Mirovahî her tim ketîye dû lêgerîn û peydakirina vedîtinên nû. Keştîyên ku ji deryayan derbas dibin, rêçikên parzemînan digihînin hev û balafirên ku li ezmanan fir didin, ev hemî û zêdetir ancama ruhê keşifkirinê ne. Lê niha, li pêşîya wê sînorekê pir mezin heye: Feza.
Gelo, dê pêşeroja mirovahîyê li Fezayê çawa be? Kolonîyên Marsê, madenên Heyvê, tûrîzma Fezayê û bazirganîya Galaktîkê… Ev hemî beşek ji plansazîya zanistî, ji fîlmên çîrokezanistî ne.
Heyv û Mars: Dikarin Bibin Mala Me ya Nû?
NASA, Spacex û sazîyên din ên Fezayê armanc dikin ku di deh salên pêş de ji mirovan bişîne ser Heyv û Marsê. Li hember tunelên lavê yên li ser Heyvê ji bo parastina li dijî radyasyonê divêt xanîk û ji bo atmosfera Marsê ya zirav û kêşana erdî jî pêdîvîya çêkirina çandinîyên curawcur û qadên jîyanê heye.
Yek ji pirsgirêkên mezin ji bo çareserîya mayînde ya li ser Marsê hilberîna avê û hilberîna oksîjenê ye. Zanyar, xebatan dikin li ser peydakirina avê ji befrê û veguharîna kardîoksîtê bo oksîjenê. Wekî din, ji ber dûrbûna di navbera Dinya û Marsê de, hewcehî dê bi çavkanîyên enerjîya serbixwe (panelên rojê, reaktorên nukleerî) hebe.
Jîyan û Guherînên Genetîkî li Fezayê
Bandorên li ser leşê mirovî ji ber mayîna li Fezayê bi demekê dirêj hêj jî nayê zanîn. Lêbelê, ezmûnan hatîne kirin kêmkirina masûlkeyan, helîna hestîyan, qelsbûna pergala berevanîyê mirovî nîşan didin.
Ev tê wê wateyê ku nifşên ku li Dinayayê çêbûne dibe ku ji mirovên li Dinayayê cudatir bin ji alîyê bîyolojik ve. Di pêşerojê de, dibe ku endezyarîya genetîkî jî were rojevê, da DNA’ya mirovan bi ya Fezayê re bibe hemaheng.
Madenvanîya Fezayê: Aborîyeka Nû
Çavkanîyên li Cîhanê kêm dibin, madenvanîya Fezayê derfeteka mezin araste diket. Li ser Heyvê Helyûm-3 dikare bibe çavkanîya enerjîye ya pêşerojê, her weha metalên kêmdîtî li asteroîdan dikarin bi rengeka pîşesazîya elektronîkî bên guherîndin. NASA û şirketên taybet ji bo madenvanîya Fezayê teknolojîyên robotîk çêdikin û xebatên mezin dibe ku di salên 2040an de dest pê bikin.
Tûrîzm û Bazirganî
Pargîdanîyên wekî Spacex, Original Blue Galactic û Virgin Galactic hewil didin ku ne bi tenê ji bo zanyarî û astronotan, her weha ji bo geştyaran bikin cihê gehiştinê. Niha bi tenê milyarder dikarin bigihîjinê, bes di pêşerojê de dikare pêkantir be ji bo her kesê.
Her weha, îstastyonên Fezayî yên mezin dikarin bibin navenda bazirganî û hilberînê. Amûrên ku dê ji bo erdkêşa mikro bêne çêkirin (bo nimûne krîstalên xav ên ultra û derman) dikarin binekoka endrustîya li dinyayê biguherîne.
Pergala Civaka Nû: Hiqûqa Fezayê û Çand
Gelo dema kolonî hatin avakirin, dê têkilîyên mirovî û pergala hiqûqê çawa be? Peymanên navneteweyî yên heyî dibêjin ku Feza nikare bibe ya welatekê. Lêbelê, heke şirketên taybet û dewlet dest bi îdîaya mafan li ser çavkanîyên Fezayê bikin, dê hewceyî bi qanûn û pergalên rêveberîyê yên nû çêbibe.
Wekî din, kolonîyên Fezayê dikarin çanda xwe baştir bikin. Ew nifşê li ser Marsê hatî dinyayê, dê ji xwe bêje Dinyewî an jî Marsî? Ma dikare zimanekê nû an kevneşopîyeka nû çêbibe? Ev hin pirsên balkêş in der barê veguherîna mirovahîyê bo şaristanîyeka galaktîk.
Rêwîtîya Yekem a Mirovahîyê
Yek ji deverên pêşbazîya herî mezin di dema Şerê Sar de di navbera bloka Rojava bi pêşengtîya Emerîkayê û bloka Sosyalîst a Sovyêt de bêguman “Feza” bû. Di 12ê Avrêla 1961an de, kozmonotê rûs Yûrî Gagarin piştî ku torek li dor Dinyayê avêtî bi roketa “Vostok 3KA” de, di kapsûla “Vostok 1”ê de vegerîya Dinyayê. Ev yekem car bû ku mirovek diçû Fezayê. Firîna wî 108 xulek bû û 327 kîlometreyan bilind bû.
