• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Peyamek Ji Laşê Te Heye Li Ser Jîyana Te

Peyamek Ji Laşê Te Heye Li Ser Jîyana Te
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Gelo ez bêjim xet û xalên destê me, şikl û rengê wec û laşê me li ser şexs û karekterê me peyam didin jîyana me hûnê çi bifikirin? Gelek alim û fîlozofan li ser vê zanistê lêkolîn kirine. Bo nimûne vê mijarê bala gelek zanistên wekî chirology(zanista fehmkirina îşaretên dest û tilîyan), palmistry(hunera remla destan) , îlm-î sîma, îlm-î kiyafe û fîrase û gelek zanistên din kişandîye. Her weha dema em berê xwe didin demên berê em dibînin ku bi piranî sûmerî, akadî, misirî û romayî ji van zanistan îstîfade kirine û bi mirovên nû, mejîyê nûjen ev ilm gihîştiye heta roja me.

Yek ji lêkolînerên vê zanistê Arîsto ye. Di serdema navîn de jî temsîlkarê vê ilmê Muhyîddîn Îbnû’l-Arabî, Fahreddîn El-Razî û Îbn-î Sîna bi taybetî di derheqê vê de berhem nivîsîne. Ebu’l-Vefa Mûbeşşîr b.Fatîk û Ebû’s Sem’a el Emşatî jî li ser vê bi navê Kîtabû’l-Kavlî’s-Sedîd fî Îhtîyarî’l-Îlma’ ve’l-Abîd berhem nivîsandine. Gelek sîmaxwîn (wech-xwîner, rû-xwîner) em dikarin bêjin xwe di vê mijarê  de ewqas pêş xistîne ku êdî ji hal û hereket û tevgera mirovan xet, xal û şiklê laş û wechê wan texmîn dikirin û pê derdixistin.

Mirov tim paşerojê meraq dike ku ger amûrek ji bo dîtina paşerojê bihata keşfkirin bêşik ji bo destxistina wê çi ji dest me bihata me dê bikira. Heta tiştek bi vî rengî bê keşfkirin paşeroj xeyb e ango nayê zanînê. Lê dema li gor vê zanistê em lê dinêrin xet û xalên laşê xwe em tev bigerin her çi qas ne paşeroj be jî em dibînin ku ew di derheqê me, tebîatên me, hunerwarî û qelsîyên me berteka didin me. Wê demê em van bidin ber çavan û bêjin ku em dikarin bi peyama laşê xwe rê li ber nexweşî û qelsîyên xwe bigrin û bi heman rengî em di jiyana xwe de dikarin rê li ber qabîliyeta xwe jî vekin.

Di demên berê de mirovan zarokên xwe li ser vê zanêstê mezin dikirin. Mînak em  bêjin ku şikl û xetê laşê zarokan nîşan dide ku ew dê di paşerojê de mirovek bi hêrs û bînteng be û her wiha mirovek li ser ticaret û hûnerê de bi hişê xwe ve  dê pêşketî be. Dê û bav li gor va bertekan tev digeriyan û zarokê xwe li gor van bertekan li ser nîşanên neyînî û li ser yên erênî jî tûj dikirin, mezin dikirin. Şiklê destên me, serê me, çavên me, tilî û nigên(pê) me, bi kurtasî laşê me kodên şexs û jiyana me ne. Ango em dikarin bêjin di jiyanê de “Laşê me kilawûza bikaranîna şexsê me bi xwe ye.”

Ger hûn bixwazin di derheqê vê zanistê de bibin xwedî fikr û raman hûn dikarin ji pirtûka Mehmet Alî Bulut-Elfabe (Min di vê nivîsa xwe de gelek jê îstîfade kir), Bill Harris-Yüzün Anlamı (Wateya Wech), Halit Ziya Uşaklıgil – Îlm-î Sîma yê, zêdetir agahîyan bistînin.

“Ji bîr nekin, efirandina ti tiştî  ne  bêwate ye.”

Mizgîn Amak

Mizgîn Amak

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.