Di geşedana mirovan de sê temenên giring hene ku mirov hetanî digîhêje van temenan gelek guherîn di laş û aqil û giyanî de çêdibin. Li gor vê yekê qonaxa yekem ji zarokînîyê dest pê dike heta 23 salîyê, ev qonaxa geşedana biyolojîk e. Qonaxa duyem di navbera 30 û 33 salîyê de ye, ev qonaxa geşedana hişî ye. Her wekî dawî qonaxa sêyem jî salên 40î ye, ev jî qonaxa hizirî û gîyanî ye li dû armancên jîyanê.
Geşedana Mirovî ji Zarokatîyê heta 23yan
A yekemîn ji zarokatî hetanî 23 salîyê ye. Di laşê zarokan de li gor hinek daxwîyaniyan 270 hestû hene, li gor hinek daxuyaniyên din jî 300 an jî di ser 300î ra ne. Hetanî 23 salîya mirovan hejmara van hestûyan dadikeve 206 hestûyan. Sedema kêmbûyîna jimara hestûyan ev e ku; hinek hestû bi mezinbûna mirovan re bi hev re dicebirin û dibin yek parçe. Kêmasiyên bedena mirovan ji dayikbûna xwe heta 23 salîyê temam dibin. Ango laş distewe, kêmasî di laşî de namîne.
Geşedana Mirovî di Navbera Salên 30-33 de
Ya duyemîn jî di navbera salên 30 û 33yê de ye. Hetanî salên 33yan kêmasiyên laşî bi temamî diqedin û êdî rêwîtîya sitewandina hiş/aqilî encam dide. Mirov êdî bêhtir fêm dike û difikire û tev digere. Mirov, rûdanên di jiyana xwe de û fikrên ku di serê mirovî de diçin û tên, dixe mêzînê û rêyeke hevsengîyê ava dike. Ango bi hişmendî tev digere û hinek tevlîhevî ku di hişê mirovî da çêdibin, dikare bi zelalî dibîne.
Geşedana Mirovî di Navbera Salên 40î de
Ya sêyemîn jî salên 40î ye. Salên 40î jî sitewandina hiş/aqil û giyanî ye. Êdî mirov him bi hişekî sitewendî him jî bi giyanekî sitewandî tev digere ku salên di jiyana mirovî de ên herî giring ev sal in. Mirov bêhtir li ser gerdûnê û armanc û peywira gerdûnê ya însên û li ser xuliqandinê difikire. Li ser hikmet û xuliqandina Xwedayî hizir dike. Êdî mirov li hinek rêyan digere ku gîyanê xwe perwerde bike. Ehemiyeta giyanî bêhtir fêm dike û ji laşî bêhtir giringîyê dide gîyan û arişîyê. Jixwe di temamê olan de bi gelemperî Pêxember di van salan de dest bi peywira xwe kirine ku di navbera dinya û axretê de, di navbera madî û manewîyatê de ango di navbera aqil û giyanî de bi hevsengî tev gerîyane.
Pêdivî ye bê gotinê ev daxuyanîyên ku li jor me mînak dane bi gelemperî rast in. Lê carinan li gor mirovan ev pêvajo dikare biguhere. Carinan hinek zarok jî ji aliyê hişî ve wekî mezinan difikirin û carinan jî hinek mezinên ku salê wan di ser 40î re jî derbaz bûne tevgerên wan wekî ên xama ne. Her emrekî mirovî xweşîyeka wê heye. Mezinên me gotine; “her tişt di wextê xwe de xweş e.” Ango mirov divê nirxê her wext û salên xwe bizanibe û li gor wê tev bigere.
Malî ava mamosteyê hêja @Sadullah
Malî ava mamosteyê hêja Sadullah
Sihet xweş mamosteya hêja.
Spas dikim Gulcana delal û xweşik 🙂
Spas dikim Kek Mûsayê hêja
Spas Evîn xana hêja.
Sihet xweş her nivîsek te balkêşîyê dibe ser mijarên curbecur.
Sihhet xweş embaz a min a ezîz
Her biji mamostê
Serkeftîn ji tera