Yekem Kesê Gava Xwe Avêtî Ser Heyvê: Neil Armstrong
Serokê Emerîka John Kennedy, di axaftina xwe ya 12ê Îlona 1962yan de armanca gera Fezayê vê carê kir Heyv û soza çûyîna ser Heyvê da. “Apollo 8” ku Astronauts Frank Borman, James Lovell and William Anders tê de bûn, şîya 10 caran li dor zivirgeha Heyvê bizivire di Berfanbara 1968an de. Paşê “Apollo 11” ku Armstrong, Buzz Aldrin û Michael Collins tê de bûn, danî Heyvê di Tîrmeha 1969an de. Vê carê Neil Armstrong bû yekem kesê pê li Heyvê kirî. Gotina Armstrong “Ji bom in gaveka piçûk; ji bo mirovahîyê gaveka mezin bû” kete dîrokê. Piştî Armstrong, Aldrînî û piştî wan jî heta sala 1972yan 10 astronot dî jî çûne ser Heyvê.
Rêwîtîya Fezayê ya Hevpar ya Amerîka û Sovyêtê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo çûna ser Heyvê rikaberî sist kir. Her du hêzan gelek caran mirov şandin ser Heyvê. Di sala 1975an de, mekîka Apollo ya Amerîkî û mekîka Rusya Soyuz 19 destê hev girtin. Her du dewletan ji bo sembola hewildanên dîplomatîk li Fezayê destê hev girtin.
Çînê Yekem Rêwîtîya Xwe ya Mirovî di Sala 2003an de Pêk Anî
Ji bo cara yekem di sala 1967an de, di dema serwerîya Serokwezîr Mao Zedung û Serokwezîr Zu Engini de Çînê biryar da ku rêwîtîya Fezayê bike. Amraz Fezayê Kevirên Shuguang ku ji mekîka Gemini ya DYE hatibû kopîkirin, di salên 1970aan de bi ser neket. Piştî salan, amraza Fezayê Shenzhou çêkirin ku li ber mekîka Rusya Soyuz hatibû çêkirin. Di 15ê Cotmeha 2003an de, taykonotê Çînî Yang Luwei bi mekîka Shenzhou 5 piştî firîna 21 seetan li Fezayê gihişte ser Heyvê ku eve ji bo Çînê cara yekem bû.
Caribandina Yekem Firîna Mirovî ya SpaceX’ê
Ajansa Feza û Asîmanî ya Dewletên Yekbûyî (NASA) piştî ku bernameya APOLLO, Kolombîya, Challenger, Discovery, Atlantis û cîhê hewayê berdewam kir, di sala 2011an de dawî li hemû firînên çavkanîya kamûyê anî û di vê qadê de dest bi teşwîqkirina sektora taybetk kir. Di heman salê de, hukumeta Emerîkayê biryar da ku li cîhana karsazîyê tevlî lêkolînên Fezayê derveyî bike û NASA’yê“Bernameya Pêşveçûna Rêwîyên Tîcarî” kir.
NASA, ji bo ku girêdayî çi dewletên dî nemîne û vê yekê bi dawî bike û firînên Fezayê yên Mirovî bîne DYE’yê biryar da û peyman bi Spacex û Boeing re girê da. NASA’yê ji bo pêşvebirina “Crew Dragon”ê 3,1 Milyar dolar dane SpaceXê û ji bo “CST-100 Starliner”ê jî 4,8 milyar dolar dane Boeingê.
Di 30ê Gulana 2020an de, Spacex li Florîdayê “Crew Dragon” ji navenda Fezayê ya Kennedy bi 2 astronotan bi serfirazî şand Fezayê. Di gel vê destpêkirina serfiraz, SpaceX cara yekem mirovek şande Fezayê û her weha cara yekem mirovek ji alîyê şirketeka taybet ve çû Fezayê. Bi vî rengî, êdî Nasa ji bo her firîna ser Heyvê ji bo her paldangekê 85 milyon dolaran nade Rûsyayê.
Encam: Ji bo Mirovahîyê Asoyeka Bêdawî
Feza, ji bo zindîmayîn û pêşkeftina mirovahîyê destpêkeka nû araste dike. Bi xêra pêşkeftinên teknolojîk û hevkarîya navdewletî, em dikarin bingehên li ser Heyvê, bajarên li ser Marsê û dibe ku nifşên ku di pergala rojê de digerin, bibînin.
Lêbelê, ev serpêhatîya mezin dê ne bi tenê bi zanist û teknolojîyê, di heman demê de bi wêrekî û hevkarîyê pêkan be. Ji ber ku mirovahî, wekî ku wî di seranserê dîrokê de kirîye, dê berdewam bike ku sînorên xwe bide zorê. Belkî rojekê Feza bibe mala me ya rastî.