• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Nûhev Media li The Guardianê

Nûhev Media li The Guardianê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Nûhev Media ji alîyê rojnameya navdar a cîhanê The Guardianê ve hate vexwendin bo bernameya civînên danûstandina agehîyên medyayê. Ev bername bi hevkarîya NewsLab Turkeyê ve tê birêvebirin, ji Tirkîyeyê jî 10 medyayên serkeftî hatin vexwendin ku yek ji wan jî medyaya kurdî Nûhev Media ye.

Çalakîya civînên danûstandina zanista medyayê di navbera 3-7ê Hezîranê de li Londonê pêk tê. Li ser navê Nûhev Mediayê jî Deniz Aslan beşdarî vê bernameyê dibe ku ew yek ji hevdamezrînerên Nûhevê ye li gel Robîn Askar. Di vê bernameyê de dê ji The Guardianê ku yek ji rojnameyên pêşîkê û mezin ên cîhanê ye û ji gelek medyayên îngilîzî der barê sektora medyayê de agehîyan werbigirin û her weha serpêhatîyan xwe ji wan re vebêjin.

Bernameya çalakîyên agehîyên medyayê vê carê jî li Londonê di navbera 3-7 Hezîranê de tê birêvebirin. Di serî de The Guardian û gelek medyayên îngîlîzî beşdarî vê bernameyê dibin. Ji Tirkîyeyê 10 şirketên serkeftî hatine vexwendin bo vê bernameyê ku yek ji van jî medyaya kurdî Nûhev Media ye. Cihê şanazîyê ye, ji alîyê dezgehên navneteweyî ve madyayeka kurdî bê vexwendin ku Nûhev Media berî çend mehan yeksalîya xwe pîroz kiribû.

Li ser navê Nûhev Mediayê hevdamezirînerê wê Deniz Aslan beşdarî vê bernameyê dibe. Nûhev Media dê ji wan medyayên serkeftî der bareyê sektora medyayê de agehîyan bistîne û li xwe zêde bike û her weha serpêhatîyan xwe û rewşa medyaya kurdî jî ji wan re biveguhêze.

Rojnameya The Guardianê Çi ye?

The Guardian rojnameyeke rojane ya Brîtanî ye. Di sala 1821an de ji hêla Scott Trust ve bi navê The Manchester Guardian hatîye damezrandin û navê wê di sala 1959an de hatîye guheztin û forma xweya heyî girtîye. Ew beşek ji  Guardian Media Groupê ye, ku li gel rojnameyên The Observer û The Guardian Weekly, xwedîyê wê Scott Trust Limited e. Ev şirket ji bo “serxwebûna darayî û edîtorî ya The Guardian bi domdarî ewle bike û azadiya rojnamegeriyê û nirxên lîberal ên The Guardian ji destwerdana bazirganî an siyasî dûr bixe” hatîye damezrandin, ne ji bo berjewendiyê ye.

Nûhev Media Çi ye?

Nûhev Media, rêxistineka medyayê ye ku di cîhana medyaya dîjîtal de kar dike. Nûhev Media, di 9ê Adara 2023an de ji alîyê Deniz Aslan û Robîn Askar ve hatîye damezirandin. Navê wê ji peyvên kurdî yên bi wateya “Nû” û “Hev” pêk hatiye ku wate jê komkirina tiştên nû di cîhana nû de. Nûhev Media li ser çand, ziman û civaka kurdî radiweste. Nûhev Media di platformên curbicur de naverokeka berfireh pêşkêş dike û armanc dike ku deng û daneyên kurdî di platformên înternetî de zêde bibin. Lewra bi 36 nivîskarên xwe ve nûçeyên rojevê û naverokên cudawaz çêdike. Di van naverokan de nûçe, analîz, hevpeyvîn, belgefîlm û bernameyên çandî hene.

 

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.