Ev gerdûna em tê de dijîn ji girseyek enerjîya mezin pêk tê. Her tişt, kes li gor xwezaya xwe xwedî enerjîyeke erênî yan jî neyînî ye. Ji kesayeta me bigirin heta ji nerîn û axaftina me hemû bûyer û hebûn ji enerjîyekê pêk tê. Hemû zindî xwedî aûrayekê ne. Aûra, wekî mertalekê ye ku bi pêlên xwe yê elektromanyetîk mirovan dorpêç dike. Em jîyana xwe bi saya enerjîya aûraya xwe gerdûnê dikşînin laşê xwe. Ger aûrayeke me ya xurt hebe, zehmet e ku ji derve nexweşîyek an jî bandorek neyînî bigihêje me, lê heke aûraya me qels be an jî xerab bibe, em dikevin ber enerjîya neyînî û hem nexweşîyên laşî, hem jî derûnî. Aûraya me ya ku me diparêze jî bes bi enerjîya negetîf ya xurt xerab dibe.
Enerjîya neyînî weke enfeksîyoneke şewbê ye. Ger di hawirdora me de mirovên reşbîn û hêrs hebin, enerjîya neyînî ya ku ji van kesan derdikeve dikare hemû mirovên li hawirdorê aciz bike û ew mirov bi enerjîya xwe ya neyînî dikarin heman bandora neyînî li ser hemî mirovan bikin. Gelo ev enerjî dikare bi çi rengî bandorê li ser me an jî li ser jîyana me bike? Mînak, heke yek ji endamên malbatê dema li ser taştê de an jî di civatekê de dilekî neyînî nîşan bide, peyv û hevokên reşbîn û ne xweş bike bandora wî-wê ya neyînî dê li ser laşê hemî endamên malbatê xuya bike, yan di karê xwe de, yan jî di tevgerê xwe de dê vê yekê hîs bikin. Gotin, peyv, axaftin…
Li gor hinek çavkanîyan axaftin teqrîbî 600 hezar sal berê hatîye keşifkirin. Ger axaftin tunebûya me çawa ji hev fêm bikira? Bi taybet jî jibo mirovên ku mîna min îdeolojîya jîyana xwe li ser fikra “Bi axaftinê mirov dikare her tiştî çareser bike” ava kirî dê rewş zêdetir dijwar ba. Gelo gotin, peyv, hevok çawa dikarin bandorê li ser me, jîyana me û laşê me bikin? Peyv efsûndar in, peyv di çareserkirina pirsgirêkên me de, bikaranîna hişê xwe û di nexweşîyên me de bandorê li rêça bûyeran dikin. Ji ber ku em bi gotinên xwe enerjîya peyvan dixin jîyana xwe. Em her tişta ku xeyal dikin ji enerjîyê pêk tê. Laşê me, ramanên me, hestên me, ewr, tav, stêrk, kursîya ku em li ser rûdinên, her tişt, enerjî ye. Û gotinên me jî enerjî ne. Peyvên erênî enerjîya erênî, peyvên neyînî jî enerjîya neyînî derdixin holê.
Don Mîguel Ruiz, yek ji mamosteyên kevnar ên Meksîkî yên Şarezayê Felsefeya Toltecê, di pirtûka xwe ya “Çar Peyman”ê de wiha dibêje: “Peyv ne tenê nîşanek an jî dengek nivîskî ye. Gotin hêzek e, peyv hêzek e ku em bi kar tînin ji bo ragihandinê, vegotinê, ramanan û bi vî rengî ji bo afirandina bûyerên di jîyana xwe de.” Wizard Don M. Ruiz di pirtûka xwe ya “Çar Peymanan” de jî ramanên xwe yên li ser hêza peyvan wilo tîne ziman: “Her mirov sêhrbazek e, em dikarin bi gotinên xwe sêhrekê li mirovekî bikin, an jî em dikarin sêhrekê ji ser mirovekî rakin û wî azad bikin. Em bi raman û şîroveyên xwe tim sêrbazîyê dikin. Mînak ez hevalekî xwe dibînim û di wê kêlîyê de fikirek tê bîra min. Ez dibêjim: ‘’Tu dizanî, rengê rûyê te ez bi gelemperî di mirovên ku bi nexweşîya penceşêrê re dikevin dibînim.’’ Ger hevalê min bi baldarî li min guhdarî bikira û ji gotinên min bawer bikira, dê ji salekê kêmtir de wê bi nexweşîya penceşêrê biketa.
Hêza gotinê ewqas zêde ye.” Yek ji nivîskarên herî naskirî yên li ser pejirandinên kesane Louise L. Hay e. Ew hevokên erênî û hêzdar ên ku em ji wan re dibêjin (erêkirin,pejirandin) dinivîse û ramana erênî derdixe pêş. Di pirsgirêkên cuda de di derheqê bikaranîna wan hevokan de formulan dide. Di pirtûkên li ser erêkirinên wekî “Bi Hêza Ramana Tedawî” û “Sêrbazîya Hêza Erênî” de, Hay di pirtûkên xwe de ji bo derbaskirina pirsgirêk û êşên tenduristî yên cihêreng bi navê “erêkirin, pejirandinê” alîkarîyê dike. em bêjine ku hûn ji ber xeletîyên xwe yên berê xwe rexne dikin û sûcdar dibînin ; Hûn dikarin bi metoda “erêkirinê” vê çareser bikin. Ji bo vê hevoka “Gava ku ez xeletîyan dikim, ez fam dikim û vê qebûl dikim ku ev beşek ji pêvajoya fêrbûnê ye” bi kar bînin. An jî, heke hûn dixwazin di têkilîyeke evînê de bin; Hûn dikarin bibêjin, “Ez niha evîn û evîndarîyê vedixwînim jîyana xwe û qebûl dikim.” yan jî “Ez dê di vê xebat an jî karê xwe de bi ser bikevim.”
Divê em “erêkirinê” pir caran û tim dubare bikin ku qalibên neyînî bişkînin û wan bi yên erênî veguherînin. Hûn dikarin dubarekirina wan bi nihêrîna li çavên xwe li ber neynikê bikin. wê bi vê şiklî zêdetir bandorek erênî bike û wê hêsantir ew qalibên neyînî, raman û hestên di binhişê me de bide ber çavê me. Jibîr nekin her tişt ji hişê me dest pê dike û ji wir xwe berdide peyvên me û bi hemî enerjîya xwe ya erênî yan jî neyînî digihêje jîyan û pêşeroja me lewma ez dibêjime ku “Hay Ji Gotinên Xwe Hebe.”
Çavkanî:
Don Miguel Ruiz: 4 Peyman
Zeynep Kocasinan
www.gencgelisim.com
Louise L. Hay