• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Rê û Rêbazên Work and Travelê

Rê û Rêbazên Work and Travelê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Work and Travel, çi ye ? Bernameyek e ku xwendekar serî lê didin. Ev program sê meh mafê xebatê û mehek jî mafê gerê dide mirovan. Kesên ku diçin, serî li vîzeya J1ê didin û li Konsulxaneya Stenbol yan jî Enqereyê dikevin milaqata vîzeyê.  WAT(Work and Travel), ji xwendekarên zanîngehê re heya dawîya perwerdehîya wan derfeta danûstandina çandî dide. Ev yekane programa Emerîkayê ye ku bi sponsorên wezîfedar kiriye ve vê programê ji sala 1961ê wir ve pêşkeş dike. Work and Travel, mafên wek; nasîna çandên din, jiyana derveyî welat, qezenckirina perê xwe, ger, pratîka ziman û tecrûbeya jiyana derveyî welêt dide yên ku serî li vê programê didin. Karê ku her kes dikare bike yanê karên sivik ji beşdaran re eyar dike û beşdar bi van karan perê xwe qezenc dikin û li Emerîkayê di mehên havînê de çar mehên xweş û geş derbas dikin.

Şert û mercên beşdarbûna WATê:

-Di zanîngehekê de di beşa lîsansê de xwendekerîya rûbirû

-Xwendekarên master û doktorayê

-Temen herî zêde 26 (Lê belê şansê vîze girtinê kêm dibe.)

-Herî kêm di asta intermediate de zanîna zimanê îngilizî. (Jixwe asta we dema ku serîlê didin ji hêla sponsoran ve tê pîvan li gor wê hûn dikarin beşdar bibin. )

-Hewce ye ortalamaya zanîngeha we li ser 2.00an re be.

We ku ew şert temam kirin, hûn dikarin karê xwe yên Emerîkayê li gor xwe û bi saya

sponsorên xwe ve hibijêrin û bi karderên xwe re têkevin têkiliyê û milaqatê. Karên ku hûn dikarin hilbihêrin:

Hotel:

Housekeeping, bi kurtasî em dikarin bibêjin paqîjkirina odeyan,

Laundry, bi kurtasî pêjgîrên qîrêj û çarşefan li odeyan kom dikin, dişon û hazir dikin.

Frontdesk/Reception, pêşwazîkirina mêvanan û qeyda wan ên otelê ve mijûl dibe.

Fastfood û Karên Restorantan:

Server, yanê garson,

Busser, yanê komî,

Host/Hostes, kesên ku mêvanan pêşwazî dikin.

Cashier, kasîyer

Kitchen helper, alîkarê aşpêj

Dishwasher, kesên ku firaqan dişû

Crew member, alîkarê karên restoronê bi giştî

Bartender, alîkarê barmen

Karên parkên avê û hengê:

Park Attendant, li cîhên parkê de wezîfedarên standan.

Lifeguard, parkên avê de canxelas.

Ride Operator, di nav parkê de amûrên wek lûnaparkê dişxûlîne û kemerên mişterîyan girêdidin.

Karên dikanan û firotanê:

Retail, firotana kelûpelan dikin.

Cashier, kasîyer.

Beşdar li ku mêvan dibin qonaxê wan ? Beşdar, li cihê ku kardêrên wan ji wan re eyar dike lê disekinin. Wekî dî li wargehan yan jî li motelan disekinin.

Bihayê WATê:

Herî dawî bihayê acenteyan kêm zêde wek hev bûn, nêzîkî 3000 dolaran bû.

Di nav vî pereyî de sîgorteya beşdar, şêwirmendî, amadehîya belgeyên vîzeyê, ditîna bilêta balafirê (pereyê bilêtê ne tê de), sponsor û kar dîtin. Ji xeynî vê pereyê mesref,

Pereyê pasaportê 180 lîre

Perê bilêta balafirê ji bo çûyîn û hatinê di navbera 500-800 dolarê

Serîlêdana perê vîzeyê 160 dolar û tevlî wê 35 dolar perê SEVIS

Û dema diçî divê qederek pere di bêrîka beşdar de hebe.

Selamî Çelîk

Selamî Çelîk

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.