• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Qedir û Giringîya Spasîyê

Qedir û Giringîya Spasîyê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

JI DIL Û CAN SPAS DIKIM… :)))

Di vê nivîsê de em ê berê xwe girîngîya spasîyê li ser feydeyên ferdî û civakî. Spasî ji derbirîna dilovanîyê wêdetir, têkilîyên mirovan xurt dike, hawîrdorek erênî diafirîne û kalîteya jîyana kesan xweştir dike.

Feydeyên psîkolojîk ên Spasîyê

Spasî, bandorên erênî li ser tenduristîya psîkolojîk a kesan dike. Lêkolîn nîşan didin ku spasî stresê kêm dike, bextewarîyê zêde dike û bi tevahî hesteka erênîtir peyda dike. Kesên ku spasîya xwe dîyar dikin meyldarê nerînek erênîtir in li jîyanê, rê dide wan ku di jîyana xwe ya rojane de bextewartir û têrtir bibin.

Bihêzkirina Têkilîyên Civakî

Di xurtkirina têkilîyên civakî de spasî roleka giring dilîze. Gava ku hûn spasîya yekê dikin, ew kes xwe biqedr û hêja hîs dike. Ev jî pêwendîya di navbera we de xurt dike û pêbawerîya hev û du zêde dike. Spasî li cîhê kar, di têkilîyên bi hevalan re û di têkilîyên di nav malbatê de bandoreka erênî çêdike. Gava ku mirov hest bi qedirgirtinê dike, bêtir xwedî motîvasyon û hêz dibe.

Beşdarîya Alîkarîyên Civakî

Çanda minetdarî û spasîyê jî di berjewendîya civakî de dibe alîkar. Spasî normên civakî xurt dike û alîkarîya belavkirina çanda dilovanî û rêzgirtinê dike di civakê de. Ev xweşîya giştî ya civakê baştir dike û jîngeheka civakî ya lihevhatî ava dike. Wekî din, spasî hevsengîya di navbera mirovan de zêde dike û dibe alîkar ku têkilîyên civakî xurt bibin.

Rêbazên Kirina Spasê

Gotina spas dikare bi awayên hêsan û bandorker werin kirin. Li vê derê çend nimûne hene:

Spasîya Devkî: Rêbaza herî hêsan û bandorker e ku di jîyana me ya rojane de gelek caran tê bikaranîn. Spas, çi bi rûbirû an jî bi têlefonê, dilpakî û teqdîra demildest nîşan dide.

Spasîya Nivîskî: Hûn dikarin spasîya xwe bi karteka spasîyê, e-name an jî bi nivîsê dîyar bikin. Ev nîşaneka mayînde dihêle û têkilîyeka kesane peyda dike.

Dîyarîyên Biçûk: Ji bo ku pîrozakirina xwe nişan bidin, hûn dikarin bi dîyarîyeka piçûk spasîya xwe watedartir bikin.

Daxwaza Alîkarîyê: Ji bo spasîyê, alîkarî an jî piştgirîkirina wî mirovî rêyekA xweş e ku hûn spasdarîya xwe nîşan bidin.

Qedir û Giringîya Spasîyê

Têkilîyan xurt dike: Spasî, di navbera mirovan de bawerî û dilsozîyê ava dike. Ev yek, di têkilîyên şexsî û pîşeyî de giring e.

Atmosfereka rrênî çêdike: Bi spasîyê enerjîyeka erênî di hawîrdorê de çêdibe û mirov zêdetir motîve dibin.

Rêz û nirxdayînê nîşan dide: Spasî, nîşan dide ku em rêzê li ber kesê li miqabilî xwe digirin û em wî qîmetdar dibînin.

Empatîyê zêde dike: Qedirgirtina hewildan û alîkarîya kesên din şîyana me ya empatîyê çêtir dike.

Bextewarîya kesane zêde dike: Kesên spasîyê dikin bi giştî xwe bextewartir û memnûntir hîs dikin, ji ber ku parvekirina hestên pozîtîf jî bi erênî bandorê li derûnîya mirovî dike.

Cureyê Spasîyê

Spasîya devkî, ne bi tenê bi gotina “spas dikim”ê ye; di heman demê de di kurdî de gelek şêwazên spasîya devkî hene. Bo nimûne: Tu sax bî, Xwedê ji te razî be, Xwedê te bihêle, her hebî, her bijî, rehmet li dêûbabên te,  Xwedê xêra te binivîse, Xwedê xêra te mezin bike, Xwedê miradên te bike, çavên te maç dikim û gelekên dîtir…

Di encamê de, her çend spasî karekê hêsan xuya bike jî bandorên kûr û erênî li ser kes û civakê diafirîne. Li ber berçavgirtina feydeyên wê yên psîkolojîk, civakî û komelayetî, şikirkirin ji bo jîyana me ya rojane gaveka giring e ji bo afirandina civakeka bextewartir û lihevhatî. Lewma divê em spasî û belavkirina vê tevgerê nekin. Ji bo xwendina vê nivîsê em spasîya we dikin…

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.