Rastîpoşî an jî bi îngîlîzî Obskurantîzm têgeheka latînî ye ku tê wateya “veşartina tiştekê di tarîyê de” û behsa hewildanên bi mebest ji bo veşartin, sînorkirin an berevajîkirina agahdarîyê dike. Di kurdî de wekî rastîpoşî hatîye binavkirin ku rastî tê poşîn anku peçinandin. Di dîrokê de, ev têgeh parastina hêz, îmtîyaz an îdeolojîyên kes an koman bi sînordarkirina gihîştina wan a agahdarîyan kirîye armanc. Lê belê di cîhana modern de helwîsteka bi vî rengî ne bi tenê azadîya takekesî, her weha pêşketina zanistî, çandî û exlaqî ya civakan jî dixe xeterê.
Sînordarkirina Gihîştina Agahdarîyê
Ew bi awayê nehiştina mirovan ji gihandina hin çavkanîyên agahdarî, ferzkirina sansurê an qedexekirina parvekirina agahîyan pêk tê. Ev cure tarîtî di dîrokê de ji desthilatdarên olî bigire heta rejîmên sîyasî, ji alîyê gelek navendên desthilatdarîyê ve hatîye kirin.
Xerabkirina Agahdarîyê
Manîpulekirina agahîyên heyî, xapandin an jî veşartina rastîyê bi afirandina tevlihevîyê. Bi taybetî di serdema piştî heqîqetê de ev cureyê tarîtîyê bi dezenformasyon û propagandayê bandora xwe dike.
Rastîpoşî ji Perspektîfa Dîrokî
Di dîrokê de, rastîpoşî wekî amûrek ji bo domandina têkilîyên hêz û pêkhateyên civakî hate bikaranîn:
Dêra li Ewrûpaya Navîn:
Bi sînordarkirina gihîştina agahdarîya gelemperî, dêrê rê li ber pirskirina dogmayên teolojîk girt. Mesela, qedexekirina xwendin û wergerandina Încîlê bi tenê bi latînî, ji bo gel zehmetî dikişand ku rasterast xwe bigihînin nivîsên olî.
Rejîmên totalîter:
Rejîmên faşîst û komunîst bi kontrolkirina agahîyên tund serdestîya xwe ya îdeolojîk diparêzin. Qedexekirina pirtûkan, sansûr û kontrolkirina medyayê bûne amûrên pêwîst ên rejîmên weha.
Rastîpoşîya zanistî:
Dadgehkirina Galileo ji hêla Dêrê ve ji ber nîqaşa ku erd dizivire mînakeka klasîk a tepisandina zanîna zanistî ye.
Sedemên Rastîpoşîyê
Sedemên sereke yên ku li pişt tarîbûnê veşartî:
Parastina hêz û desthilatdarîyê:
Zanîn tê wateya hêzê. Hişmendîya gel dikare hêza desthilatdaran tehdîd bike. Ji ber vê yekê, desthilatdarî bi sînorkirina gihîştina agahdarîyê tê parastin.
Tirs û nezanî:
Dibe ku agahdarî û ramanên nû pergalên bawerîyê yên heyî an nîzama civakî tehdîd bikin. Ji ber vê yekê, tirsa ji guhertinê cesaretê dide rastîpoşîyê.
Berjewendîyên çandî û aborî:
Hin kom dikarin ji bo parastina berjewendîyên xwe yên aborî an jî rewşa civakî rê li ber belavkirina agahîyan bigirin. Mînak, şirketên dermansazîyê ku hin lêkolînên tenduristîyê vedişêrin, dikarin wekî mînakek vê rewşê werin dayîn.
Rûdanên Rastîpoşîyê yên Îro
Di cîhana modern de, rastîpoşî bi şêweyên nû xwe nîşan dide:
Dezenformasyon û medya civakî:
Zêdebûna agahîyê fersendeka çêkirîye ku agahdarîya rast were berevajîkirin. Têgihîştina civakan bi agahîyên şaş tê manîpulekirin.
Pirsgirêkên destgehîştinê di perwerdeyê de:
Li hin welatan, gihîştina perwerdeya bi kalîte îmtîyaza tenê çînek dîyar e. Ev yek newekhevîya civakî di warê gihandina agahîyan de zêde dike.
Veşartina pirsgirêkên global:
Nehiştina agahdarî li ser mijarên wekî guherîna avhewa, neheqîya aborî an tenduristîya gelemperî çareserîya van pirsgirêkan asteng dike.
Bandorên Rastîpoşîyê li ser Civakê
Rastîpoşî ne bi tenê gihîştina kesan a agahdarîyan sînordar dike; Ev jî pêşketina civakan radiwestîne. Hin encamên vê rewşê ev in:
Astengkirina Pêşveçûna Derûnî û Zanistî:
Kêmbûna agahdarîyan şîyana ramana rexneyî ya kesan qels dike û pêşkeftina zanistî ya civakê sist dike.
Kûrbûna newekhevîyên civakî:
Sînordarkirina zanînê ji bo çînek an komekê neheqîyên civakî zêde dike.
Civakên vekirî ji manîpulasyonê re:
Civakên ku gihandina agahîyan lê tê astengkirin, ji manîpulasyonê re vekirîtir dibin û pêvajoyên demokratîk qels dibin.
Rastîpoşî mekanîzmayeka hêzê ye ku bi veşartina agahîyan azadîya kes û civakan sînordar dike. Di cîhana îroyîn de ev cure helwîst ne bi tenê pirsgirêka berê ye; Bi şêweyên nûjen ên wekî dezenformasyon, sansûr û newekhevîyê berdewam dike. Ji ber vê yekê parastina gihandina agahîyan ne tenê mafekî takekesî ye, di heman demê de berpirsîyarîyeka civakî ye jî. Awayê herî bibandor ji bo dijberîya tarîtîyê bi perwerde, ramana rexneyî û pêşvebirina zelalîyê ye.