Li Swêdê her du salan carekê, derfet tên dayîn ku werzîşên cur bi cur bibin endamên Federasyona Werzîşê ya Swêdê (Riksidrottsförbundet – RF). Ji bo ku xebatên komeleyê wekî werzîş bên naskirin ew endamtî girîng e. Serlêdan ji hêla Komîteya Rêveberîya Werzîşê ya Swêdê ve têne nirxandin. Di rojnameya Russia Todayê de hat weşandin ku dê li Swêdê şampîyonîya seksê bihê lidarxistin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ’’Dê şampîyonîya seksê li nêzî Goteborgê bi beşdarîya 20 nûnerên welatên cudayên Ewropayê bihê lidarxistin.”
Di gotarê de ji zarê çavkanîyên ku navên wan nehatine eşkerekirin wiha hatiye gotin: “Di pêşbirkê de dê 16 şax hebin û dê pûan werin xelatkirin. Maçek dê rojê 6 saetan bidomîne, ji ber vê yekê her kesek di navbera 45 û 60 hûrdeman de tê veqetandin. Di pêşbirkê de cotê ku ji alîyê jûrî û temaşevanan ve herî çalak, herî afirîner û herî populer tê dîtin dê bi ser dikeve.”
Damezrênerê Komeleya Seksê ya Swêdê Dragan Bratic di meha Çileyê de ji bo ku Federasyona Seksê ya Swêdê bibe endamê Konfederasyona Werzîşê ya Swêdê serlêdanek kir. Lê serokê Federasyona Werzîşê ya Swêdê Björn Ericsson ev daxwaza Bratic red kir û got “Tiştên girîngtir hene ku bên kirin”.
Anna Setzman ku bo Federasyona Sporê ya Swêdê berpirsîyarê Pêwendî ya Medyayê ye wisa radigihine: ”Serlêdan ji ber ku netemambû qet nehat nîqaşkirin. Ew tavilê hate red kirin. Komele şert û mercên werzîşê pêk nayîne. Em li cîhanek ku nûçeyên sexte her dem têne belavkirin dijîn û em nikarin zedê tiştekî li hemberî vê yekê bikin. Hêvîya me ew e ku civak di warê têgihiştina van nûçeyan de baştir bibe”.
Åsa Larsson, ku edîtorê giştî yê Källkritikbyrån e û pisporê dîtina agahîyên derewîn ên li ser înternetê ye dibêjê: Gelek nûçeyên sexte yên derbarê Swêdê de li derveyî welat belav dibin û dibe ku ji ber xemsarîyê be, lê mebestek ji alîyê rûsî ve jî heye ku Swêd bi awayên cuda nîşan bidin, pirî caran bi awayekî neyînî, îmajeke neyînî derxe holê. Ew di medyaya rûsî de, ku di gelek rewşan de wekî kanalên propagandayê tevdigerin, têkirin. Dibe ku li welatên muhafezekar jî ev yek bibe sedem ku swêdî bêtir bêexlaqî werin dîtin.
Dragan Bratic di perwerdekirin û pêşbazîya seksê de tiştek xirab nabîne, ji ber ku li gorî Braticev “werziş” wek her werzîşeke din e. Mebesta Bratîc ji organîzekirina pêşbirkeke wiha çi dibe bila bibe, agahîya ku pêşbirk ji alîyê Federasyona Werzîşê ya Swêdê ve hatiye pejirandin ne rast in. Dragan Braticberê li Jönköpingê gelek klûbên stripê bi rê ve birîye. Li gorî medyaya Swêdê, di sala 2018an de bi tometa reva bacê û sûcên giran ên aborîyê du salcezayê girtîgehê lê hat birîn. Di heman demê de ji bo penc salan li Swêd bazirganî yan jî birêvebirina karsazîyan le hat qedexekirin.
Swêdî miletek in ku ji bo nîqaşkirina her cûre ramanên cihê vekirî ne. Swêdî di wê bawerîyê de ne ku azadîya raderbirînê di civakekê de girîng e. Disa li gorî Swêdîyan ew mafê her mirovî heye ku bijî û jîyana xwe li gorî dixwazen xwe ava bike. Lê xuyaye ku ji bo Bratic ev mijar jibûyîna taybetmendîyeke mirovî ya biyolojîk û xwezayî zedetir qada/mijara pereqezenckirinê ye. Ev jî mijareke ku divê li ser bê nîqaşkirin.