Yek ji stêrkên rapê yên navdar Jiwar Hajabî, bi nasnavê Xatar, di 43 salîya xwe de li Elmanyayê çû ber rehma Xwedê. Şeva 8ê Gulana 2025an li bajarê Kolnê yê Elmanyayê Xatar koça dawî kir û ev nûçe di cîhana muzîkê û di nav heyranên wî de deng veda. Nûçeya mirina Xatar ji hêla organîzatora wî ya berê Marina Buzunashvilli ve bi daxuyanîyeka hestîyar li ser Instagramê hate ragihandin, lê hêj sedema mirinê bi fermî nehatîye eşkerekirin.
Xatar Kî Bû?
Xatar, di 24ê Kanûna Pêşîn a sala 1981ê de li bajarê Senendecê (Sine) yê Rojhelatê Kurdistanê, di malbateka kurd de ji dayik bû. Ji ber sedemên sîyasî, malbata wî pêşî koçî Îraqê kir, pişt re jî berê xwe da Elmanyayê. Li taxa Brüser Berg a bajarê Bonnê mezin bû, Xatar di zarokatîyeka dijwar re derbas bû û di ciwanîya xwe de bi cîhana sûcê re jî têkilî danî. Di sala 1993an de bi albûma The Chronic a Dr. Dre dest bi guhdarîkirina muzîka rapê kir û di sala 2008an de bi damezrandina şirketa muzîkê Alles oder Nix Records di qada hip-hopê ya Elmanîyayê de navê xwe da bihîstin.
Navê wî yê hunerî “Xatar”, di kurdî de wateya “xeter” e û hem şêwaza wî ya muzîkê hem jî jîyana wî ya tijî serpêhatî nîşan dida. Bi albûmên wek Alles oder Nix, Nr. 415 û Baba aller Babas, Xatar li Elmanyayê xwedî hejmareka mezin a heyranan hebû. Wî piştgirî da repçîyên wek SSIO, Schwesta Ewa û Kalim û bandoreka mezin li muzîka rapê ya binerdê kir. Di stranên xwe de bi gelemperî nasnameya kurdî û Kurdistanê anî ziman, û ji bo dîyasporaya kurdan li Ewropayê bû çavkanîyeka îlhamê.
Jîyaneka Tijî Serpêhatî û Serkeftina Sînemayê
Jîyana Xatar ne bi tenê bi muzîkê, lê bi têkilîyên wî yên bi cîhana sûcê re jî balkêş bû. Di sala 2009an de ji ber tevlîbûna wî ya di talankirina zêrîngerekê de hate girtin û kete zîndanê. Di zîndanê de jî Xatar dev ji muzîkê berneda û albûma Nr. 415 çêkir ku navê wê ji hejmara wî ya mehkûmîyê hatibû girtin. Piştî ku di sala 2012an de ji zîndanê derket, wî bilez karîyera xwe geş kir. Di sala 2022yan de, derhênerê navdar Fatih Akın çîroka jîyana Xatar di fîlma Rheingold de anî ser perdeya sînemayê. Fîlmê ku koçberîya wî ji Îranê ber bi Elmanyayê, salên ciwanîya wî yên tijî sûc û bilindbûna wî bi muzîkê vedigot, gelek pesn stand.
Xatar, ji bilî muzîkê, wekî karsazekê jî navdar bû. Wî li Elmanyayê zincîra xwaringehan Haval Grill, salona nargîleyê Bar Noon û markeya zêran Massari bi serkeftî bi rê ve bir. Xatar zewicî bû, bavê du zarokan bû û bi nasnameya xwe ya kurdî serbilind bû.
Sedema Mirinê Ne Dîyar e, Gotegot Zêde Dibin
Mirina Xatar a ji nişka ve, heyranên wî û cîhana muzîkê veciniqand. Ji ber ku sedema mirinê bi fermî nehat ragihandin, li ser medyaya civakî gotegotên cuda belav bûn. Her weha çi nexweşîyeka wî ya naskirî jî nebû, hin çavkanîyan gumanên kuştina wî anîn ziman. Tê payîn ku bi rapora otopsîyê hûrgilî zelal bibin.
Xatirxwestin Ji Cîhana Muzîkê û Heyranan
Nûçeya mirina Xatar li ser medyaya civakî bû sedema bertekên mezin. Heyranekê wî weha got: “Xatar ji bo ciwanên kurd bû îlham, em çi carî wî ji bîr nakin.” Heyranekê dî jî weha şirove kir: “Wî bi muzîka xwe sînor derbas kirin, Xatar balyozê çandê bû.” Civaka kurd a li Elmanîyayê û cîhana rapê îplan dikin ku ji bo bîranîna Xatar çalakîyên curbecur li dar bixin.
Xatar, bi mîrateya xwe ya muzîkê, fîlma xwe û çîroka jîyana xwe ya îlhamdêr, şopeka nemir hêla. Wî çanda kurdî û elmanî bi hev re meyand û bandor li milyonan mirovan kir. Ew dê bi muzîk û têkoşîna xwe her dem bê bibîranîn.
Serê miletê kurd û cîhana muzîkê sax be.