Dîroka nexweşîyên zoonoz texmîn dikim ku pir kevn e. Însan cara yekemîn ji bo jiyana xwe bidomîne bi ajalan re ket têkiliyê û neçîra ajalan kir. Ji vê tarixê şûnde însanan 10 hezar sal berê jî cara yekemîn pez kedî kirin. Her weha ji vê tarîxê şûnde jî ajalên din hedî hedî kedî kirin û kirin nav jiyanê xwe, kirin parçeyên heyata xwe. Nexweşîyên tu carî însanan nedîtîbûn, edî hatin dîtin di nav heyata însanan de. Ne însan bi tenê dibe ne jî ajal; hewcedarîya wan bi hev re heye û ev ê tim jî hebe. Yanî, tarîxa zoonozê û naskirina ajalan em bibêjin yek e û hev re eleqedar e. Bi kurtî kengî însan gihişt ajalan, nexweşîyên zoonozê dest pê kirin.
Nexweşîyên Zoonozî
Têgeha zoonozê di zimanê grekî de “Zoon: Ajal” û “Nosos: nexweşî” ava dibe. Maneya wê jî ew e ku “ew nexweşîyên ji ajalan derbasî însanan dibin.” Li gorî Komeleya Tenduristîyê ya Dinyayê (WHO), ji ajalên xwedî movik nexweşîyên derbasî însanan dibe zoonoz in.
Nexweşîyên Zoonozî Çima Girîng in?
Li gorî lêkolînên zanistî, ji sed nexweşîyên însanan 60ê wan ji nexweşîyên ji ajalan e ku derbasî însanan bûne. Li ser dinê salê 2,4 milyar însan bi nexweşîyên zoonoz nexweş dikevin û salê 2,7 mîlyon însan ji van nexweşîyên zoonoz jiyana xwe ji dest didin. Zoonoz, li welatên hîna aborîya wan li ser çandinîyê û li gorî welatên modern şûnde mane (Sudan, Yemen, Efrîka, Welatên Amerîkaya Başur, Welatên Rojhilatê Navîn) hîna talûke ye û her sal bi hezaran însan ji van welatan bi zoonozan dimirin.
Pandemîyên Zoonozê di Dîroka Dinyayê de
Peyva pandemî jixwe maneya wê ew e ku “Ew nexweşîya li ser rûyê erdê ji welatekê zêdetir, li parzemînên dinê û zehf heremên firehî de belav bûne.” Em pir dûr nekevin, di sala 2019an da li Çînê ji ber barçêmkan nexweşîyek derket holê. Covid-19, yanî koronavîrus. Li gorî epîdemîyologan texmînî ji Covid-19yê nêzîka 700 mîlyon însan nexweş ketin û nêzîka 15- 20 mîlyon însana jî jê mirin. Lê belê, di tarîxa dûnyê de pandemîya zoonozê ne bi tenê Covid-19 ye, werin em bidin şopa dîroknasan û zanyaran. Ji diroka herî kevn heta vê dema me ka em bikolin.
Mirina Tarî (1346-1353)
Li Ewrûpayê di navbera salên 1346-1353an de ji mişk (cirdon) patojenek zoonoz “Yersinia pestis” belav bû. Ev bakterîya patojen zoonoz li gorî dîroknas û zanyarên tenduristiyê nifusa Ewropayê ji sedî 50-60 kuşt. Ev jî nêzikî 50 mîlyon însanan e. Bi tenê ne li Ewropayê, li hemû herêmên dinyayê nexweşîya zoonozê hebû û însan didan ber xwe. Lê tomarên dewletên Ewropayê girtîn û îro jî li gorî van tomaran zanyar texmîna li ser vê êşê diyar dikin. Li gorî teoriyekê jî ev nexweşî ji Çînê bi gemîyan gihiştibû Ewropayê.
Êşa Colombê (1492-1600)
Krîstof Kolomb, li dû kefşkirina Amerîkayê bê zanebûn bû sebeb ku li vê herêmê nexweşîyên tu carî nehatîn dîtin ji Ewropayê bên Amerîkayê. Gelên vê herêmê tu carî ew nexweşî nedîtibûn. Ji ber vê yekê jî sîstema laşê wan ji re ne amade bû. Nifûsa gelên xwecîh di 100 salan de 48 mîlyon însan kêm kirin ji ber van nexweşîyên zoonozên ji Ewropayê hatin. Tîfo, Xurî (Pox Disease), dîfterî, kolera, sorik û hwd. Van nexweşîyan qira gelên xwecîh anîn.
