Pirtûka Xwedêmarî di Mijdara 2023an de ji weşanxaneya Bêjingê wek kitêbeke helbestê hat çapkirin û xwe avêt nav behra Wêjeya Kurdî. Berhem bi xwe berhema wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge ye. Lewra ez jî di geşteka xwe de dixwazim behsa bîranîna xwe ya bi Xwedêmarî re bikim. Ev nivîs wek têbînîyek e ji deftera min û dixwazim bi xwîneran re par ve bikim.
Xwedêmarî, raperîna ruhekî çikî tenê ye, lêgerîneke ruhî, carinan axaftina bi alîyekî dil re, carinan bi xwe re, carinan jî bi yarê re ye. Wek qijikên di nav mija gewr de reş û xweş difirin. Ew ên ezmanê şaneşîna min baskên wan dihebîne û ji min ve dane dû gav û gotinan.
Bîlge hezkirinê dike gav û dihejmêre lê gav dibin gavên koçkirinê. Carinan koçkirina ji kulîlkekê carinan jî koçkirina bi kulîlkê re, ji mekanekî, ji dilekî û ruhekî… Koç di her gavê de hineke din mirov ber bi gotin û hêmayan ve dibin. Belkî jî divê mirov bêje koç û konvedana di nav helbestê de…
“Kengî bar bikim berê kulîlkên min hişk dibin” Ev metafor xemên civakî tîne bîra mirovî. Normeke bi melankolîyeke xeyalî hatiye ava kirin lê li gorî xwe -Koçkirin di her car û zemanî de kulîlkan hişk dike. Kulîlk gelek in û gelek tiştên dîtir in jî- kulîlk jî tê de hemû rengên wan ên jêçûyî wek terikandina bedenê ye. Beden jî wek mekana/civaka ku kulîlk lê hişk dibin.

Hîn gav helbest weha dest pê dikin, “kingê biçim” hîn gav jî wiha dest pê dikin “ez ê bêm”. Du kirinên dijberî hev in ku di nav helbestê de vediguherin bo du têgîhên tim çalak. Hatin û mayîn tim ter e, wek hêvîyekî reh berdabe ser hemû hêma û gotinan, ev gelemşe heya gava dawî ya bêdawî jî berdewam dike.
Evîn her çi qas çirûsek be jî, lê dîsa jî ew rengê wê yê gewr dibe perdeyek tenik ê melankolîyê, li ser helbestê û xwezaya di helbestê de. Wek di kêlîyek teng de lê bi hilma fireh hatibe nivîsîn-jîyîn. Helbestkar tim diçe lê lava ji yarê dike ku ew bê! Gelo gava ew were helbestkar bi vê çûyînê wê li wê derê be?
Erê hinek tên, hinek diçin. Ev çûn û hatin romantîzmeke bi dengê hezkirinekî hatiye îdealîzekirin û li hevokên Xwedêmarî tê kirin. Hebûn bi halê herî rastî bangî hebûnên din dike, di helbestê de. Xweza heye, gerdûn heye, helbet westabûna hêmayan jî heye ku lîrîzmek yekawa bi ser dengê helbestê dikeve û pirdengîyê li pişt xwe dihêle.
Dengekî egosantrîk tim gazî dike, ji ber tenêbûna vî dengê hanê, dengên din ên di helbestê de tim bi tenê dimînin. Tenêtî dibe tişta hevpar ê hemû ruhan. Ruhê helbestkar, ruhê helbestê, ruhê gotinê, ruhê deng û rengê û ruhê her gava tê avêtinê…
Xwedêmarî di Gava Çil û Sêyemîn de disekine, ne ku diqede, çûyîn her didome û hêvî jî…