Li Norwêçê di encama kolandinên li ser gora Vîkîngîyekê de şûşeyek hate dîtin. Di vê şûşeyê de nîşeyek hate dîtin ku ji erdkologekê 150 salan berê maye bo erdkologên îro.
Di van demên dawîyê de, erdkologên Zanîngeha Bergenê dîsa dest bi kolandina keştiya Myklebust kirin. Yek ji mebestên wan ew bû ku ev şûnwar bikeve nav lîsteya demkî ya Norwêcê ya mîrateyên cîhanî yên UNESCO’yê. Vekoleran kifş kir ku Lorange ji wan re hin not hiştiye ku lêkolînê bikin.
Di Nîşeyê Çi Hatîye Nîvîsîn?
Lorange nameyek û karta xwe ya karsaziyê û pênc zîv kiribûne di şûşeyeka cam de. Di nameyê de der barê dîrok, naverok û armanca kolandinê de agahiyên fermî hebûn. Di notê de weha hatîye gotin: “Tumula, li ser miriyan hatiye avakirin. Ew bi çekên xwe ve li ser keştiyê hatin veşartin”.
“Agehîyên Xelet Tê de Hene…”
Lê belê hat fêmkirin ku Lorange di hin beşên nameyê de agahiyên nerast dane. Mînak, wî hejmara mertalên Vîkîngan şaş nivîsîye û behsa yek ji giringtirîn alavên keştiyê, firaxa mefreq a sedsala 8an nekirîye. Ev firax li Îrlandayê ji dêr an keşîşxaneyekê hat talankirin.
Morten Ramstad, serokê projeyê, got: “Ev nîşanî me dide ku her çend Lorange arkeologê muzeyê be jî, wî bi xwe karê kolandinê nekirîye û ev kar ji xebatkarên çandiniyê yên herêmî re hatin hiştin. Dibe ku wî hemî hûrgilî nedizanîn dema ku wî ev nameye xistî şûşeyê.”
Di dawiya nameyê de hûrgilîyeka din a kêfxweş hebû. Lorange hewil dabû ku peyama xwe bi alfabeya runik binivîse, alfabeyeka ku berî pejirandina alfabeya elmanî bê bikaranîn. Lêbelê, pisporan nekarîn vê notê deşîfre bikin. Li gorî Ramstad, “Lorange alfabeya rûnik nedizanî û hevok rasterast bi alfabeya rûnîkî ya piçûk wergerandîye” Di nivîsê de ev hevok hebû: “Emma Gade, dostika min.” Her du di sala 1877an de zewicîn.
Ev nota duyem bû ji evîna Lorange. Di kolandinê de li Raknehaugen di sala 1939 de, lêkolîneran noteka dît ku wî ji jineka din re Ingeborg Heftye’ê re nivîsîbû. Lêbelê Heftye bi kesekî din re zewicî.
Ev tiştên hatine dîtin, dê bi vedîtinên din ên ji kolandina Myklebust re di pêşangehekê de ji bo pîrozkirina 200 saliya Muzexaneya Bergen di 2025an de bêne pêşandan.
Xwedîyê vê Nîşeyê Kî bû?
Di 1874 de, Muzexaneya Bergen li başûrê rojavayê Norwêcê yekem arkeolog û muhafezekarê xwe girte kar. Her çend ew hêj 28 salî be jî, Anders Lorange jixwe bi lêgerîna li wargehên Vîkîngan li seranserê welêt navek ji xwe re çêkiribû. Bi taybetî bi kolandina ku di sala 1869an de li tumulusa bi navê Raknehaugen li nêzî Osloyê bal kişandibû ser xwe.
Wekî beşek ji peywira xwe ya nû, Lorange ji Bergen ber bi Nordfjordeidê ve çû. Li vê derê wî pîlan kir ku ji pênc tumulan a herî mezin veke ku li ser zeviyekê bi navê Myklebustgarden-ê ye. Di dema kolandinên xwe de, wî bermahiyên keştiyeka Vîkîngê bi qasî 30 metre dirêj dît. Keştî 1000 sal berê di çarçoveya merasîma cenazeyî ya bi heybet de hatibû şewitandin. Myklebust mezintirîn keştiya Vikiîng e ku heta niha li Norwêcê hatiye dîtin.
Mezinahiya keştiyê û qalîteya keştiyên di hundir de destnîşan kir ku ew aîdî padîşahekê Vîkîngê ye ji sedsala 9an. Lê belê bi tenê nîvê herêmê hatiye kolandin. Di dehsalên paşîn de keşifkirina keştiyên Vîkîngê yên çêtir parastî bû sedem ku Myklebust were jibîrkirin. Eleqe dîse di salên 1990ê de ji nû ve zindî bû. Di sala 2019an de, çêkerên keştiyê li Nordfjordeid nûavakirineka rastîn a keştiya Myklebust qedandin û ew avêtin nav fîyordê.