Li Bakur ji bo serdema duyem a perwerdeya 2023-2024an di dibistanên navîn de anku polên 5, 6, 7 û 8an de serlêdanên dersên bijarte dest pê kir. Di vê proseyê de du dersên kurdî (kurmancî û kirmançkî) hene. Serlêdana n 30ê Kanûnê dest pê kir û heta 19ê Sibatê dê berdewam bin.
Li dû vê yekê li gel hilbijartina dersên bijarte yên kurdî rê li ber tayînkirina mamosteyên kurdî jî vedibe. Di vê çarçoveyê de gelek kampanya ji layenê dam û dezgehên curawcur ve têne lidarxistin.
Pêvajoya Hilbijartina Dersên Kurdî Çawa ye?
Wekî qanûnî her kes bêyî tirs û guman dikare dersên kurdî hilbijêre. Heçê xwendavanên wan di dibistana navîn de heyî, ji alîyê mamosteyan ve daxwaznameya dersên bijarte ji wan re tê dayîn. Xwendevan li gel îmzeya malbata xwe dikare di wê formê de dersa kurdî anku zazakî an jî kurmancî hilbijêre.
Mamoste Çawa Tê Tayînkirin?
Herî kêm 10 kes dersa kurdî hilbijêrin, hingê divê dersa kurdî bê vekirin. Heger mamosteyê kurdî nebe, ji dibistanek din mamosteyê kurdî dikare bê dersê bide. Heger ew jî nebû ji derve destheq kesek dikare bê dersê bide.
Astengîyên li Hember Hilbijartina Dersên Kurdî
- Dersên bijarte hatine kategorîzekirin ku kesekê dersa kurdî hilbijêre, hindek dersên dî yên giring nikare hilbijêre. Lewma tercîh bêhtir dibe dersên dîtir.
- Tiraa malbatan… Malbat her wesa dizanin ev karekî polîtîk e û wê ji teref hukûmetê ve bêne daxdan. Lê divê bizanin ku ziman amûrek e çandî û neteweyî ye û mafê her miletî ye ku perwerdeya zimanê xwe bibînin. Her wesa dersa kurdî jixwe ji alîyê hukûmetê ve hatîyw qebûlkirin û tê dayîn jî.
- Her weke din astengîyek din jî tirsa rêvebiran e. Hindek rêvebir jî ditirsin ji alîyê hukûnetê ce bêne daxdan, lewma carinan wan daxwaznameyan wenda dikin an jî bi hinceta ku hejmareke berçav çênebûye dersa kurdî venakin.
Di vê çarçoveyê de me hevpeyvînek bi mamosteya zimanê kurdî Firûze Xanê re kir. Firûze Xan mamsoteyeka zimanê kurdî ye, wê li zanîngeha Çewligê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî xwendîye, xilas kirîye lêbelê hê jî tayînkirina wê çênebûye.
– Tu dikarî behsa pêvajoya xwe û xwendina beşa kurdî bikî?
Ya min hinekî cuda bû li gorî ya xwendekarên dî; min dibistana navîn û amadeyî ji derve xwendibû, lewma min di vê pêvajoyê de hinek zehmetî dît. Wextê min ev beş qezenç kirî me çar sal perwerde dît û em hatin malê. Bi rastî hêvîya gelek kesan ji tayînkirinê nebû lê ya min hebû. Min xwe pê ve zehf girê da, bela ku hem beşa min a ewil bû hem jî min bi çi tehbê qezenç kir, hêvîya min gelek pê ve girêdayî ye. Ez jê jî naqerim. Me çend ziman û zarav dîtin; kurmancî soranî, zazakî, farisî, îngilîzî, osmanî. Ev tiştekî zehf xweş bû. Min dixwest hê bêhtir pêş bikevim îşellah. Yeka weka min perwerdenedîtî û ev tişt dîtin, zehf xweş bû.
– Hilbijartina dersên kurdî dê bandoreke çawa li ser tayînkirina mamosteyên kurdî bike?
Hilbijartina dersên kurdî wê bandoreke xweş li ser mamosteyên kurdî bike. Heger her dibistan û pol û mamoste û rêvebir 10-12 xwendekar vê dersê hilbijêre wê hem tayînkirina me rihettir bibe hem kontenjana me wê zêdetir bibe. Ev îhtiyaciyê me ji mamosteyên kurdî heye, dibe em mamosteyên kurdî tayîn bikin.
– Li hember tayînnekirina mamosteyên kurdî hest û hizirên te çi ne?
Ez bi rastî dixwazim bibime mamsoteya zimanê kurdî, ji ber ku zimanê min e, çanda min e. Bi pîrik û kalikê xwe di nav vê çandê de mezin bûme. Ez dixwazim çand û ziman û rêzimanê xwe nîşanî xwendekarê xwe bikim. Wekî hemû mamsoteyan ez jî vê dixwazim. Ev mereqa mamostetîyê di dile min de maye. Ne mamostetî be, ez bibim çi ez bextewar nabim. Ji vênakê ez dixwazim em jî bigehine xwendekarên xwe Îşellah.
– Bi ya te sebeba tayînnekirina mamosteyên kurdî hukmet e an jî xelk e?
Sebeba vê hem hikûmet e; hem jî xelk e. Ji ber ku hukûmetê kontenjan zêde nedaye me, madem we ku ev beş vekir, ev jî weka zimanê erebî, tirkî hwd gerek kontenjaneke baş bidine me. Mezûnên me hene lê kontenjana me hindik e. Salekê kesek, salekê du kes wilo çênabe. Ev jî hêvîyên me dişkêne. Weke din îhmalkirina xelkê divê zarokê xwe şîyar bikin bila zimanê xwe hilbijêrin û qet nebe 12 kes hilbijêrin ji bo ku em karibin polekî vekin. Ji vî alî ve îhmalkirina xelkê heye, naçin nabêjine rêvebiran ka formê em dagirin, em serî li zimên bidin. Çi qas tu serî lê bidî wê ew qas pol vebin, pol vebin wê tayînkirina me rihettir bibe.
– Çi pêşniyazê te bo gelê kurd hene li ser hilbijartina dersen kurdî?
Bila malbat, dê û bav zarokên xwe hişyar bikin û tiştan ji wan re bêjin li ser ziman û herin ji rêvebiran formê bixwazin û hilbijartina zimanê kurdî bikin. Heger ew li ser nesekinin û hilbijartina zimanê kurdî nekin wextê wê, wê biqede û yê bixwaze jî êdî nikare serî lê bide. Ji bo tayînkirina mamosteyên kurdî ev giring e. Lewma divê malbat û rêvebir bi hev re tev bigerin û li ser bisekinin, heger ew li ser nesekinin kurdî jî nikare li ser xwe bisekine, em jî nikarin li ser xwe bisekin.