• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Rê û Rêbazên Xweperastina ji Ducanîyê

Rê û Rêbazên Xweperastina ji Ducanîyê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ji berê heta niha ji bo Plansazîya Malbatê rêbazên cur bi cur hatine ceribandin. Yek ji van rêbazan jî rêgirtina li hember çêkirina zarokan e. Ji Şaristaniyên Kevnar heta niha mirovan her tim bal kişandiye ser vê mijara giring. Di serdemên Kevnar de mirovan bi nebatên cur bi cur û sîstemên neasayî  xwastine pêşî li ducaniyê bigirin. Di nava van  sîstem û rêbazan de hem yên baş hem jî yên nebaş û xeternak hebûne. Pratîkên  primitive (hovane) di nav sedsalan de hatine geşedan û heya îro hatine. Bingeha gelek rêbazên ku îro di bijîşkiya nûjen de têne bikaranîn jî ji wê demê mane. Îro, gelek rêbazên qontrolkirina ducanîyê hene. Ev rêbaz him ji alîyê jinan ve him jî alîyê mêran ve tên bikaranîn.

Kategorîzekirina wan li gor rêje, rêbaz û xetereyan hatine amadekirin. Lê belê divê rêbazên parastina ji zan û vezanê kesane bin. Her rêbaz ji bo her kesî heman serkeftinê nade nîşan. Divê temenê mirov, nexweşiyên din, plansaziya malbatê, rewşa tenduristîyê û şêwaza jiyanê li ber çavan bê girtin û bi pisporên jineolojiyê re rêbaza herî baş ji bo mirov were hilbijartin. 

Rêgirtina li Hember Ducanîyê Çi ne, Çawa ne? 

Rêbazên pêşîlêgirtina dûcanîyê li ser 5 koman têne dabeşkirin:  

1.RÊBAZÊN HORMONΠ

Hebên qontrolkirina zayînê:  

Ji van heban re hebên piçûk (mînî) tên gotin di nava xwe de hormonên progesteron dihewînin. Ev mukozaya devê malzarokê diguherîne û qalin dike  bi vê qeydê sperm nikare bikeve rêka zayînê û bi vî awayî nikare hêkê zibil bike. Du cureyên van heban hene, yek 21 roj tê bikaranîn û 7 rojan navber tê dayîn di van rojan de regl pêk tê. Ya din 28 rojan tê bikaranîn û divê bê navber bê bikaranîn.

Derziyên Mehane:

Ev derzî mehê carekê an di mil de an jî  di hêtan de li nava masulkeyan tê dayîn. Ji bo ku bandorek xurt bike, divê roja reglê ya yekemîn an jî di nava wê hefteyê de bête kirin. 

Derziyên 3 Mehan: 

Rêbaza bikaranîna vê derzîyê jî wek ya mehane ye, tenê ev 3 mehan de careke tê bikaranîn û bandora wê 3 meh berdewam e. Dibe ku ev derzî nehêlin regl çêbibe (amenore). 

Hebên roja paşîyê: 

Ne wek baweriya gel e ku divê ev heb roja paşiya têkiliya cinsî bê bikaranîn. Piştî têkîliya cinsî dikare di nava 5 rojan de bê bikaranîn. Lê belê wexta bikaranîna hebê ji bo bandoreke xurt pir giring e. Wexta bikaranîna hebê çi qas dereng bikeve bandora hebê ev qas kêm dibe. 

Împlant (di binê çerm de): 

Împlantkirina binê çerm yek ji rêbazên herî bi bandor ên kontrolkirina zayînê ye. Ew bi qasî hebên kontrolkirina zayînê di pêşîlêgirtina ducaniyê de bi bandor e, lê ew rêbazek kontrolkirina zayînê ya rehet e ku hewce nake ku her roj heban bistînin. Çovikên piçûk, nerm û elastîk ku di binê çerm de tê danîn û hormon tê de ye, bi derxistina rêjeyên piçûk ên hormonan bi rêkûpêk rojane pêşî li ducaniyê digire. 

