• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Perperokên Bêbask

Perperokên Bêbask
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ça dibêjît wusa ye. Min cîyekî antîk de xwe bîr kirî ye.. Digerim nagerim xwe nabînim. Heft qat li binê erdê qeynî, dibe ku li zêdetir. Derê cîhanê li ser pişta min bûye barekî giran. Dinalim, difetisim.. Reqs digirin perperok li ser bircên dilê min; yek, didu, sisê… Dimirin paşê. Baskên şikestî dibin xubar, hûr hûr dibarin. Dirêj ê çi bikim destê xwe, tê da dimîne. Weke miroveka felcê lêxistîye. Silûetên yên çûyîya der dorên min girtî ye.

Yanê dibêjim ku te qet wenda kirîye xwe? Tu qet bûyî sirûdeke bêxwedî, axeke bêav, çoleka bêsitirî? Dilan bêtir, keviran hêz girtîye Sîrya. Ku da kaş bikim hemû wan paradoksan…

Kes nahêle çivîk xwe li ser rêya min dayînin. Ger waqasî nebe tarîtî. Piştî şilîyan me keskesor didît. Pey berfên şilope re berfîn vedibûn. Gilîdax ewqasî ne qirêj bû wek mînak. Dawî ne girîng e, tiştek kêm e. Rê bi rê, bajar bi bajar, zozan bi zozan meşandin pewîst e niha. Bifikire ku tu di dilê zarokekî de bafirokek î. Encamê nexwaze, bigihêje ezmanan, bi ser de ewr. Lê belê neyê, tew neyê!.. Hatin îxanet e, vemirandina hêvîya ye.

Bifikire ku tu deqekî li ser enîya jinikek î. Janên bi hezar salan tê da hatîye veşartin. Bifikire ku tu tûtineka tehl î li ser lêva bavekî  dest qusandî. Hêj hewareka din nehatiye, têr temîz bifikire.

Heke na bimirim ez ê. Niftek di cigerê min de dişewite. Eva tenê ne îsyana min e, tenê ne birîna min e: ew ez im, ew tu yî, ew em in. Tu kijan afirandêr re bawer dikî nizanim lê bide li ser navê wî û guh bide; gazî dikim, bibihîze¡ Perperokên bêbask, ewilî ji dayik dibin, paşê xeyalên wan difirin li ser çîyayên bêsînor. Di dawîyê da dimirin, ew jî dimirin Sîrya!.. Çima bê bersiv dimînin qêrîn… Diayên naletî ketine pêsîra me, ti carî jî bernadin. Di hestîyan da jehra marekî mê tewaf dike , diguvişîne berdide.

Bê lome ey Yezdan! Veguherîn pewîst e.

Bê lome ey Yezdan! Dadgeh bêşêwaz in.

Bê lome ku sêwî bêxweyî ne.

Di devên tobekar de kufir hêşîn dibin dîsa li wan rojan. Nikarin di hûndir de bi dûrinin êdî birîn û kulên xwe em.

Nayê girtin, xwîn tê rijîn.

Nayê girtin, çerm tê qelişandin.

Va nayê girtin çimkî tê ji bîr kirin.

Ne ez peykerek im ne jî dem Birahîm e.

Lê, lê belê rojekî hemû pûtên bê pergal yê wergerîn..

Rûken Parîl

Rûken Parîl

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.