• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Pêşnîyaza Rengan ji bo Porê Jinan Taybet ji bo Demsala Payîzê

Pêşnîyaza Rengan ji bo Porê Jinan Taybet ji bo Demsala Payîzê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Payîz, ew demsal e ku paleta rengên siruştê bi tonên herî germ û dilkêş re dibin yek. Li vê demsalê çawa ku pelên daran ji rengê zer ber bi sor ve diguherin, hûn jî dikarin bi rengê porê xwe vê guherînê bişopînin û dîtbarîyeka şêrîn û nazik bi dest bixin. Me ji bo we rengên poran ên herî populer ên payîza 2025ê berhev kirin. Li vê derê ew reng hene yên ku bi enerjiya demsala payîzê re li hev tên, li tona çermê we diguncin û şêwaza we temam dikin!

Rengê Hingivînî yê Qeremelî: Ronahî û Nerm

Rengê hingivînîyê qeremelî, bi awireka germ û vexwendî ya payîzê re bêkêmasî li hev tê. Ev tonê şîrîn û nerm, ronahiyeka siruştî û kûrahî dide poran. Bi taybetî ji bo kesên ku dîtbarîyeka nazik dixwazin îdeal e, hingivînîyê qeremelî bi çermê zelal û geminî re li hev tê. Hûn dikarin bi porbirê xwe re tona hingivînîyê qeremelî ya ku li tona çermî we tê hilbijêrin û payîzan şêwaza xwe nû bikin.

Rengê Qehweyê Şehbelotî: Klasîkeka Bêdem

Qehweyê Şehbelotî, yek ji tonên payîzê yên neçar e, li sala 2025ê jî serdestiya xwe diparêze. Kombûna bêkêmasî ya  tonên sor û qehweyî yên jêr, vî rengî ji bo her tona çermî guncav dike. Hem siruştî hem jî sofîstîke xuya dike, qehweyê şehbelotî ji bo kesên ku êvarên sar ên payîzê awireka germ dixwazin bêkêmasî ye.

Rengê Sorê Baqirî: Wêrek û Enerjîk

Sorê baqirî, yek ji rengên herî balkêş e ku enerjiya payîzê dide poran. Ev ton bi taybetî li ser çermê zelal û çavên rengîn xweş xuya dike û li payîza 2025ê di nav trendan de cih digire. Ji pelên sor ên siruştê îlham werdigire, ev reng ji bo kesên ku guherîneka wêrek dixwazin bijarteyek bêkêmasî ye.

Rengê Zerê Zelal: Tîrêjên Dawî yên Rojê

Zerê zelal, guhertoyên zer ên ku ji bo payîzê hatine adaptekirin, dîtbarîyeka siruştî û germ pêşkêş dike. Tonên wekî zerê zêrîn an hingivê kefkirî, ronahiyekê didin porî û bi rojên tav ên payîzê re li hev tên. Ji bo kesên ku dev rengê zer bernadin, ev ton ji bo demsalê bijarteyeka xweş e.

Rengê Reş: Wêrek û Nepenîtî

Porên reş, li payîza 2025ê ji bo kesên ku dîtbarîyeka jixwebawer û sofîstîk dixwazin derdikevin pêş. Bi taybetî reşê ku bi tonên şîn an xemr ên jêr hatiye dewlemendkirin, dîtbarîyeka modern û bêdem pêşkêş dike. Ev reng, ji bo kesên ku guherîneka wêrek dixwazin, bi bayên sar ên payîzê re li hev tê.

Rengê Qehweyê Çîkolatayî: Siruşt û Şêrîn

Qehweyê çîkolatayî, bi tonên xwezayî yên payîzê re li hev tê û bijarteyek nazik e. Ev reng, ronahî û xuyangek luks dide poran û bi tonên çermê germ û sar re jî li hev tê. Ji bo kesên ku şêwazek mînîmal lê bi bandor dixwazin, qehweyê çîkolata bijarteyek bêkêmasî ye.

Rengê Sorê Ronesansî: Têkiliya Terakota û Baqirê

Yek ji trendên herî balkêş ên payîza 2025ê, rengê sorê ronesansî ye ku terakota û baqirê têkel dike. Ev rengê wêrek, bi taybetî bi çermê zelal û tonên sûfik (binefşî) yên jêr re li hev tê û dîtbarîyeka bronz pêşkêş dike. Bi lîstikên ronahiya dewlemendkirî, ev ton hem wekî yekreng hem jî wekî ombre dikare were bikaranîn.

Rengê Zerê Xwelîyê: Modern û Sofîstîk

Zerê xwelîyê, balê dikêşe bi tonên xwe yên sar ên ku bi awira payîzê re li hev tên. Li sala 2025ê versiyonên wan ên bi ronahî û tonên zêrîn ên jêr populer in, zere xwelîyê ji bo kesên ku dîtbarîyeka modern dixwazin îdeal in. Bi tonên çermê sar re li hev tê, ev reng wêrek û nazik e.

Rengê Gula Sûfik: Cuda û Balkêş

Renge gula sûfik, di nav tonên pastel ên payîzê de derdikeve pêş. Bi tonên sûfik ên zelal, ev reng awireka cuda dide porî û bi taybetî ji bo tonên çermê sar guncav e. Ji bo kesên ku bixwazin payîzê balê bikişînin, gula sûfik alternatîfeka wêrek lê nerm e.

Rengê Qehweya Macchiato: Zelal û Modern

Qehweya macchiato, li ser bingeheka qehweya tarî wekî ku bi şîr hatibe zelalkirin tonên nerm pêşkêş dike. Ev reng, bêyî ku kontrastê çêbike, kûrahî û germahiyê dide porî. Bi paleta siruştî ya payîzê re li hev tê, rengê qehweya macchiato bijarteyeka pirreng e ku li her tona çermî tê.

Dema Mirov Rengê Porî Hildibijêre Divêt Mirov Balê Bikişîne ser Çi?

Dema ku mirov payîzê rengê porê xwe hildibijêrin, giring e ku mirov tona jêrîn a çermê xwe li ber çavan bigire. Kesên xwedî tonên jêrîn ên çermê germ dikarin tonên germ ên wekî qeremel, sorê baqirî an zerê zêrîn hilbijêrin. Kesên xwedî tona jêrîn a çermê sar jî dikarin berê xwe bidin tonên wekî zerê xwelîyê, qehweya çîkolatayê an gula sûfik. Her weha, piştî boyaxkirina poran, lênêrîna birêkûpêk ji bîr nekin. Ji bo porên ku havînê ji rojê û avê zirar dîtîn, maskeyên şilkirî û zuhakirina bi germahiya kêm dê tenduristiya porê we biparêze.

Ruhê Payîzê Bidin Porê Xwe

Payîza 2025ê, ew dem e ku hûn bi rengê porê xwe yên siruştî û wêrek xwe îfade bikin! Ev 10 rengên poran ên ku ji hêla me ve hatine pêşniyazkirin, bi enerjiya germ û zindî ya demsalê re şêwaza we nû dikin. Bi porbirê xwe re tona ku herî zêde li çermê we û şêwaza we tê hilbijêrin û vê payîzê destpêkeka nû çêbikin. Hûn ê kîjan rengan hilbijêrin? Di şiroveyan de bi me re parve bikin!

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.