Kolera (1817- heta niha)
Kolera, sedema wê patojenîk bakterî Vibrio cholerea ye. Ev patojena ji ajalan derbasî nav ava vexwarinê û xwarina însanan dibe, ji av û xwarina gemarî belav dibe. Yanî rastî ji qirêjîyê çêdibe, însanan nexweş dixe. Nexweşîyek xedar e. Emel û ji ava wendakirina laşî, însan dimire. Di nav 200 salan de li gorî qeydan nêzîkî 30 mîlyon însanan jiyana xwe ji dest da. Niha jî ev nexweşî pir caran pirsgirêka welatên paşvemayî ye. Çimkî li welatan paqijî kêm û senetasyon li gorî usûla wê nayê kirin. Di şerê navxweyî yê Yemenê de jî dîsa kolera derketibû li gorî nûçeyan.
Êşa Spanî (The Spanish Flu) (1917-1920)
Li hemû welatên ewropî û Emerîkayê derketibû. Virusa H1N1 sedem e. Li gorî texmîna ji çûkan derketîye û dawîyê jî di nav însanan de belav bûye. Texmînî 100 mîlyon însan ji vê nexweşî jiyana xwe ji dest dane.
HIV/AIDS
Caran ewilî di sala 1980yî de hatîye dîtin û tasnîfkirin. Li gorî lêkolînan li Efrîkayê ji meymûnan derbasî însanan bûye virusa HIVê. Nexweşîyek kujer e. Sîstema Parastina Laşê mirovî ji taqet dixe, erîşî vê sîstemê dike. Ji sala 1980 yî vir de heta niha 33 mîlyon însanan jiyana xwe ji dest da ye ji ber vê nexweşî yê.
SARS(2003)
Li Çînê derketiye. Nêzîkî 10 hêzar însan jê nexweş ketine û jî van jî nêzikî 800 însanan jiyana xwe ji dest daye.
Êşa Berazan (The Swine Flu) (2009)
Virusek berazan e di nav însanan de belav bûye û nêzîkî 2 mîlyon însan pê mirine.
Mînak zêdetir hene li ser nexweşîyên zoonozî. Di sedsala me de zoonoz bêhtir dibin. Çimkî însan hem ji bo jiyana xwe bidomîne bi ajalan re zêdetir edî eleqeder dibe. Aborîya ajaldarî ne wekî demên berê ye, êdî ajaldarî bûye global û ajalan ji bo karek ekonomîk dikarin ji serê dinyayê bibin serê din. Êdî nexweşîyek hezar kîlometre dûrî me derketibe jî nav çend rojan de dikare bigihe me û me têxe bin bandora xwe. Mînak Covid-19, Griba Beraza, SARS, MERS hwd belavkirina nexweşîyan ne bi tenê transfer û tevgerîya ajalan e. Însanê sedsala me êdî bêhtir ajalan di mal û avahiyên xwe de jî xwedî dikin. Ajalên xwezaya kûvî û nexweşîyên li xwezayê ji ber tevgera însan û tevgera ajalan li bajar û gundan tê dîtin.
Tasnîfkirina Nexweşîyên Zoonozî
Dê em dizanin ku etîyolojîya nexweşîyên zoonoz ji bakteriyan, vîrusan, parazîtan, rîketsîya, fungal (kuvark), protozoonan û hwd pêk tê. Zoonozên herî giring ji patojenan ava bûne ku li jêr em ê binivîsinin.
Zoonozên ji bakterîyan pêk tên;
- Anthrax
- Tuberculosis
- Brucellosis
- Bubonic plague
- Glanders
- Leprosy
- Tularemia
- Actinomycosis
- Bordetellosis
- Lyme disease
- Campylobacter enteritis
- Salmonellosis
- Ehrlichiosis
- Pasteurellosis
Zoonozên ji vîrusan pêk tên;
- Rabies
- Newcastle disease
- Avian influenza
- Rift Valley fever
- Ebola virus disease
- Zika fever
- AIDS
- Severe acute respiratory syndrome (SARS)
- Monkey pox
Zoonozên ji parazîtan pêk tên;
- Trichinellosis
- Hydatidosis
- Cryptococcosis
- Fascioliasis
Zoonozên ji protozoonan pêk tên;
- Trypanosomiasis
- Leishmaniasis
- Chagas disease
- Giardiasis
- Toxocariasis
- Toxoplasmosis
Zoonozên ji fungalan (kuvark) pêk tên;
- Tinea/ringworm infection
- Aspergillosis
- Blastomycosis
- Coccidioidomycosis
- Malassezia infection
Zoonozên ji Rîketsîyan pêk tê;
- Q-Fever
- Epidemic typhus
- Scrub typhus
Zoonozên ji Klamîdyayan pêk tê;
- Enzootic abortion
- Psittacosis
- Chlamydiosis
Li gorî lêkolînan 140 nexweşîyên zoonoz hene li ser rûyê erdê. Me hinek li jor navê van nivîsan. Yên bixwazin zêde agahîyan bigirin, taybet navê nexweşîyê li ser Google an jî li cihên din binivîsine û lê bigere.
