Ludwig Wittgenstein, feylesofekî sedsala 20an e. Di sala 1889an de li Awustiryayê ji dayîk bûye û ji malbateke arîstokrat û rewşenbîr e. Bavê wî hûnermend û dêya wî jî pîyanîst bû. Ew li zanîngeha Cambridge û gelek zanîngehên mezinên ên din de perwerde dîtiye. Û di dawîyê de nasîna wî ya bi feylesof Bertnard Russel bûye encama alîyê wî yê hilberîner. Russol ji hunera Wittgensttein ya felsefeyê qayil bibû ku li gorî Russol piştî wî kesê ku dê berhemên mantiq û felsefî bide wekî Witttgenstein didît.
Wittgenstein, li ser jîyan û fikrên xwe yên mantiq û felsefeyê rojnivîsk nivîsandiye. Û ev nivîsên wî bûye berhema wî ya pêşîn. Ya bi navê “Tractatus Logico-Philosphicus” di sala 1922yan de hatiye çapkirin. Di vê berhema xwe de li ser ziman û rasteqînîyê radiweste. Li gorî wî ziman; ol, fikr û zanist û metafîzîkê jî di navxwe de dihewîne. Ew di wê fikrê de ye ku divê zimanekê ku ji hêmanên metafîzîk û tiştên deresayî paqij e were avakirin, ji ber ku sînorên zimanî, di heman demê de sînorê dinyayê ne.2
Di vê pirtûkê de pirsa bingehîn ev e; mirov çawa dikarin fikrên xwe bigihînin kesekî din? Ji vê pirsê re bersiva Wettgenstein ev bû; ziman wêneyên di hişê mirovan de tevdigerîne/tîne bîra wan û wisa pêktê. Di ragihandina zimên de ya rastî mirov wêneyên di hişê xwe de bi hev re parve dikin.1 Wekî mirov bibêje darekê li ber behrê, wêneyê ku di hişê herdu kesan de pêktê hema hema yek in. Loma tevlihevî çênabe.
Lê caran hewcehî pê çêdibe ku digel ragihandina bi ziman divê wek model, wêne jî ragihandinek pêk were. Ji ber ku li gor Wittgenstein mirov di sazkirina modelên erênîyên di hişê mirovan de zêde jêhatî nîn in, kêm in.1 Li gorî Wittgensgetin sedema berbelav ya ragihandina xelet ev e ku di hişê kesê ku tu ragihandinê pê re pêk tînî wêneyekê ku tu wê qest nakî çêdibe. Ji bo ku ev pirsgirêk pêk neyên mirov dikare serî li tiştên şênber bide.
Û digel vê yekê bingeha vê pirsgirekê ji kesê axêver tê, axêver berê ku biaxive divê wêneyê axaftina xwe di hişê xwe de saz kiribe. Ji ber ku em di hişê xwe de wêneyekî resen û teqez ya armanca vegotina xwe saz nakin, ev yek dibe sedema pirsgirekên ragihandinê û ragihandina xelet. Lewra axaftina me tevlihev û bêmane dixuyê, bi vî awayî jî kesê li hemberê me nikare qesta me fahm bike. Û dema wiha bibe em jî qesta kesê li hemberê xwe fahm nakin û li gor xwe maneyan lê zêde dikin.
Ludwig Wittgenstein piştî pirtûka xwe ya ewil ya navdar ku li ser ziman û ragihandinê gelek fikrên cuda tê de cih digrin dest bi pirtûka xwe ya duyem kir. Ev pirtûka wî ya duyem ya bi navê “Pirsîyarîyên Felsefî” piştî mirina wî çap bû.3
Di vê pirtûkê de êdî fikrên wî teşeyên dîtir li xwe zêde kirine. Li ser wêne û ziman rawestiyaye lê vê carê di wê fikre de ye ku ziman wêneyan tenê di hişê mirovan de saz nakin. Li gor wî ziman alavek e û mirov vê alavê ji bo leyîstîkên xwe bi kar tînin. Ev lîstîk jî lîstikên rasteqîn nîn in; ew wekî teşeyên nîyetê ne. Ango wextê dê û bav ji zarokên xwe re bibêjin “Xemgîn nebe, ew ê derbas bibe” ew nizanin ka ew ê derbas bibe yan na. Di vê derê de ew zimên ji bo rehetkirin û hesta ewlehîyê bi kar tînin.
Li gorî Wittgenstein sedema hemû fehmkirinên şaş, ji ber fehmnekirina lîstîka peyvan ya ku tê leyîstinê ye. Ango wexta kesek tênegihîje ka kesê li hemberî wî bi axaftiana xwe zimên wekî alava kîjan nîyet û lîstika xwe bi kar tîne, wê gavê ragihandin bi awayekî ku tê xwestin pêk nayê.2 Lewra wexta tiştek tê gotin berê ku mirov rasterast binirxîne û bersiv bide divê nîyet û armanca di wê axaftinê de fêhm bike. Nîqaşên di têkilîyên mirovan de gelemperî ji ber vê yekê pêk tên.
Mînakek, wexta keçikek ji hevala xwe ya malê re bibêje “Tu qet alîkarîya min nakî, her tim xwe mijûl dikî”. Hevala wê vê gotinê wekî hat gotin fahm dike û rasterast xwe diparêze, wekî “Ez duh çûm dikanê, min vê kir îro…” lê ya rastî li wir qesta keçikê ku bi lîstika peyvan dixwaze bibêje “Ne ji bo niha tenê her tim ez dixwazim tu hinek din jî hessastir bibî di vê mijarê de”.
Dîsa li gor Wittgenstein ziman alavek e ku mirov ji bo vegotina jiyana xwe ya taybet bi kar tîne. Lewra hinek peyv dikarin pênaseya mirovan bînin cih, wekî “bêxîret”, “bêbiryar”, “rûken” hwd. Ev peyv tena serê xwe dikarin bibin pênaseya mirovekî. Lewra dewlemendkirina zimanê xwe dinasîna mirovan de jî bibandor dibe. Her xwendin û hînbûna her peyveke nû,we zehftir nêzikî nasîna we xwe bi xwe dike.2
Wittgenstein di wê fikrê de ye ku hin alîyên felsefeyê her çiqas tevlîhev jî bin di dawîyê de armanca ku felsefe daye ber xwe hesta alîkarîyê ye. Li gorî Witgenstein peywira felsefeyê ew e ku ji mêşekê ku di nav şuşeyekê de asê maye bibe alîkar da ku ji wir derkeve. Şûşeya ku Wittgenstein pê mijûl, ziman e.
Wittgenstein, ji ber van fikr û ramanên xwe li ser felsefeya analîtîk gelek bibandor bûye û wekî feylesofekî navdar yê zimên cihê xwe girtiye.
Çavkanî:
–https://plato.stanford.edu/entries/wittgenstein/
–file:///home/zana/Downloads/Olgularin_Diliyle_Konusmak_Tractatus_Uze.pdf
–https://www.britannica.com/biography/Ludwig-Wittgenstein
–https://www.youtube.com/watch?v=pQ33gAyhg2c The School of Life – Ludwig Wittgenstei