• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Perçeyên Wenda yên Îlahîyên Babîlê yên Navdar Hatin Dîtin!

Perçeyên Wenda yên Îlahîyên Babîlê yên Navdar Hatin Dîtin!
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Lêkolîneka balkêş ji hêla Zanîngeha Bexdayê û Zanîngeha Ludwig Maximilian (LMU) ve bi hevkarî hate kirin, parçeyên wenda yên “Strana Babîlê” ji nû ve derxistin holê ku nêzî 3,000 salan berê hatine nivîsîn. Ev strana navdar, ku wekî yek ji xezîneyên wêjeyî û çandî yên medenîyeta Babîlê tê hesibandin, bi alîkarîya teknolojîya jîrîya çêkirî ji nû ve hatîye jîyandin. Bi saya analîzên jîrîya çêkirî, nivîsên wenda yên li ser tabletan ji nû ve hatine temamkirin û ev berhema bêhempa bi awayekê ku herî zêde nêzîkî orîjînalê ye, hate xwendin. Ev vedîtin, fama me ya li ser yek ji medenîyetên herî kevnar ên mirovahîyê kûrtir dike û mîrateya bi heybet a Babîlê ji nû ve zindî dike.

Xezîneyek di Tabletên Kevirî de Veşartî

Strana Babîlê, ku ji serdema berî zayînê ya 1000ê tê, stranek e ku bereketa Çemê Feradê, bi heybetîya bajarê Babîlê û şêwaza jîyana wê demê pesnê xwe dide. Gotinên stranê, eşkere dikin ku Babîl ne bi tenê navendeka bazirganî û rêveberîyê bû, di heman demê de di warê huner, wêje û dînî de jî xwedî dewlemendîyeka awarte bû. Stran, Çemê Feradê wekî “dîyarîya pîroz a xwedayê zana Nudimmud” bi nav dike û behsa çîmên şîn ên Babîlê, perestgehên bi heybet, qesr û jîyana rojane ya gelê wê dike. Ev stran, ji ber ku di civaka Babîlê de hem di merasîmên dînî de hem jî di çalakîyên çandî de cihê xwe girtîye, wekî neynikeka ruhê medenîyetê nîşan dide tê nirxandin.

Hevkarîya Navneteweyî û Şoreşa Teknolojîk

Tîma lêkolînê ya ku ji hêla Prof. Enrique Jiménez ê Zanîngeha Ludwig Maximilian ve hatî rêvebirin, bi Zanîngeha Bexdayê re hevkarî kir û ev vedîtina dîrokî pêk anî. Parçeyên strana ku bi salan wenda bûn, li ser tabletên kevirî hatine tespîtkirin ku li Îraqê di kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin. Lê belê, gelek ji van tabletan şikestî an jî xera bûbûn, ku ev yek xwendina nivîsan zehmet dikir. Li vê derê jîrîya çêkirî kete dewrê. Algorîtmayên taybetî yên ku hatine pêşxistin, nivîsên şikestî an jî wenda yên li ser tabletan analîz kirin û peyv û hevokên wenda ji nû ve avakirin. Ev teknolojîya, bi berçavgirtina nîşanên kontekstê, strana bi awayekê ku herî zêde nêzîkî orîjînalê ye, derxist holê.

Prof. Jiménez, serkeftina vê teknolojîyê weha rave dike: “Jîrîya çêkirî di çareserkirina nivîsên kevnar de amûreka şoreşger e. Em bi yekkirina perçeyên piçûk ên tabletên bi hezar salan, adeta bi dengê rabirdûyê re dîsa axivî. Ev, ne bi tenê ji bo erdkolojîyê, her weha ji bo hewildanên me yên fêmkirina dîroka mirovahîyê jî gaveka mezin e.” Lêkolînerên Zanîngeha Bexdayê jî bal kişandin ser giringîya vê hevkarîyê ji bo nasandina mîrateya çandî ya Îraqê bi cîhanê re.

Mîrateya Çandî û Manewî ya Babîlê

Strana Babîlê ne bi tenê nivîseka wêjeyî ye, di heman demê de belgeyek e ku fama cîhanê, bawerî û estetîka civaka Babîlê nîşan dide. Di nivîsê de bilindkirina Çemê Feradê wekî damarê jîyanê ya medenîyetê, hêza Babîlê di warê çandinî, bazirganî û hunerê de sembolîze dike. Gotinên stranê, rêzgirtina ji xwedayan re û çîroka civakeka ku bi siruşt re di ahengê de dijî vedibêje. Lêkolîner bawer dikin ku ev stran di festîvalên dînî, merasîmên gelêrî û tew di qesra qralîyetê de jî hatîye xwendin. Ev yek nîşan dide ku stran ne bi tenê wêjeyî ye, di heman demê de xwedî roleka yekgirtî ya civakî ye.

Pira di navbera Rabirdû û Îro de

Vedîtina ji nû ve ya Strana Babîlê, yek ji wan demên kêm e ku teknolojîya nûjen û cîhana kevnar li hev dicivin. Ev dengên ku li beravên Çemê Feradê deng vedabûn, piştî bi hezaran salan bi saya teknolojîyê dîsa zindî dibin û fma kûr li ser dîroka mirovahîyê pêşkêş dikin. Ev vedîtin, tîne bîra me ku Babîl ne bi tenê bajarekê ji kevir û axê bû, di heman demê de medenîyeteka tejî şîîr, muzîk û huner bû. Lêkolîner destnîşan dikin ku ev nivîs ne bi tenê stranek e, xezîneyek e ku ruh û xeyalên gelê Babîlê nîşan dide.

Hêvî û Lêkolînên ji bo Pêşerojê

Ev vedîtina dîrokî, ji bo evîndarên dîrok û erdkolojîyê bûye çavkanîyeka mezin a kelecanê. Lêkolîner bawer dikin ku nivîsa temamkirî ya Strana Babîlê dikare ji bo têgihiştina berhemên wêjeyî yên din ên Mezopotamyaya kevnar jî bibe miftayek. Her weha, bi belavbûna karanîna jîrîya çêkirî di arkeolojîyê de, tê payîn ku vedîtinên bi vî rengî zêde bibin. Hevkarîya Zanîngeha Bexdayê û LMU’yê, ji bo veditinên nû yên li qadên kolandinê yên Îraqê hêvîyê dide. Vedîtina bêtir razên li ser medenîyeta Babîlê, dibe ku ronahîyeka nû bide vê serdema bêhempa ya dîroka mirovahîyê.

Di encamê de, vedîtina parçeyên wenda yên Strana Babîlê, me dîsa bi yek ji medenîyetên herî bi heybet ên dîroka mirovahîyê ve girê dide. Bi hêza jîrîya çêkirî û hevkarîya navneteweyî, ev dengên kevnar ên li beravên Çemê Feradê, îro ji nû ve zindî dibin. Ev vedîtin, wekî gaveka giring a ku ne bi tenê mîrateya wêjeyî ya Babîlê, di heman demê de dîroka hevpar a fama mirovahîyê, di dîrokê de cihê xwe digire.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.