xwe li hucreyên spî yên xwûnê digirin. Yanî sîstema parastinê ji hêz dixe.

Ajalên Çend Salî di Bin Vê Metirsîyê de ne?

Zêdetir pisîkên yek salî an jî yek û nîv salî yanî hîna piçûk di bin vê metirsîyê de ne. Ji sedî 70 yên di van salan de metirsîya wan heye. Her weha li ku derê popûlasyona pisîkan zêde be, ev jî rîskê hîna zêde dike. Di malan de 3-4 pisîk an zêdetir pisîk hebin, rîsk pir û pir zêde ye ji bo FIPê.

Semptomên FIPê:

Nexweşîya FIPê li gorî cîhgirtina lebata semptomê xwe dide eşkerekirin.

  • Hêjar ketin
  • Kêmxwarin
  • Bêteqet ketin
  • Dayîna Kîloyan
  • Xetamina poz
  • Bi dijwarî girtina bêhnê
  • Di valahîya sing û zik de kombûna avek zerîn
  • Zik ji ber vê yekê dibe wekî balonê
  • Bêpergal buna pirç û purta wan
  • Tombûna şilok li derdora çavan û kêmbûna dîtina çavan
  • Herareta laşî

Ev hinek semptomê nexweşîyê ne, ancax ev semptom dikarin nexweşîyên din ji pisîka re were xelitîn. Nasîna (teşhîs) li gorî semptom û pêvajoya nexweşîyê, testên laboratuwarê dibe ancax dîsa jî teşhîsa vê nexweşîyê dijwar e. Dema hûn van halan li ajala xwe dibînin, xwe bigihînin bijîşkekî ajalan û lê bişêwirin. Çi qas zû be ev qasî ji bo ajalan baş e.

Prognoza (Pêvajoya nexweşîyê) FIP ê

Pêvajoya vê nexweşî mixabin pir caran ne bedew e. Bi tenê dermankirina palyatîf tê kirin, da êş û jana ajalî siviktir bike.

Gelo dermankirina Vê Nexweşîyê Heye?

Du polên vê nexweşîyên hene. Yek a şil; yek jî ya hişk. Her du jî kujer in ancax a şil li gorî ya hişk hîna zêdetir giran derbas dibe û êşê zêde didin pisîkan. Ji bo nexweşîyê heta niha dermanek nehatîye tescîlkirin. Ancax lêkolînên zanyaran li ser didomin. Hinek îlacên antîvîral hatine amadekirin, ancax FDA hîna ew ilac nexistine nav îlacên fermî.

Gelo Derzîdana Wê Heye?

Mixabin, hîna derzîdanek nehatîye naskirin û bi fermî nehatîye tescîlkirin.

Ma Pisîk Vê Nexweşîya FIPê Ji Hev Digirin?

Na, ev nexweşî di nav pisîkan de naye jihevgirtin. Bi tenê mutasyona coronavirusa pisîkan pê çêdibe. Coronavirusa pisîkan jî nav di hemû pisîkan de tê dîtin ancax zirara wê pir kêm e. Ya ku em naxwazin, mutasyona vê virusê ye. Mutasyona wê FIPê çêdike, FIP jî nêzikî ji sedî sed kujer e. Niha dermankirina wê jî nîn e.

Însan jî Nexweşîya FIPê Vedigirin?

FIP, her çi qas sedema vê coronavirusê be jî coronavirusa însanan cuda ye û însan navegire. Bi kurtî, metirsin! Hûn pê nexweş nakevin.

Çavkanî:

https://www.vet.cornell.edu/departments-centers-and-institutes/cornell-feline-health-center/health-information/feline-health-topics/feline-infectious-peritonitis

https://www.vetamerikan.org/health-information/cat-diseases/fip-disease-in-cats-coronavirus

Reşîd Peyman

Reşîd Peyman

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.