Di esra me de pirsgirêkên sereke: Hejandina pîvan û nirxan e; nirxê rastiyê, nirxê dilnizmiyê, nirxê paqijî yê, di têkîlîyên mirovan de nirxê tevgerên hurmet û rêzdariyê… Gava ev tişt nemînin jiyan bêwate dibe.
Gotineka xweş a ‘Portagey Gasset’ heye: “Ti tiştek bi qasî xirabûna çanda girseyî, zû belav nabe.” Ev pirsgirêk eynî wekî pandemîyê belav dibe di navbera mirovan de. Gava mirovek nirxên xwe binpê dike û bi vê tevgera xwe kêfxweş dibe, mirovên din jî eynî wisa tev digerin. Kesên ku bifikirin bêjin “gelo ev yek rast e em bikin” kêm in mixabin.
Belê her kes dibêje ev pirsgirêk di navbera ciwanan de çêdibe. Lê mixabin ev pirsgirêk di navbera mezinên me de jî belav dibe êdî. Heta carcaran ciwan mezinan hişyar dikin.
Di vê mijarê de bingehîyek xurt a hişmendî pêwîst e. Belê bandora derdorê li ser mirovan çêdibe bêguman. Lê bandora malbatî jî gelekî muhîm e. Ger di navbera malbatê de ev hişmendî hebe û têkilîyek xurt di navbera dê û bav û zarokan de hebe, bandora derdorê kêmtir dibe. Lê bi tenê ev ne bes e. Divê her mirovek vî barî bi xwe hilbigire û lêkolîn bike û xwe perwerde bike. Paşê tiştên ku hîn bûye û nirxandinên xwe bi derdora xwe ve parve bike.
Em ji bîr nekin! Ger em ceh biçînin, em genim hilnaberînin, em ê ceh hilberînin. Ger em çanda xwe paşguh bikin em nabin em, em ê bibine hinekên din û gava em bûn hinekên din ew çax em nikarin parastina xwe bikin, em ê bêhêz bibin. Ger em rewşa xwe ya xwerû wenda bikin, em ê di rewşek hêzkêm de bijîn, lewma ku divê em bijid rehên xwe bigirin. Ha nekû gava me bi rehên xwe girt em xwe ji jiyana guncav bikin. Di navbera jiyana heyî de û rehên xwe, nirxên xwe û çanda xwe de jî divê em bi hevsengî tev bigerin.
Sihhet xweş mamoste her bijî☀️
Keda te saxbe
Sihhet xweş mamoste her bijî☀️
Keda te saxbe
Sihhet xweş mamoste her bijî☀️
Keda te saxbe
Sihhet xweş mamoste her bijî ☀️
Keda te saxbe
Her hebî cana min
Spas dikim canê ☀️
Sihet xweş
Her biji mamostê