Nexweşîyên Zoonozî Çava Belav Dibin?
Her wekî hûn dizanin ku nexweşî ji mîkroban çêdibe. Pir bi hêsanî di navbera candaran de belav dibe ji ber ku rehendê pire wan bi mîkrometreyan an jî nanometreyan tê pîvandin. Dema candar (bi taybetî însan û ajal) ji van mîkroban digirin, îhtîmal heye ku nexweş bikeve. Heger qeweta mîkrobê dikaribe zora sîstema parastina laşê candaran bibe, wê demê nexweşî pêk tê. Gelo belavbûna mîkroban çawa dibe, kîjan rêyan dişopîne mîkrob ji bo armanca xwe? De werin em yek bi yek rêya belavbûna mîkroban binivîsin.
- Dîrekt têkiliya ajal û însan (destpêkirin, mistdandin, maçkirin, hezkirina ajalan, alastina ajalan û hwd).
- Hereketa bêkontrol a ajal û însanan.
- Deranîna (Îthalat) ajalan.
- Ji hilberîna aborî ya ajalan ji bo xwarina însan xete hatibûn çêkirin.
- Li gorî mevzuatan neyê şixulandin.
- Tiştên kontamîne bûne.
- Nêçîra ajalên kûvî (bêhemdî dikare nexweşîyek nû çêbike).
- Bergirîya nexweşîyan nehatibin girtin.
- Ava ji mîkroban kontamîne bûyî (kolera hwd).
- Şerên Bîyolojîk
Ji ber van nexweşîyan, zoonoz navbera însanan dikare belav bibe û zehf zerarê bide însanan.
Mirov çava dikare xwe ji nexweşîyên Zoonozî biparêz e?
Bi tevahî parastin nîne. Çimkî li her alîyê me ajal hene û ew ê tim jî hebin. Parçeyên jiyana me ne êdî. Ji ber wê yekê em nikarin bi temamî jê xelas bibin, nexweşîyên zoonoz ancax madeyên li jêr hatine nivîsîn heger em tetbîq bikin, em ê kêm têkevin nav sinorên bandora van nexweşîyan.
- Her dema em bi ajalan re dikevin têkiliyê şûnde em dest û uzwên têkilî kirî bi xweşikî û hîjyenîk bi av û sabûnê paqij bikin.
- Heger xwarinên ajalî hû bi kar bînin, cîhê hûn jê dikirin gerek hûn bawer bin cîheyekî hîjyenîk û li gorî mevzuatên fermî yên xwarinên dişixulin, jê bikirin û bistînin.
- Xwarina ajalî li gorî usûlê wan xweş bikelînin. Ne kêm ne zêde di eyarê xwe de, yan na wê demê patojenên nexweşîyan wê bên perçekirin.
- Ava vexwarinê gerek xweş paqij be û sanîtasyona avê tam be. Bêhn, reng, tama avê hewceye ku li gorî vexwarinê be.
- Ajalên hûn di malên xwe de xwedî dikin gerek têkiliya wan bi ajalên derve ve nebe. Têkilî nexweşîyê belav dike, di ajalên ji derve de her dem nexweşîyek heye.
Bi kurtî; têkeliya we, ajalên we, bi ajalên derveyî ve gerek were sinordar kirin, xwarin û vexwarinên we tim paqij û hîjyenîk bin û li gorî mevzuatan hatibe amadekirin.
Berpirsyarên Parastina ji Zoonozan Kî ne?
Yên însanan ji zoonozan diparêzin, doktorên ajal û doktorên însanan in. Heger li derekê koordînasyona van pîşeyan tune be, li vê herêmê tu carî nexweşîyên zoonoz xelas nabin. Her du pîşe jî pir giring in û armancên wan jî tenduristiya însanan e. Miletên û welatên qîmetê didin van pîşeyên xwe, pêş ketine û tenduristiya gelê wan pir caran saxlem e. Nexweşî li wan welatan kêm tê dîtin li gorî welatên paşvemayî.
Çavkanî:
https://www.cdc.gov/onehealth/basics/zoonotic-diseases.html