• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Pişta Xwe Bidin Paşerojê Rûyê Xwe Bidin Pêşerojê

Pişta Xwe Bidin Paşerojê Rûyê Xwe Bidin Pêşerojê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ew zehmetî û astengîyên jîyan bi xwe re tîne carinan dikare me hêdî bike an jî me birawestîne. Tam di vê hînê re stratejîya “Reset, Restart, Refocus”ê dikeve dewrê. Ev stratejî ji bo rênîşandayîna jîyanê û gehiştina armancan dikare bibe rêbereka hêzdar. Em armanc dikin îlhamê bidin we, bi hûrgilîkirina van sê gavan û dewlemendkirina wan bi şîretên taybetî ji bo ciwanên kurd.

Reset: Dest ji Rabirdûyê Berdin û Jinûve Dest pê bikin

Di jîyanê de kirin xeletîyan neçar e. Lê ya giring ew e ku meriv ji van xeletîyan dersê bigire û gavekê ber bi pêş ve bavêje. Pêngava “Reset”ê tê wateya lidûxwehiştina têkçûn û xeletîyên berê û paqijkirina hişê xwe.

Şîret û Pêşnîyaz

Bi Rabirdûya xwe re aş bin: Aş bin bi xeletîyên ku we di paşerojê de kirîn re. Bi xêra wan dersa îro hûn bûne “hûn” ku ew xeletî qîmetdar in.

Pratîkên meditasyon û hişmendîyê: Teknolojîyên medîtasyon û hişmendîyê biceribînin da ji bo paqijkirina hişê xwe. Ev dikare ji we re bibe alîkar ku hûn xwe jş barên paşerojê azad bikin.

Armancên nû daynin: Armancên xwe yên berê binirxînin û armancên nû yên watedartir çêbikin.

Restart: Destpêkeka Nû Daynin

Gava we carekê hişê xwe vala kir, êdî hûn dikarin destpêkeka nû daynin. Pêngava “destpêkirina jinûve” tê wateya afirandina nexşeyeka rêyê ya nû û jinûvekomkirina enerjîya xwe.

Şîret û Pêşnîyaz

Pîlanê çêbikin: Ji bo gihîştina armancên xwe yên nû planeka berfireh çêbikin. Ev dê we motîve bike û rêya we zelal bike.

Gavên piçûk bavêjin: Gihîştina mebestên mezin belkî çavê mirovî bitirsîne. Ji ber vê yekê armancên xwe li ser bi gavên piçûk û sivik dabeş bikin.

Piştgirîyê bistînin: Piştgirîya malbat, heval an şêwirmendan dikare bibe alîkar di destpêka we ya nû de.

Refocus: Berê Xwe Bidin Armancên Xwe

Dema ku we destpêkeka nû kir, paşê hûn bala xwe û enerjîya xwe bidin ser armancên xwe. Pêngava “Refocus” bala we dide ser armancên we û nahêle meyla we bikeve ser tiştekê dîtir.

Şîret û Pêşnîyaz

Tiştên Bala we xerab dike kêm bikin: Ji medyaya civakî, civînên nepêwist an baldarîyên din dûr bimînin.

Rûtînên rojane çêbikin: Ji bo ku hûn bigihîjin armancên xwe rûtînên rojane çêbikin. Ev fokûsa we diparêze hem jî pêşketina we.

Serkeftinên xwe pîroz bikin: Pîrozkirina serkeftinên xwe yên piçûk motîvasyona we bilind dike û we teşwîq dike ku hûn bigihîjin armancên mezintir.

Pend û Şîret ji bo Ciwanên Kurd

Dibe ku ciwanên kurd di warê dîrokî û çandî de rastî gelek zehmetîyan hatibin. Lêbelê, ev zehmetî dikarin wan bihêztir û berxwedêrtir bikin. Ji bo cîbicîkirina stratejîya “Reset, Reset, Refocus” çend pêşnîyarên taybet ji bo ciwanên kurd hene:

Mîrateya xwe ya Çandî biparêzin: Paşeroj û mîrata xwe ya çandî wekî çavkanîya hêzê bibini; ne wekî bargiranîyê. Ev dikare bibe alîkar ku hûn nasname û armancên we çêbikin.

Bala xwe bidin ser perwerde û zanînê: Heger hûn veberhênana maddî û manewî li ser

perwerde û zanînê bikin teqez ev dê we bihêztir bike. Fêrbûna zimanên nû, têgihîştina çandên cihê û pêşdeçûna berdewam gavên giring ên serkeftinê ne.

Civatan ava bikin: Bi kesên xwedî armanc û nirxên wekhev re werin cem hev. Ev dê hem piştgirîyê bide we hem jî motîvasyona xwe bilind bike.

Pozîtîf Bin: Hewil bidin pozîtîf bimînin tevî zehmetîyên ku hûn pê re rûbirû dimînin. Pirsgirêk dikarin erz û biryardarîya we xurttir bikin.

Wekî encam, stratejîya “Reset, Restart Refocus”ê amûreka hêzdar e ku hûn di jîyana we de dijwarîyan derbaz bikin û bigihîjin armancên xwe. Terkkirina paşerojê, çêkirina destpêkên nû û baldayîn armancan gavên giring in di rêya serkeftinê de. Bi taybetî ji bo ciwanên kurd ev stratejî hem ji bo pêşketina kesayetî û hem jî ji bo pêşketina civakî dikare bibe îlham. Bînin bîra xwe, her destpêkeka nû gava yekem a serkeftineka mezin e.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.