• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ABORÎ

Piştî 2 Salan Bitcoin Car Din Firîya

Piştî 2 Salan Bitcoin Car Din Firîya
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Duh êvarê piştî zêdetirî 2 salan, Bitcoin cara yekem bû 64,000 dolar. Ev astê herî dawî di 14ê Mijdara 2021ê de hatibû dîtin. Bihayê Bitcoinê ji sala 2021an ve cara yekem ji 64 hezar dolaran derbas bû. Ethereum nêzîkî 3 hezar û 500 dolaran bû. Li gel dewamîya têketina pereyan, daxwaziya fonên danûstendinê rabû asta rekorê. Ji ber zêdebûna kiryarên danûstendinê, di borseyan de alozîyan dest pê kir. Meyla erênî di bazarên pereyên krîptoyê de berdewam dike.

Bitcoinê duhî heta banda 64 hezar dolaran ceriband û îro bihayê wê dora 62 hezar dolaran e. Ethereum jî nêzî 3 hezar û 500 dolaran bûye. Zêdebûna Bitcoin û Ethereumê bû sebeba zêdebûna altcoinan jî. Têketina Pereyan Didome.

Qewareya bazarê ya bazara krîptoyê, ku duh dora 2,18 trîlyon dolar bû, îro di ser 2,3 trîlyon dolaran re hat tomarkirin. Sînorê 2 trîlyonan herî dawî di Nîsana 2022an de hatibû derbaskirin. Di 24 saetên dawî de Solana ji sedî 20, Cardano ji sedî 9,5, Dogecoin ji sedî 29 û Avalanche ji sedî 11 zêde bûne. Di piyaseyê de meyla erênî dewam dike.

Ji Bo Çi Bihayê Bitcoinê Zêde Dibe?

Di bazaran de bi performansa stokên teknolojiyê bi serkêşiya Nvidiayê, mêhta rîskê zêde bû. Bandora daxwaza fonên veberhênanê yên danûstendinê (ETF) zêde bû li ser zêdebûna Bitcoinê.

Di 28ê Sibatê de, qewareya bazirganiyê ya rojane ya ETF-yên spot Bitcoinê gehişt 8 milyar dolaran û rekor şikand. Qewareya bazirganiyê ya BlackRock IBIT bi 3,346 milyar dolaran di rêza yekem de cih girt. Pêvajoya nîvîkirinê, ku daxwaza Bitcoinê kêm dike, di heman demê de piştgirî da tevgera berbijor a pereyên krîptoyê. Tê çaverêkirin ku nîvîbûn di meha nîsanê de çêbibe.

Ji bo Lûtkeya Dîrokî Çend Maye?

Bitcoinê serê salê bi 42 hezar û 580 dolaran dest pê kir û ji serê salê ve ji sedî 50 zêde bûye. Bitcoinê di Mijdara 2021an de gihîştibû lûtkeya xwe ya dîrokî bi 69 hezar dolaran. Sereray bilindbûna wê ya domdar, BTC hîn jî ji sedî 10 li paş lûtkeya xwe ye.

“Belkî Bitcoin Bikeve 50 Hezar Dolaran!”

Michael Novogratz, CEOyê Galaxy Digital Holdings Ltd., li ser kêmbûna gengaz a nirxê Bitcoinê hişyarî da veberhêneran. Di hevpeyivîneja xwe de Novogratz destnîşan kir ku tevî destkeftiyên balkêş ên Bitcoinê, îsal ew dikare sererastkirinekê biceribîne berî ku bigihîje lûtkeyên nû. Novogratz diyar kir ku ne ecêb be Bitcoin piştî rabûna xwe hin sererastkirin û hevgirtinan bibîne. Li gorî pêşbîniya wî, ger rastkirinek çêbibe, dibe ku bihayê Bitcoinê dakeve dorê 50,000 dolaran.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.