• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TEKNOLOJÎ

Piştî 52 Salan Yekem Car Keştiyeke Fezayî Derkete Ser Heyvê

Piştî 52 Salan Yekem Car Keştiyeke Fezayî Derkete Ser Heyvê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Odysseus, piştî keştiya fezayê “Apollo 17” ku di sala 1972yan de çûbû ser Heyvê, bû yekem keştiya taybet ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve çûyî ser Heyvê û cihê di dîrokê de girt.

Keştiya fezayê ya bi navê “Odysseus” dakete ser Heyvê ku bi roketa Falcon 9ê ji aliyê SpaceXê ve hatibû şandin bo fezayê, di çarçoveya mîsyona “IM-1” ya şîrketa Intuitive Machines a DYAyê de hatiye çêkirin.

Odysseusê, 15 xulekan piştî daketinê dest bi şandina sînyaleke qels kir û piştî 50 salan zêdetir bû yekem keştiya fezayê ya daketî ser rûyê Heyvê ku ji hêla şirketa taybetî ve hatî çêkirin.

Kengî Hatibû Avêtin Bo Fezayê?

Keştiya fezayê ya ku ji aliyê şîrketa taybet a Amerîkî Intuitive Machines ve ji bo daketina ser Heyvê di çarçoveya mîsyona “IM-1” de hatiye çêkirin, ji Navenda Fezayê ya Kennedy ya li Florîda, DYA, bi roketeke Falcon 9 a SpaceXê di 15’ê Sibatê de hatibû avêtin.

Taybetmendîyên Fizîkî yên Keştiyê Çi Bûn?

Keştiya Fezayê ya ku 4,3 metre bilind a şeş lingên karbon fiber û tîtanyumê ji bo 6 ceribandinên cihêwaz ku NASA’yê plan kiribû di çarçoveya Mîsyona Artemîsê de bi kar bîne, bar hilgirtibû.

Armanca Çûyîna Ser Heyvê Çi ye?

NASAyê 118 milyon dolar dabû Makîneyên Intuitiveyê da ku Odysseusê ava bike û bifirîne. Ev jî wekî beşek ji hewildanên xwe yên bazirganîkirina radestkirina heyvê wekî beşek ji planên şandina mirovan bo Heyvê di nav çend salan de. Li dû vê yekê NASA dixwaze çûyî ser Heyvê bike bazirganî û qezencên mezin jê bike. Anku NASA bazirganiya pêşerojê difikire.

Daketine Ser Heyvê Çawa Hat Ragehandin?

Di weşana zindî ya li ser malpera Ajansa Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) da hat diyarkirin ku Odysseus saet li 02.23yê bi silametî li herêmeke Heyvê ya li nêzî nîvgilovera başur daket.

Di nivîsa li ser hesabê medyaya civakî ya NASAyê de, “Siparîşa we hat teslîmkirin bo Heyvê.” Her weha daketina keştiya fezayê ya li ser Heyvê, di hesabê şîrketa Intuitive Machines de bi vegotina “Odysseus xwediyê xaniyek nû ye” hat ragihandin.

Rêvebirê NASA’yê Bill Nelson di weşana zindî de got: “Îro, piştî zêdetirî nîv sedsalê ye yekem car Amerîka vegeriya Heyvê. Îro, hêz û soza hevkariyên bazirganî yên NASAyê nîşan dide.”

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.