• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Pirtûka Bextîyar Elî Kete Nav Baştirîn 100 Pirtûkên Sedsala 21an

Pirtûka Bextîyar Elî Kete Nav Baştirîn 100 Pirtûkên Sedsala 21an
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Romana Nivîskarê kurd Bextîyar Elî “Hinara Dawî ya Dinyayê” cihê xwe di nav baştirîn 100 berhemên sedsala 21an de girt.

Li gor lêkolînên rojnameya Neue Zucher Zeitungê (NZZ) romana “Hinara Dawî ya Dinyayê” (Diwahemîn Henarî Dunya) kete nav 100 berhemên baştirîn ên sala 21an di warê edebî û şîyanewerîyê de ku bi dîyalekta kurdî ya soranî nivîsîye. Bextîyar Elî ev yek li ser hisaba xwe ya Instagramê belav kir û hestên xwe weha anîne zimên:

“Piştî xebatên dûdirêj yên NZZê lîsteya baştirîn 100 berhemên sedsala 21an ên di warê edebî û şîyanewerîyê de. Hinara Dawî ya Dinyayê jî ketîye nav vê lîsteyê ku em pê şanaz in. Di vê lîsteyê de gelek nivîskar û pirtûk û xwudanesil hene û pisporên jorast û navên giring ên roja me hene ku Hinara Dawî ya Dinyayê jî di nav vê lîsteyê de be ji bo roja me û dîroka edebîyata me hesta wê nayê gotin. Xwînerên hêja ev ne 100 romanên baştirîn in, bijarteya 100 pirtûkên baştirin in. Anku ne rikaberîya romanan e li gel hev, di heman demê de encama kiryarên xîyalî û mirovan entelektuel e.”

Mijara Romanê Çi ye?

Şoreşgerê Kurd ê Iraqî Muzeferî Subhdam piştî bîst û yek salan di zindana çolê de dîsa azadiya xwe bi dest dixe, lê piştî salan jiyan û nasnameya Subhdam bi rastî ji destê wî tê standin. Tevî vê yekê Subhdam dev ji jiyana xwe bernade û hewil dide kurê xwe yê winda Saryasî bibîne da ku cesareta jiyanê bi dest bixe.

Dema ku subhdamê ku azadiya xwe ji nû ve bi dest xist, kurê xwe yê winda Saryasî dişopîne, ew xwe di nav xeleka çîrok û razan de dibîne ku çarenûsa welatê wî jî eşkere dike: Sirek ku her sê Saryasan bi hev re girê dide. Hinara Dawî ya Dinyayê ku ji aliyê Baxtîyar ve hatiye nivîsîn, çîroka hestîyar a rêwîtiya kesekê ye li ser lêgerîna nasname, mal û malbatê ye.

Bextîyar ‘Elî Kî ye? 

Bextîyar ‘Elî, nivîsakrekê kurd ji Başur e. Bextîyar di sala 1960an de li Silêmanîyê ji dayik bûye. Li Zankoyên Silêmanî û Selahedînê beşa Erdkolojîyê xwendîye. Di sala 1983an de li Hewlêrê di xwepêşandanan de birîndar dibe, pişt re zanîngehê berdide. Ji wê demê ve li Almanyayê dijî. 

Romanên Bextîyar ‘Elî 

Bextîyar Elî 12 romanên bi navên; Mergî Taqaney Duwem, Êwarey Perwane, Dwahemîn Henarî Dinya, Şarî Mosîqare Spîyekan, Cemşîd Xanî Mamim Ku Hemîşe Ba Legel Xoy Da Deybird, Dagîrkirdinî Tarîkî, Xezelnûs û Baxekanî Xeyal, Koşkî Balinde Xemgînekan, Keştî Firîştekan, Hewrekanî Danyal, Deryas û Laşekan û Bender Feylî nivîsandine.

Helbestên Bextîyar ‘Elî 

Her weha Bextîyar Elî, xwedîyê pênc pirtûkên helbestan e bi navên; Gunah û Karneval, Bohemî û Estêrekan, Îşkirdin Le Daristanekanî Fîrdews Da, Ta Matemî Gul Ta Xwênî Firîşte, Ey Benderî Dost, Ey Keştî Dujmin. 

Berhemên Hizrî yên Bextîyar ‘Elî 

Çendîn berhemên Bextîyar ‘Elî yên hizirî hene ku bi rêzê weha ne:  

-Welam Le Rojgarî Winbûnî Pirsîyar da – Sîyazde Çawpêkewtin Legell Bextîyar Elî, (Bersiv di serdema windabûna pirsîyarê de – 13 hevpeyvîn bi Bextîyar Elî re) 

-Îman û Cengaweranî, (Îman û Şervanên Wê) 

-Xwênerî Kuşinde – Komelle Witar, (Xwînerê Kujende – Komgotar) 

-Le Dîyarewe Bo Nadîyar 

-Çêjî Mergdostî 

-Wek Ballindeyi Naw Cengelle Tirsinakekan 

-Sêwî Sêhem, 2009 (Sêva Sêyem) 

-Awrrekeyi Orfîyus 

-Cwanîyekanî Narrêkî 

-Nersîsî Kujraw

Bextîyar ‘Elî Heta Niha Çi Xelat Stendine? 

2009, Xelata Wêjeyê ya HARDÎyê 

2014, Xelata Wêjeyê ya Şêrko Bêkes 

2017, Xelata Prestîjê ya Nelly-Sachsê

2023, Xelata Hilde-Domin

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.