• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Jîyan û Mirov

Jîyan û Mirov
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Tu, di jiyanê de him mamoste yî him jî şagirt. Kesên ku dikevin jiyana te dersê didin te û ji te jî dersê digirin. Ger ku ji te dûr bikevin ev ne ji nebaşîya wan e. Peywira xwe ya di jiyana te de qedandine û ders dane te û ders ji te girtine û êdî di asteka din û bi perwerdeyên din têne perwerdekirin. Lewra jiyan qada perwerdeyê ye. Heta tu li jiyanê bî azmûn û perwerdeya te wê berdewam bike.

Ya ecêb rola te ya li jiyanê ew e ku ewil tu dikevî azmûnê paşê tu perwerdeya xwe digirî. Carinan heta tu perwerdeya xwe rast bigirî di azmûnekê re gelek caran derbas dibî. Tu yê bêyî ceribandin û carinan jî ji bo mirovan nas bikî tu yê bi xwe wan biceribînî bi mijarên cuda re. Carinan jî ajal, dar û ber, roj, şev, ax, av û hwd te perwerde dikin. Lê bi piranî mirov. Jixwe perwerdeya zehmet jî a mirovî ye ku tu zêdetir kesayeta xwe nas dikî û di tevgerên xwe de pergalek û sînorekê ava dikî.

Ji Başan Pirsîne; Tu Çawa Bûyî Baş?

—Ê baş gotiye ez ji kesên xirab hînî başîyê bûme.

Ev jî xuya dike ku her tiştê rastî mirov tê peywirek heye. Nexwe her bûyerên ku têne serê mirovî li mirovî tiştekê bar dike û ji rewşa xambûnê hêdî hêdî ber bi kamilbûnê ve diçe. Helbet rê û serpêhatîya her mirovî cuda ye. Her yek bi tiştên cuda û curbicur têne ceribandin. Kamilbûna mirovî jî gor mirovan diguhere. Ger mirovek li xwe hayîl bibe û ji pergala jiyanê fam bike wê helwesta wî mirovî cudatir be li hember bûyeran ji yên ku her tim nerazîbûna xwe didin nîşandan.

Belê her tişt bi xwestinê dest pê dike, lê bi tekoşînê encam dide. Li hember bûyeran carinan tekoşîna herî mezin sebir û tehemûl e. Lê divê em vê jî di hevsengiyekê de bi kar bînin, wek ku mezinên me gotine; “her tiştê zêde nebaş e.”  Divê em bizanibin ku em di ku de û çi qas sebir bikin û tehemûl bikin. Lewra mirovek di başîyê de jî hedê xwe derbas bike dîsa zirarê li xwe dike. Çawa mirov divê neheqîyê li kesekê neke, divê neheqîyê li ser xwe jî qebûl neke û neheqîyê li xwe jî neke. Ji nirxê xwe haydar be û rê nede ku kesek din binpê bikin.

Divê mirov carinan pirsan ji xwe bike. Wekî mînak: Ez kî me? Çi dixwazim? Jiyan çi ji min dixwaze? Hebûna min li jiyanê çi zêde dike? Nebûna min li jiyanê çi kêm dike? Hewcedariya kê bi min heye? Ez hewcedarê çi/kê me? Ev bûyera ku hate serê min çi li min zêde kir? Divê ez çi dersê jê bigirim? Hwd. Hûn dikarin pirsan her û her zêde bikin. (Lê ji bîr nekîn her tiştê zêde nebaş e.)

Mirov ger bersiva pirsên xwe hêdî hêdî bide û fam bike wê kêmtir nirx bide gelek tiştên kêrnehatî. A herî giring ew e ku mirov xwe bi awayekî rast nas bike û xwe bi awayekî rast bide naskirin. Lewra wê jiyan gor wî awayî alternatif û derfetan bîne hember mirovî. 

Guldan Saxlam

Guldan Saxlam

Şirove 0

  1. Xetip says:
    4 ay ago

    Nivîsa te mirovan tîne ser hişê xwe
    Dest û tilîyên te saxbi mamoste

  2. Hatip Temıroğlu says:
    4 ay ago

    Mamoste dest û tilîyên te saxbi
    Nivîsa te mirovan tîne ser hişê xwe

  3. Guldan says:
    4 ay ago

    Spasîya we tevan dikim mirovên hêja @Zeyno @Gülcan @Sadullah @Sirac Ege

  4. Siraç ege says:
    4 ay ago

    Slaw nivîsek baş bu spas dikim

  5. Siraç ege says:
    4 ay ago

    Slaw nivîsek baş bu spas dikim

  6. Sadullah says:
    4 ay ago

    Sihet xweş

  7. Gülcan says:
    4 ay ago

    Her bijî gelekî xweş nivîsandîye ☀️

  8. Zeyno says:
    4 ay ago

    seet xweş te gellek rast gotîye mamoste

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.