• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Qedexeya Li Ser Herfên Kurdî Rabû

Qedexeya Li Ser Herfên Kurdî Rabû
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê biryara rakirina qedexeyê ya li ser herfên kurdî bi rêya nameyê ji rêvebirên dibistanan re şand. 

Qedexeya Çi Li Ser Kurdî Hebû? 

Rêveberiya Perwerdê ya Kerkûkê berî niha biryar dabû ku dema xwendekarên kurd xwe qeyd dikin ji bo dibistanê, li şûna herfên kurdî mecbûrîya herfên erebî anîbû. Bi biryara xwe ya dawî ev yek hate betalkirin û êdî xwendevanên kurd dikarin di navên xwe de hefrên kurdî bidin nivîsîn û qeydkirin. 

Kurd Li Başur û Kerkûkê Kîjan Alfabeyê Bi Kar Tînin? 

Kurdan ji dîroka xwe qedîm heta niha gelek alfabeyên curawcur bi kar anîne. Niha jî bi latînî, erebî û kîrîlî sê alfabeyên kurdan ên aktîf hene: alfabeya latînî li Bakur û Rojava, alfabeya erebî li Başur û Rojhelatê û alfabeya Kîrîlî jî ji alîyê kurdên Qafkasyayê û Rûsyayê ve bikaranîn. 

Qedexe Li Ser Kîjan Herfên Kurdî û Kîjan Alfabeyê Bû? 

Di nameya ku ji bo dibistanan hat hinartin de, Rêveberiya Perwerdeyê diyar kir ku piştî pêwendî bi aliyên peywendîdar re hatî danîn, biryar hatiye dayîn ku bernameya projeya tomarkirina elektronîkî were nûkirin û herfên (P, J, Ç, G, O, L, R, K, Ê) were lêzêdekirin. Her weha di kurdiya jêrîn (soranî) de jî tîpên (R û L) ên stûr hene. 

Duh Navenda Çavdêriya Perwerdeya Seretayî ya Rêveberiya Perwerdehiya Parêzgeha Kerkûkê nameyek ji dibistanên seretayî yên bajêr re şand û tê de ragihand ku dê di demek nêzîk de tomarên elektronîkî yên sala xwendinê ya 2023-2024 werin vekirin. 

Piştî Biryara Qedexeyê Çi Hat Kirin? 

Yek ji talîmatan ew bû ku xwendekar di dema nivîsandina navên xwe de herfên (P, J, Ç, G, O, L, R, K, Ê) bi kar neynin. Lêbelê, di demek nêzîk de îtîraz li ser vê biryarê dest pê kir. Lê piştî demekê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Parêzgehê ji vê biryarê paş de vekişiya. 

Parlamentera Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê Sebah Hebîb diyar kir ku wan pêwendî bi Navenda Çavdêriya Xwendina Seretayî ya Kerkûkê re kirine. 

Sebeba Qedexeya Herfên Çi Bû? 

Sebah Hebîb’ê got, hinceta wan ew e ku di kompîturên wan û xebatkarên kurd de tîpên kurdî nînin, lewma di nivîsandina navên kurdî de pirsgirêka wan heye. 

Rewşa Kurdî Li Başur? 

Kurdî jî wek zimanê Erebî zimanê fermî yê dewleta Êraqê ye. Li gorî xala yekem a xala 4an a Destûra Êraqê, zimanê kurdî li gel erebî zimanê fermî yê dewletê ye. 

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.