Ralph Ellison di destpêka pirtûka xwe ya bi navê Invisible Man, ango Zilamê Nayê Dîtin de nedîtina lehengê xwe wiha rave dike: “Ji ber ku mirov naxwazin min bibînin, ez nayêm dîtin.” Nedîtina hebûnekê helbet xwe dispêre sedemekê, ango divê xwe li bingehekê bigire; lehengê Ellisonî zilamekî Reş e li kolanên Emrîkayê û kolanên Emrîkayê kolanên Spîyan in û Spî naxwazin li wan kolanan yên Reş bibînin. Yanê ev nedîtin di bingeha xwe de digihîje dijberîya mirovê Reş. Li gorî Plous ji John Duckitt radigihîne, lêkolînên derûnnasîyê yên li ser pêşdarazîyê yên ewil di salên 1920î de derketine holê û li ser bîrdozîyên nijadî yên Emrîka û Ewropayê yên hewl didin serdestîya spîyan misoger bikin sekinîne.
Yanê li ser wan bîrdozîyên li ser nedîtina yên Reş hatine avakirin. Ji vê nedîtinê em pê têdigihîjin ku pêşdarazî ji daraz û fikrên pêş de tên kirin wêdetir e. Plous jî pêşdarazîyê ji vegotina hizr û bawerîyan vediqetîne û dibêje: “ Pêşdarazî, wekî di derûnnasîyê de bi awayekê giştî tê bikaranîn, ne tenê vegotina hizr û bawerîyan e lê helwestek e ku biçûkdîtin, heznekirin an jî dilxelînê jî di xwe de dihewîne.” Li gorî Nuri Bilgin jî di ferhenga xwe ya derûnnasîya civakî de rave dike, pêşdarazî: “Pêşdarazî (prejudice) an jî hukmê pêşîn, helwesteke neyînî û tevdeyî ya li endamên komeke dîyar, tenê ji ber endamîya wê komê, tê nişandan e.” Yek ji wan kesên di warê pêşdarazîyê de xwedî deng jî Gordon Allport e û li gorî wî jî pêşdarazî: “Cirnexweşîyeke xwe dispêre giştîkirineke biqisûr û ne nerm e. Dikare bê hîskirin û îfadekirin. Dikare arasteyî hemû komê an jî tenê endameke wê komê bê kirin.”
Li gorî derûnnasîya civakî balê dikişîne ser, pêşdarazî parçeyek ji sêyîneya stereotîp, pêşdarazî û cûdakarîyê ye û alîyê hestî yê vê sêyîneyê ye û loma di pênaseyên wê de jî bal li ser vê alîyê wê ve tê kişandin. Stereotîp alîyê vê sêyîneyê yê hişmendî pêk tîne û pêşdarazî xwe dispêre van stereotîpan û stereotîp jî ji avakirina kategorîyan pêk tên. Yanê di bingeha xwe de pêşdarazî xwe dispêre kategorîzekirinê û ev di warê civakî de tê wateya kategorîzekirineke bi awayê “em û ew”ê. Em vê yekê di derûnnasîya civakî de û bi taybetî di çarçoveya bîrdozîya nasnava civakî de wekî kategorîzekirina “koma navxweyî û koma derveyî” dibînin, ku piştî kategorîzekirineke bi vî awayî, komên navxweyî komên derveyî bi hin stereotîpan pênase dikin û ev ji pêşdarazîyên li hemberî komên derveyî re dibin bingeh. Çawa cûdahîyên mirovan wan ji hev vediqetînin, yên xwedîyê taybetmendîyên nêzî hev jî tên ba hev, ev şêweya herka jîyanê ye.
Li gorî Allport jî: “ Hişê mirovî mecbûr e bi alikarîya kategorîyan bifikire. Dema carekê avabûn, kategorî bingeha pêşdarazîya normal in. Ne pêkan e em ji vê pêvajoyê birevin. Di bingeha xwe de jîyîn girêdayê vê ye.” Nexwe kategorîzekirin tişteke bivênevê ya jîyana mirovî ye lê her çiqas fêmkirin û têgihiştina jîyanê hêsan bike jî, gava dibe bingeha stereotîp û pêşdarazîyan û bi vê re jî hizr, darazî û hestên bêbingeh re dibe bingeh, cihê ku jîyanê hêsan bike, wê aloztir dike. Theodor Adorno balê dikişîne ser alîyê neyînî yê vê pêvajoyê û encama stereotîpîya fêmkor: “Careke din jî, stereotîp dibe alîkarê kesê nezan, ku pergalekê bide tişta wekî alozîyekê dixwîyê: Ew, bi rastî jî her çiqas kêm bikeve nav pêvajoya hişî, bi înadeke wî radeyê bi hin modêlan ve, yanê li wê bawerîya wî ji zehmeta ketina bi rastî ya nav mijarê xilas dike ve, dizeliqe. Li cihê ku ajoya hişk a stereotîpê dîyalektîka ceribandin – şaşîkirinê dibire, gêjkirin destpê dike. Stereotîp, ger em têgeha J. F. Brownî bikarbînin, dibe stereopatî.”
Li gorî Adorno qirkirina Cihûyan ji ber van stereotîp û pêşdarazîyên neyînî yên li wan hatî barkirin ewqas hêsan bû û helbet em dikarin vê şîroveyê li qirkirinên din ê her dereke dinyayê rû dayî jî bînin: bi stereotîp û pêşdarazîyên li wan kom û civakan tên araste kirin, ew kom û civak ji mirovahîyê tên dûrxistin û ev rêyê li ber kirinên neyînî yên li hemberî wan xweş dike. Em careke din guhê xwe bidin Adorno û bi hevokên wî nivîsê biqedînin: “Ji gava Cihû bixwe wekî pirsgirêkekê têne dexmekirin pê ve, ne tenê ji bo dadgerên xwedî kûrbînîyeke bilind lê di heman demê de ji bo kesên divê dest bi tevgerê bikin jî vediguherine heyberê û êdî wekî kirde nayên dîtin û wekî termên matematîkê tên hesibandin.”
Çavkanî
Ellison, R. (2013). Görülmeyen Adam, (çev. Mehmet H. Doğan), İstanbul: İletişim Yayınları
Plous, S. The Psychology of Prejudice, Stereotyping and Discrimination: An Overview, Wesleyan University
Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık
Marshall, G. (1999), Sosyoloji Sözlüğü. (çev. Akınhay, O. ve Kömürcü, D.), Ankara: Bilim ve Sanat Yayınları.
Adorno, T. W. (2011). Otoriteryen Kişilik Üzerine: Niteliksel İdeoloji İncelemeleri (çev. Doğan Şahinler), Ankara: Say Yayınları