• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Nihênîya Sebir û Xîretê: Dara Bamboyê

Nihênîya Sebir û Xîretê: Dara Bamboyê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Gotineka peşîyan a kurdan dibêje, “Xwudanê sebrê, mîrê Misrê”

Bê guman ji bo serkeftinê sebir û xîret lazim e. Lêbelê gelek mirov dixwazin zû encamekê bi dest bixin û her çendî ev prose dirêj dibe ew qas hêvîşkestî dibin. Hal bo çî, di nav siruştê de gelek mînak hene li ser sebir û xîret û ezmê. Ev çîrok nîşa me dide ku serkeftin carinan hewcehî amadekarîyeka veşartî heye û bi hewildanên îstîqrar guherînên mezin pêkan e.

Çîroka Dara Baboyê ya Çînê

Bamboya Çînê, li gor nebatên dî proseyeka ecêb a mezinbûnê heye. Piştî çandina tovî pênç salên pêşîkê hîç zîl nadet. Ne zîldanek ne jî belgek… Di nav vê demê de her tim pêdivîyî avdanê, xwudankirinê û bênhfirehîyê ye. Bes ji derve hîç guherînek nayê dîtin. Dara Bamboyê, di kurdî de nebata herî nêzîkî vê darê “leven” in, lewma mirov dikare jêre bêje “Levena Çînê” jî.

Gelek mirov li vê qonaxê dikevin nav bêhîvîbûnê. Dikare bêje, “Ev qas demekê dirêj e ez pê ve mijûl im lêbelê tiştek jê dernekeft.” Di vê hînê re sebir û xîret û ezm derdikeve meydanê. Ji ber ku piştî pênç salan dara bamboyê ji nû şîn dibe û di nav 6 hefteyan de hema bêje nêzîkî 25 metreyan dirêj dibe. Gelo ev çawa çêdibe?

Ya rastî dara bamboyê, her pênç salên pêşikê di bin axê de rihên xwe bi saxlemî berdidet. Berî serê xwe derbêxe di binê erdê de ji xwe re xîmekê saxlem ava diket. Wehareng gava demê wê hat gelek zû mezin dibe. Anku her çend pêşkeftineka berçav nebe jî di rastîya xwe de proseyeka mezin a amadekarîyê dike.

Hindek Gotin li ser Jîyanê

Mirov dikare gelek wate û aqilî ji vî çîrokê werbigire ji bo wan zehmetîyên em di gelek qonaxên jîyana xwe de dibînin. Ha ji we re çend xalên giring ku em wekî aqilekê ji qonaxa mezinbûna dara bamboyê bistînin.

1. Serkeftin Wext Digire

Ji bo gehiştina armancekê bê guman ked hewce ye. Heger mirov xwe bêhnteng bike û bixwaze her tişt zû çêbibe, aha hingê mirov dê zû bes bike û dev jê berde. Serkeftina jidil, bi sebir û îstîqrarê tê.

2. Keda Veşartî Qîmetdar e

Carinan mirov zû berê (meywe) xebatên xwe nabîne. Bes, ev nayê wê wateyê ku mirov ne serkeftî ye. Her wekî dara bamboyê rihên xwe davêje axê, hewildanên me jî ji bo pêşerojê bingeha pêşkeftinên mezin amade dike.

3. Divêt Mirov li ber Zehmetîyan Bes Neke

Her kes rastî demên zor û zehmet tê. Lêbelê ev dem, qonaxa avakirina bingeka bihêz e. Heger mirov bi sebir xebatên xwe bidomîne, bê guman di encamê de mirov dê encamên baş bigire. Gelekê bixebitin, kesên zana serkeftina mirovî ya maddî û menewî bi xebatê ve girê didin û dibêjin, heger mirov hizira avê bike têhnîbûna mirovî derbaz nabe. Ji bo serkeftinê xîreteka mezin, xebateka mezin û pêkanîna rê û rêzikan şertên jêneger in.

4. Îstîqrar, Giringtirîn Mifte ye

Ji bo sazkirina jîyaneka rast û durist, li ser her mijarê bi sedan nimûne hene li siruştê. Li dû vê yekê, heger cotyarê bamboyê, pênç salan avdana xwe nekiriba û dev jê berdabûya ew dar hîç mezin nedibû. Ji bo armancên jîyanê her gav hewildanên îstîqrarî hewce ne. Hema mirov carekê bes bike, hemî keda mirovî di ber avê de diçe.

5. Mezinbûna di Demê Rast de

Dara Bamboyê, li benda demê rast û durist disekine. Di jîyanê de jî lazim e sebra mirovî hebe, divêt mirov li benda gehiştinê bimîne. Gava demê wê hat, keda salane dikare ji nişkekê ve bibe serkeftineka mezin.

6. Karên Mecbûrî ji Serê Xwe Neavêjin!

Di serkeftinên mezin de para tesadif û şansî gelek kêm e. Carinan dema mirov bi çavnetirsî xwe diavêje karekê û ji nişka ve diket encam jê derbikeve jî, rêya herî ewledar ya serkeftinê; xebat û sebr e. Mirovên serkeftî xwe ji hûrgilîyan nadin paş û bi baldarî bi ser wan de diçin.  Wênesazê navdar Nicholas Paussin, nihênîya serkeftinê weha tîne zimên: “Her karê tu dikî, hewil bide bi awayê herî baş bike!” Hevalekê jê pirsî, di nav wênesazên îtalyan de çawa karîye bigehe ve navdarbûnê. Paussin got, “Çi ku, min xwe ji çi tişta ku lazim e bê kirin neda paş.”

Di encamê de, çîroka dara bamboyê (Levena Çînê) nimûneyeka giring e ji bo nîşandana giringîya sebir û xîret û ezmê. Îro, gelek kes dixwazin hema zû bi ser bikevin, bes divêt neye jibîrkirin serkeftinên mezin û rast encama ked û xebatên demdirêj in.

Heger niha li ser mijarekê hûn gelek kedê didin û hûn hêj jî negihiştibin encamekê, belkî niha wekî dara bamboyê hûn bingeha xwe xurt dikin. Bi sebir dewam bikin û jixwebawerîya xwe ji dest nedin. Gava demê wê hat hûn jî dê bilez ser bikevin û beren keda xwe bistînin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.