2. AMÛRÊN DI NAVA MALZAROKÊ (spîral) 

Spîralên hormonî yên malzarokê: 

Spirala hormonal amûrek kontrolkirina zayînê ya bi şeklê T-yê ye, 3 cm dirêj e û ji plastîkek nerm hatîye çêkirin. IUD-ya dermankirî ye û ji hêla bijîşk ve di nav uterusê de tê danîn pişt re dest bi derkirina rêjeyek hindik a hormonê dike, mûçika (mukoza) malzarokê stûr dike û nahêle sperm di nav uterus de pêş bikeve.

Amûrên di nava malzarokê yên normal (spîralên normal): 

IUD nahêle ku sperm di dema têkiliya cinsî de hêkê fertilize bike. Lêbelê, IUD avahiya dîwarê hundurê uterus xera dike û rê nade ku hêka fertilizkirî were çandin, tevî ku fertilîzasyon çêbibe. 

3. BENDÊN PARASTINA DUCANÎYÊ 

Kondom (prezervatif): 

Ji plastîka nermik hatîye çêkirin, penîsê dipêçe û nahêle sperm derbikeve derê. Ev bêyî parastina ducaniyê pêşî li nexweşiyên cinsî jî digre.

Diyafram:

Ev bi madeya sîlîkon hatîye avakirin. Dikeve malzarokê û nahêle şaneyên spermê xwe bigîhînin şaneyên hêkê.  

Spermisit: 

Bi hin maddeyên kîmyevî  yên wekî kef , krem, fîtilan sperm têne kuştin 

4.REBAZÊN XWEZAYΠ

Paşvekişandin: 

Di têkilbûna seksê de dema ejakulasyonê (valabûn) tê, penîs xwe paş ve tê kişandin û “ejakulasyonê” derdixe. 

Rêbaza rojmêr: 

Rojên reglê û çêbûna hêkê tê şopandin . Li gorî van rojan ji têkiliya cinsî dûr tê mayîn. 

5.RÊBAZÊN NÎŞDARÎ (CERAHÎ ) 

Girêdana lûleyan (Tubal Ligation-JIN): 

Tûpên falopî tên jêkirin an jî tên derxistin.

Vazektomî (MÊR): 

Qontrola jidayikbûnê bi birîn , girêdan an jî morkirina qanalên spermê tê pêkanîn.

Bi van rêbazan jin û mêr êdî bi tu awayî nikarin bibin xwedan zarok. Ev, tiştên ku vegera wan tune ye. Her weha gelek kes hene ku naxwazin rêbazên kîmyevî û sentetîk bi kar bînin. Ji ber vê yekê ye ku hin rêbazên xwezayî fikirîne. 

Gelo Bi Rêbazên Xwezayî Xweparastina Ducanîyê Pêkan e? 

Paşvekişandin, li Tirkiyê û Bakurê welêt rêbaza herî zêde ya bijartî ye. Lê her çi qas zêde bê bi kar anîn jî ewlehî û parastina wî gelek kem e. (%60) Ya xwezayî ya dûyemîn jî ev e Rêbaza rojmêr. Di vê Rêbazê de jî piştî regla jinan roja çêbûna hêkê tê şopandin û wan rojan xwe ji têkîliya cinsî dûr dixînin. Ewlehiya vê rêbazê jî kêm e. ( %75) 

Wek ku li jor jî hatî dîyarkirin gelek curêyên qontrolkirina ducanîyê hene. Di sedsala 21an de ji bo gelek sedeman pêwîst e ku jin û mêr xwe ji ducanîbûna bêdil biparêzin. Malbat û  destgirtiyan de alî aborî û ji xwe ne bawerî jî ji bo parastinê gelek giring e û pêwîst e . ji ber ku her zarok roja ku dikeve zikê dayika xwe dibe xwedanê hin mafan û ne dayik û bav ne jî tu sedem nikare zarokî ji van mafan dûr bixîne . Her dayik û bav mecbûr in ku wê zarokê li gorî şert û mercên nûjen xweyî bikin û li mafên wan xwedî derbikevin . Her zarok jî xwedanê wan mafan e ku wek hemsalên xwe bi her awayî mafên xwe bi kar bîne. Ger ev maf neyên dayîn, ji alîyê aborî û nemumkiniyan ve divê zarok neyên çêkirin. Bi vê yekê divê malbat ji bo van tiştan bên perwerdekirin û hişmendîyek bi wan re bê çêkirin. 

Kevok Büşra Memedîyan

Kevok Büşra Memedîyan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.